Ciwanên Cîhanê bi dirûşmeya “Ciwan dîrokê dinivîsin” yekemîn konferansa xwe di 3-5’ê cotmehê de li paytexta Fransa Parîsê pêk anîn. Ji zêdetî 50 welatî û 95 rêxistin, tevger û partiyan 400 ciwan hatin beşdarî konferansê bûn. Ciwanan piştî konferansa 3 rojan encamname bi raya giştî re parve kirin. Ciwanan destnîşan kirin ku çareseriya qeyrana heyî ya cîhanî encex ji derveyî pergala kapîtalîst, li gorî modernîteya demokratîk û konfederalîzma demokratîk pêş bikeve.
Ciwanan diyar kirin ku ji bo xwe gihandina vê armancê yekitiya tevahî hêzên demokratîk-şoreşger û dij-sîstemê di astekê cîhanî de pêwist e. Ciwanan bibîr xistin ku rêgeza wan a sereke ya rêxistinî ‘yekitî di cihêrengiyê de’ ye û hevbeşiya wan a esasî dijbertiya kapîtalîzmê ye.
Ciwanan bilêv kirin ku ew li dijî hemû cureyên zordestiyê, kapîtalîzm, lîberalîzm, zilamsalarî, zayendperestî, mijadperestî û talankirina xwezayê, tunekirina jîngehê têdikoşin û dê yekîtiya ciwanan ava bikin.
‘Ciwanan fikr û felsefeya Rêber Apo niqaş kir’
Têkildarî armanc û encama konferansê Endama Tevgera Ciwan Dîrokê Dinivîsin a Îtalyayê Angela Romano pirsên me bersivand. Angela Romano pirsa “Piştî ciwanan yekîtiya xwe ava kirin dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rolek çawa bilîzin” bersivand û wiha got: “Di vê konferansê de ciwan ji çar aliyên cîhanê hatin gel hev. Li ser fikr û felsefeya Rêber Apo niqaş kirin. Ev tiştekî pir taybet û dîrokî bû. Niha em dibînin ku ciwanên cîhanê heta astekê yekîtiyek ava kiriye. Cara yekem e ku ciwan ji ew qas welat tên cem hev û niqaşên bi vî rengî dimeşîne. Ev gavek pir girîng e. Ev ji bo berdewamkirina têkoşîn û xebatên me gelek girîng in.”
‘Azadiya Rêber Apo bi naskirina bîrdoziya wî ve girêdayî ye’
Angela Romana destnîşan kir ku ew dikarin bibêjin azadiya fizikî ya Rêber Apo yekser bi naskirina bîrdoziya wî ve girêdayî ye û wiha berdewam kir: “Em çiqas bîrdoziya wî nas bikin em ê ew qas karibin ji bo azadiya wî têbikoşin. Ciqas ciwanên cîhanê fikr û felsefeya Rêber Apo nas bikin, wê pêşeroja xwe jî ew qas nas bikin. Çiqas paradîgmaya Rêber Apo belav bibe, em ê ew qas jî nêzî azadiya fizîkî ya Rêber Apo bibin. Em ê aw qas jî karibin bibin bersîva azadiya fizîkî. Em çiqas paradîgmayê belav bikin em ê karibin li dijî hêzên NATO, gladyo û dewleta tirk ku li ser Rêber Apo tecrîdê dimeşînin, bibin bersîv. Em çiqas paradigmaya wî nas bikin û belav bikin, em dikarin serokatiyê jî ew qas azad bikin. Ji ber vê yekê Yekem Konferansa Ciwanan a Cîhanê ew qas dîrokî û girîng bû. Ciwan ji Amarîka Latîn heta Afrîkayê, Ji Asyayê heta Ewropayê, bi vînek û helwestek xurt a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatin tev li konferanse bûn. Ev ciwan heta astekê fikrên serokatiyê fam dikin û hîs dikin.”
Jinên ciwan rengê xwe li konferansê xistin
Romano li ser rola jinên ciwan jî rawestiya û wiha got: “Em jin 5 hezar sal di bin koletiyê de dijîn. Jinên ciwan ji her aliyê cîhanê de hatin û ji vê koletiyê re gotin êdî bes e. Gotin em êdî nikarin wisa bijîn û pêwist e li dijî vê koletiyê em têkoşînek mezin bimeşînin. Tevgerên jinên ciwan di vê konferansê de rengê xwe nîşan dan. Mînak li Amarîkaya Latîn kuştina jinan pirsgirêkek mezin e. Jinên ciwan ku ji wir hatin qala têkoşîna xwe kirin. Diyar kirin ku ew çawa dikarin li dijî tundiya dewletê xwe biparêzin. Dikarin bi kijan reng û rêbazê jiyana xwe ya azad ava bikin. Gelên Amarîkaya Latîn ên bindest pir nêzî xwezayê ne. Hêj ji xweza, kok û xwebûna xwe nehatine dûrxistin. Lê ev mînak li Ewropa pir cuda ye. Gelek rêxistinên jinan ên cîhanê nikaribûn beşdarî konferansê bibin. Ev nîşan dide ku pergala kapîtalîst naxwaze jinên ciwan beşdarî konferansek bi vî rengî bibe. Naxwazin jinên ciwan xwe bi rêxistin bikin. Ev tiştekî pir berbiçav bû. Ev nîşan dide ku jinên ciwan îro çiqas rolek mezin a pêşengtiyê dilîzin. Ji ber ku pergal ew qas ji hêza me ditirse, naxwaze di aliyê fizîkî de jin tev li konferansê bibin. Lê li gel hemû astengiyan jinên ciwan hatin tev li konferansê bûn. Mînak jinek ciwan ji Başûrê Afrîkayê bi rêya înternetê beşdar bû. Qala têkoşîna xwe kir. Piştgirî da têkoşîna jinên ciwan a tevgera jinên Kurdistanê. Ev ji bo me tiştekî pir girîng û dîrokî bû. Jinên ji Filîpînê jî wisa bûn. Pir qala têkoşîna xwe kirin. Li wir pergala dagirker hewl dide jinên ciwan bêdeng bike. Lê dîsa pergal nikare jinên ciwan bêdeng bike. Ji ber ku berxwedana jinên ciwan ên Fîlîpînê gelek mezin e.”
Rêgezên azadiya jinê
Angela Romona li ser rêzgezên azadiya jinê jî rawestiya û wiha pêde çû: Tişta di konferansê de li ser rola jinê hat ziman, 5 rêgezên azadiya jinê bû. Di pênc rêgezan de Rêgeza yekem welatparêzî ye. Ev rêgez di konferansê de weki mijarek berfireh hat niqaşkirin Her jinên ku beşdar bûn, qala têkoşîna xwe ya parastina axa xwe kirin. Ev têkoşîn yekser bi têkoşina jinên ciwan ve girêdayî ye. Berî her tiştî jinek ciwan pêwiste ji bo parastina axa xwe têkoşînek mezin bimeşîne. Heta ku axa xwe azad neke nikare azad bijî. Heta ku dagirkeran ji ser axa xwe têk nebe nikare di bin mêtîngeriya dagirkeran de li ser axa xwe azad bijî. Rola peşengtiya jinên ciwan di vê konferansê de pir diyar bû. “
Ciwanan êş û hêza hev nas kirin
Angela Romano li ser hewldanên ciwanan ên pêşxistina Modernîteya Demokratîk jî rawestiya û wiha got: “Wekî gava yekem tişta ku me di vê konferansê de dît, ciwanên ku ji her aliyê cîhanê hatin tev li vê konferansê bûn êşa xwe û hev dîtin û êşên hev hîs kirin. Me divê konferansê de hêza hev jî dît. Hêzên Modernîteya Kapîtalîst hewl dide hemû hêz û berxwedanan ji hev qut bike û parçe bike. Em dibînin ku Amarîkaya Latîn berxwedana Kurdistanê nabîne. An jî em berxwedana Amarîkaya Latînê nabînin. Hêzên li ber xwe didin berxwedanên hêza din nabînin û ji hev qut in. Bi vê konferansê ev alî alî hat dîtin. Dîsa ji bo pêşxistina pergala Modernîteya Demokratîk îrodeyek hevpar derket holê. Tevgerên ji gelek welatên cuda cuda bi reng û rêbazên cuda têkoşîna xwe dimeşînin. Mirov dikare têkoşîna li Rojava mînak bide. Li Rojava komîna ciwanan rolek pir mezin dilîze. Li Almanya jî komîna ciwanan rolek mezin dilîze. Ji bo ciwan bi awayekî hevpar û komîn tev bigerin vînek xurt derket holê.”
‘Xurtkirina diyalog pêwist e’
Romano têkildarî xebatên ciwanan ênji bo pêşxistina dîplomasiyê jî nirxandin kir û got: “Eger em tevgera “Ciwan dîrokê dinivîsin” bixwazin gavên mezin bavêjin, pêwiste em li ser dostên xwe bifikirin. Lamiz e em bi kîjan dostan re planên taktîk û kîjan dostan re planên stratejîk pêş bixin divê em bi awayekî demdirêj bifikirin. Rêber Apo pir qala hêzên demokratîk kiriye. Ew luksa me tune ku em tevgerên cuda hev qebûl nekin. Eger armanc û têkoşîna me yek be, divê em bi hevre têkoşînê pêş bixin. Em nikarin her tevgerek bi sere xwe li dijî pergala modernîteya kapîtalîst têkoşînê pêş bixin. Pêwiste hemû tevgerên ku armanca wan modernîteya demokratîk e bi awayekî hevpar têkoşînê pêş bixin. Pêwiste em hemû tevgerên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin tev bên gel hev û bi hevre têkoşînê pêş bixin. Ev yek jî bi erka dîplomasî û polîtîkayê pêş dikeve. Rêber Apo dibêje polîtîka hunera azadiyê ye. Ev ji bo dîplomasiyê jî derbasdar e. Dîplomasî huner e. Em îro nikarin dîplomasiyê bi ferasetek dogmatik û teng bimeşînin. Di konferansê de jî ev derket pêş. Tevger çiqas ji hev cuda be jî divê diyaloga di navbera wan de her tim hebe. Divê hemû ji diyalog û niqaşan re vekirî bin. Pêwiste em li ser esasê pêşxistina diyaloga navbera tevgeran têkoşînê xurt bikin.”
‘Me konferans diyarî Rêber Apo kir’
Angela Romana herî dawî destnîşan kir ku ciwanan konferans diyarî Rêber Apo kiriye û wiha bi dawî kir: “Pêwiste em her dem ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo têkoşîna xwe mezin û fireh bikin. Ji bo Rêber Apo azad bibe divê em têkoşina xwe her tim bi hêztir bikin. Li ser vî esasî em ê bi hemû hêza xwe tekoşîna xwe li hemû qadên cîhanê belav bikin.”