Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 25 rojin agahî jê nayê girtin.
Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek berovajî û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê de wek edîtor dixebite.
Ajansa Rojnewsê têkildarî mijarê diyar kir ku ew tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Nûnerên Rojnewsê dan zanîn ku ew daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.
Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin.
Nûnerên Rojnewsê destnîşan kirin ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirsiyar e.