Bi hezaran şêniyên Wargeha Penaran a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi girseyî meşiyan. Bi hezaran welatî li pêş Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û dest bi meşê kirin. Di meşê de alên KCK’ê û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan. Girsê bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana Îmaraliyê” berz kirin. Meş heta ber derê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li wargehê berdewam kir. Li wir deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên azadiyê girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Mecîsa Gel a Mexmûrê, Ehmed Şehbaz daxuyaniyek da.
Tecrîd red kirin
Ehmed Şehbaz di destpêka axaftinên xwe xwe de, tecrîda li ser Ocalan bi tûndî şermezar kir û got: “Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Rêberê me ev 32 heyvin di destê xêrnexazan de, di bin tecrîdek girankirî de tê girtin û agahiya me ji Rêber Apo nîne. Em wek gelê Mexmûrê timî daxwaza fîzîkî azadiya Rêber Apo dikin. Ji bo şikandina vê tecrîdê jî em di nava çalakiyan de ne. Rêber Apo ji aliyê hêzên hegemonîk ve tê girtin. Ne tenê dewleta Tirk vê kiryarê pêktîne. Rêber Apo dixwaze civak azad bijîn, ol û mezheb azadbin û civak xwedî li çand û rastiya xwe derbikeve. Lê belê ev hêzên dagirker vê yekî qebul nakin û her ku diçe tecrîda li ser Rêber Apo giran dikin.”
‘Dê nekaribin me tûne bikin’
Şehbaz di berdewamiya axaftinên xwe de da zanîn ku ji Kurdan bêhtir xelkên biyanî li dora Ocalan kom bûne û wiha pêde çû: “Li tevahî cîhanê fikir û felsefa Rêber Apo hatiye belavkirin. Ji ber ku Rêber Apo mafê tevahî mirovahiyê dixwaze. Tevahî kesên zanyar, civaknas, profesor û rewşembîrên cîhanê li dora Rêber Apo kom bûne. Em dizanin, dewleta Tirk dixwaze di sedsaliya xwe de Kurdan tûne bike. Lê wê nekarin me tûne bikin. Rêber Apo fikir daye me û em tûne nabin.”
‘Em meşa Gemlikê slav dikin’
Herî dawî Ehmed Şehbaz bang li hemû Kurdan kir da ku li dijî tecrîdê rabin ser xwe û bi van gotinan axaftinên xwe bi dawî kirin: “Em meşa ber bi Gemlikê ve slav dikin û piştgiriya xwe didin diyarkirin. Pêwîste gelê Kurd li dijî van kiryarên qirêj ên li ser Rêber Apo tên meşandin, rabin ser lingan. Wê serkeftin bibe ya me û em dûbare serkeftinê ji meşa Gemlikê re dixwazin.”
Piştî daxûyaniyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana Îmralî” berzkirin.