Civaka elewî bi salan e daxwaza nasîna baweriya elewitiyê dike û ji bo vê yeke têdikoşin. Bi armanca pêşîgirtina vê têkoşînê sala borî desthilata AKP-MHP’ê ket tevgerê û di bin navê “nasînê” de biryara avakirina Serokatiya Cemxane û Çanda Elewî-Bektaşîtiyê da. Di vê çarçoveyê de di 22’yê nîsana 2022’yan de bi Biryarnameyeke Serokkomariyê di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de Serokatiya Cemxane û Çanda Elewî-Bektaşîtiyê hat avakirin û ji bo serokatiya wê jî şêwirmendê Wezîrê Karên Hundir ê Demê Dr. Alî Arîf Ozzeybek hat tayînkirin. Piştî salekê di meha cotmehê de bi biryarnameyek nû ya serokkomariyê Ozzeybek ji peywirê hat girtin û li şûna wî Alî Riza Ozdemîr ê MHP’î hat peywirdarkirin.
Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal û Şaxa Cemxaneya Amedê Aydin Atli der barê tayînkirina Alî Riza Ozdemîr û armanca avakirina Serokatiya Cemaxane û Çanda Elewî-Bektaşîtiyê de ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kir. Atli di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ew serokatiya hatiye avakirin qebûl nakin û wiha got: “Dema me xwest statuyeke hiqûqî ji bo cemxaneyan bê dayîn me qala serokatiyeke wiha ya di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de nekir. Di vir de armanc asîmîlekirina elewiyan e. Ji serdema Osmaniyan ve hewl didin elewiyan bi awayekî fizîkî tune bikin. Lê ji ber ku nikaribûn tune bikin xwestin civakek alîgir a elewî ava bikin û ev gav avêtin.”
Armanc pêşîgirtina elewiyan e
Beriya demekê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi armanca pişaftina civaka elewî li navçeya Hacibektaş a Nevşehîrê ji bo avakirina cemxaneyekê erseyek bexşî Federasyona Komeleyên Weliyên Horasanê kiribû. Atli, bal kişand ser vê bexşa Bahçelî û der barê mijarê de ev tişt got: “Ew ê li van cemxaneyên ku ava bikin elewiyên li gorî xwe biafirînin. Hewl didin me bi rêya ulkuciyan bişibînin xwe lê me xelet nas dikin. Elewî bi yek çavî li 72 neteweyan dinêrin. Em tu carî nebûne civakeke netewperest û em her tim li dijî neteweperestan rawestiyane. Hesabên desthilatê yên li ser elewiyan diyar in. Armanca wan ew e ku pêşî li têkoşîna rêxistinbûyî ya civaka elewî bigirin.”
Xebata alîgiriyê!
Di berdewamiya axaftina xwe de Atli, got ku Serokatiya Cemaxane û Çanda Elewî-Bektaşîtiyê ji bo tespîtkirina cemxaneyan xebatek daye destpêkirin û der barê mijarê de ev agahî da: “Ji aliyê serokê berê yê serokatiyê ve xebata tespîtkirina cemxaneyan hat kirin. Li Tirkiyeyê hezar û 800 cemxane tespît kirine. Nêzîkî 300 ji van cemxaneyan girêdayî komeleyên çandî yên Pîr Sultan an jî weqfên elewiyan e. Yên din jî cemxaneyên ku ne girêdayî tu rêxistinan e. Hewl didin van cemxaneyan bikişînin aliyê xwe. Pîrên bi mûçe tînin van cemxaneyan. Hatin saziya me jî. Ji me xwestin em kesekî diyar bikin ji bo ku tayîn bikin û ew bikin karmend lê me ev yek qebûl nekir. Ji ber ku elewî jî mîna kurdan muxalîf in tişta ku li meleyan dikin dixwazin li pîran jî bikin.”
Daxwaza guhertina ferasetê
Atli, ji bo nêzîkatiya dewletê ya civaka elewî jî nirxandin kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet çawa nêzî baweriyên din dibe divê wisa nêzî baweriya elewîtiyê jî bibe. Divê ola dewletê tunebe. Bi Qanûna Tekke û Zaviyeyê ku dema avakirina Komara Tirkiyeyê derxistin xisara herî mezin dan elewiyan. Bi vê qanûnê hemû saziyên elewiyan ên civakê bi rê ve dibin girtin. Di serî de divê dewlet dev ji feraseta yek ziman-neteweyê berde. Em hemwelatiyên vî welatî ne. Bac ji me jî tê girtin. Divê dahata ji bacan bidin navendên hemû baweriyan. Divê zihniyeta ku ‘hûn li kêleka min bin ez ê xizmeta we bikim an jî ger hûn beşdarî şahî û merasîmên pêşwazîkirina serokomar bibin ez ê bi bacê ji we re xizmetê bikim’ were terikandin.”