12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HEDEP’iyan serî li KMMM’ê dan: Demildest Girava Îrmaliyê ziyaret bikin

Koma Meclisê ya HEDEP’ê bi boneya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin, serî li KMMM'ê dan û got: “Divê komîsyon demildest biçin Girava Îmraliye.”

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan jî di navde hemû parlamenterên HEDEP’ê têkildarî astengkirina hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 32 meh in agahî jê nayê girtin, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê (KMMM) dan.

Komîsyonê di serlêdana xwe de anî ziman ku çavkaniya hemû pirsgirêkan astengkirina hevdîtinê û tecrîdê heye û wiha gotin: “Polîtikayên li dijî mafê gelê kurd, dibe sedem ku bi milyonan mirov koçber bibin û bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin.”

Komîsyonê destnîşan kir ku li ser ked û hewldana mezin a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêvajoya  diyalogê dest pê kir û wiha gotin: “Lê tevî hemû hewldanên Birêz Ocalan hikûmetê pêvajo di sala 2015’an de bi dawî kir. Li şûna  çareserî û demokrasiyê şer û tundî xistin meriyete. Birêz Ocalan xwest pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bike. Ev hewldana wî hêj didome. Ev di qada neteweyî û navneteweyî de pir erênî hatin dîtin.”

Komîsyonê destnîşan kir ku tecrîdek mutlaq hatiye destpêkirin û ji 25’ê Adara 2021’an de ji Abdullah Ocalan û girtiyên li gel wî Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş de tu agahî nayên girtin. Hemû agahî ji ser wî hatine qutkirin û bi tu agahî jê nayê girtin.

Ji 25’ê Adara 2021’an heta 2022’an parêzeran 238 caran û malbatan jî 79 caran serlêdan kirine. Lê hemû bê bersîv hatine hiştin. Li gorî rapora CPT ya 5’ê Tebaxa 2020’an agahînegirtina mutlaq wekî îloleqikirina mutlaq pênase kirine. Ji hikûmetê re diyar kirine ku ev nayê qebûlkirin. CPT; di 20-29’e Îlona 2022’an de dema hat Tirkiyeyê dîsa çûne serdana Îmraliyê, lê tu daxuyanî nedane.

Komîsyonê bibîr xist ku bi milyonan mirov Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî dibine û wekî mifteya çareseriyê dibine û wiha  lê zêde kir: “Bi milyonan mirov wekî sermuzakerevan qebûl dikin. Ji ber vê yekê divê Komîsyona Mafên Mirovan a  Meclisê (KMMM) demildest tecrîd bi dawî bibe û bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Dîsa divê malbat û parêzer karibin biçin Îmraliyê û bi girtiyan re hevdîtinan bikin.”