Li gorî agahiyên Kanala Xwendekarên Pêşverû di 9’ê Mijdarê de xwendekarek li Zanîngeha Azad a paytexta Îran Tehranê bi hinceta ku qanûna hicabê binpê kiriye, ji aliyê hezên ewlekariya zanîngehê ve rastî êrîşê hatiye.
Kanalê li ser malpera xwe ya dijîtal teqez kir ku hêzên ewlekariyê dema xwendekara jin dehf dane xwendekar ser hişê xwe çûye. Her wiha hate diyarkirin ku bêyî ti agahiyek der barê tendirustiya wê de hebe rakirin nexweşxaneyê.