12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê Kurdistan pêşkêşî Tirkiyeyê kiriye

Di 19’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha NPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên xwe ji Wargeha Mexmûr vekişandine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî daxuyaniya NPG’ê di heman rojê de hêzên Firqeya 14 a artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê valekirine, ji bo valehiya ewlehiyê hêzên xwe bi cih dikin.

Di 22’ê Cotmehê saetên êvarê de li ser çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê li xalên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bibûn, di navbera artêşa Iraq û hêzên PDK’ê de pevçûn derketibû. Ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn. Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî lihevkirina navbera hêzên PDK û Iraqê ya li ser çiyayê Qereçox meşek girseyî lidarxistin. Li ser navê gelê wargehê şandeyek bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêkanî. Di hevdîtinê de ji rayedarên Iraqê re hat gotin ku wek gelê wargehê ew hebûna çekdarên PDK’ê li derdora xwe qebûl nakin. Rayedarên Iraqê jî diyarkirin ku wê Qereçox radestî hêzên PDK’ê nekin û hêzên wan di hemû xalan de hebin.

Armanca PDK’ê ne parastin e

Têkildarî rageşiyên li herêmê û planên PDK’ê; Endama Komîteya Têkiliyên Derve yê Mexmûrê Bêwar Ûnver ji rojnameya me re axivî. Bêwar Unver li ser nakokî û rageşiya di navbera artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê de rawestiya û wiha got: “Pir aşkere ye ku tu fikar û armanca PDK’ê ya parastina ax û destkeftiyên Kurdistanê tune ye.  Mînaka vê yekê berbicav e.”

Bêwar Unver li ser mijarên lihevkirina di navbera PDK’ê û Iraqê de destnîşan kir ku rayedarên Iraqê vê yekê qebûl nekin û wiha got: “Li ser esasê 3 xal ji bo PDK’ê û 3 xal ji bo Iraqê li hev kirin. Gelê Mexmûrê li dijî vê tifaqa di navbera PDK’ê û Iraqê de meşek girseyî li dar xist û bertekên xwe anîn ziman. Rayedarên Iraqê vê yekê bi fermî qebûl nakin. Dibêjin raste hevdîtin hene. Li ser hin mijaran li hev kirine. Lê li ser van xalan li hev nekirine. Wekî odeyek hevbeş ên çalakiyan li hev kirine. Dibêjin ji ber hêzên wan nêzî hev in, li dijî êrîşên DAIŞ’ê diyalogek ava kirine. Wê xala ku şer lê pêş ketiye, wê di nava xwe de wekî herêmeke vala bihêlin. Ne hêza Iraqê û ne jî PDK dê kes lê bi cih nebe. Peymanên li hev kirinê dê di roja pêş me de zelaltir bibin. Gelê me di vê mijarê de bi guman e. Em tifaqa ku li dijî me pêş bikeve qebûl nakin. Iraq van hevdîtinên fermî qebûl nake. Dê ev yek di rojên pêş de zelal bibin.”

Hêzên serdest naxwazin pergala xweseriyê pêş bikeve

Bêwar Unver li ser bandora rageşî û tevliheviyên di navbera PDK û Artêşa Iraqê de pêş dikevin jî  rawestiya û ev agahî dan: “Hêzên heyî yên serdest naxwazin ev pergala xweseriya demokratîk pêş bikeve. Naxwazin ku pergala jin, ciwan û civak di navde cih digire û wekî mînakekê derdikeve pêş ava bike. Dibêjin çawa li cihekî wisa biçûk, li ser axek wisa biçûk dikarin xwe bi rêve bibin. Vê yekê hezim nakin. Ji xwe yekdewlet tev vê pergala ku Rêber Apo pêş xistiye qebûl nakin. Nimûneya pergala ku Rêber Apo pêş xistiye Wargeha Mexmûrê ye. Mexmûr modelek vê paradîgmayê ye. Esas êrîşên heyî û êrîşên sereke li dijî pergalê nin. Di tevlihevî û rageşiya heyî de ev neqebûlkirin heye.”

Dixwazin pergala Mexmûrê belav bikin

Unver li ser armanca dewleta tirk û PDK’ê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Tirkiye û PDK dixwazin raste rast pergala Mexmûrê belav bikin. Mexmûrê vala bikin. êrîşên dawî li ser vê armancê pêş dikevin. Aloziya vê dawiyê derket hemû ji bo parvekirina Wargehê ye. Dixwazin Wargehê di nava xwe de parve bikin. Armanca zêdekirina êrîşên li ser wargehê valakirina wargehê ye. Em jî wekî gelê Mexmûrê bi rêxistinbûn û parastina xwe li dijî van ferasetan radiwestin. Gelê me dê li dijî vê yekê li ser esasê fikrên ji dîrokê girtine heta dawî li ber xwe bidin.”

Dewleta Iraqê ji guhertinan re germ nêzîk dibe.

Bêwar Unver li ser daxwazên gelê Mexmûrê jî rawestiya û ev agahî dan: “Niha wekî gelê wargeha Mexmûrê tu daxwazên me yên ku em biçin cihên HPG jê derketine biparêzin tune ye. Tu daxwazek me ya wisa jî çênebûye. Tenê em dixwazin ew cihên ku HPG jê derketiye li şuna PDK bila artêşa Iraqê lê bi cih bibe. Ji ber ku wekî zagonî, erdnîgarî û îdarî em girêdayî Iraqê ne.  Di aliyê îdarî û zagonî de Iraq muxatab e. Ji ber vê yekê em naxwazin PDK bê vir. Dema PDK bê vir, dê dewleta tirk êrîşên xwe yên li herêmê zêde bike. Eger bên Qereçoxê dê li ser qadê serdest bibin. Em wekî gelê Mexmûrê dixwazin PDK neyê. Li şuna wê artêşa Iraqê bê vir. Wekî gelê wargehê ji bo parastinê tu daxwazên me çênebûne.”

PDK beşek mezin a Kurdistanê pêşkêşî Tirkiyeyê kiriye

Unver têkildarî nakokî û rageşiyên di navbera PDK û artêşa Iraqê de jî axivî û wiha pêde çû: “Wekî tê zanîn tu derdê PDK’ê yê axa Kurdistanê û destkeftiyên kurdan biparêze tuneye. Tê zanîn PDK beşek mezin a Kurdistanê pêşkêşî dagirkeriya tirk kiriye. Piştî referandumê jî ji sedî 50 axa Kurdistanê pêşî guleyekê biteqîne bi destê artêşa Iraqê de berdaye. Ev yek aşkere ye. Beriya şerê 22’ê Cotmehê ku PDK li dijî artêşa Iraqê kir, bi temamî dorpêça wargehê ye. Niha pir planên qirêj ên PDK û Dewleta Tirk ku DAIŞ jî di navde li ser çiyayê Qereçox tê kirin. PDK li ser daxwaza tirk, dixwaze li cihên ku HPG jê derketiye lê bi cih bibe. Dixwaze li ser wargehê tehakumeke mezin ava bike. Ji ber vê yekê dewleta tirk bi israr dixwaze PDK li şûna HPG’ê bi cih bibe.”

PDK têkiliyên DAIŞ û Tirkiye yên Qereçoxê vedişêre

Bêwar Unver, li ser têkiliyên veşarî yên PDK, Tirkiye û DAIŞ’ê jî rawestiya û ev agahî parve kir: “PDK naxwaze têkiliyên dewleta tirk, PDK û DAIŞ’ê yên li Çiyayê Qereçox aşkere bibe. Ji ber ku heta niha hevdîtinên qirêj pêk dianîn. Lê dema artêşa Iraqê li wir be dê nikaribe van hevdîtinan bike. Bi taybetî piştî artêşa Iraqê bê vir, dê planên PDK’ê yên li ser wargehê aşkere bibe. Ji ber vê yekê naxwazin artêşa Iraqê bê vir. Bi vî şerî xwestin rewşek awarte û provakasyonekê ava bikin. Dixwaze di raya giştî ya Kurdistanê de jî hewayeke ku şer dikin ava bikin. Lê ev ne rast e. Planek qirêj e. Dixwaze bi hevkariya tirkiyeyê dorpêçê zêde bike.”

Qeyranek siyasî heye

Unver der barê rewşa herêmê de jî agahî dan û wiha axivî: “Niha welatê Iraqê û herêma em têde dijîn, di aliyê siyasî û ewlehiyê de ji guhertinên neyînî re vekiriye. Her çiqas îro hikûmetek hebe jî di bingehê de qeyranek siyasî heye. Di navbera partiyên Iraqê de çi partiyên Şîa û çi partiyên Sunnî dibin qeyran û rageşiyek heye. Belkî wekî hikûmet bi rêve dibe xuya dike û parlamento kar û barên siyasî dimeşîne, lê di bingeh de rageşiyek pir xurt a siyasî heye.   Di demên dawî de di navbera Hemas û Israîlê de şer derket. Ev jî bandora xwe li herêmê dike. Di vê rewşa qeyran û rageşî heye de dewleta tirk dixwaze sûdê wergire. Dixwaze li herêmê êrîşên xwe yên li ser gelê kurd zêdetir bike. Wekî Mexmûr ji vê yekê bandor dibe. Iraq berpirsiyar e ku di aliyê êrîşên hewayî de Mexmûrê biparêze. Dewleta tirk ji 2017’an heta niha bê navber êrîşî Mexmûr û herêmê dike. Divê artêşa Iraqê li dijî êrîşên Tirkiye û PDK’ê Mexmûr biparêze. Divê di aliyê leşkerî û siyasî de tedbîran bigire. Em jî di warê siyasî û dîplomatîk de xebatekê dikin. Di çarçoveya mafê xwe de em bi Neteweyên Yekbûyî û Rêveberiya Iraqê re di nava dan û stendinê de ne.”

Gerîlla mîsogeriya parastinê ye

Unver têkildarî biryara HPG’ê de jî axivî û wiha pêde çû: “Girêdayî biryara Fermandariya Parastina Gel jî tevgera azadî her tim di dem û cihên cuda de biryarên wisa dîrokî didin. Çawa ku di sala 2014an de ji bo destkeftiyên Başûrê  Kurdistanê, ji bo parastina gelê Başûr gerîla şandin Şengal, Mexmûr û Kerkukê û wekî çeperek ava kirin, li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û DAIŞ rawestandin, ev biryarek dîrokî bû; îro ev biryara vekişandinê jî biryarek dîrokî ye. Em bawer dikin ku li kîdera Kurdistanê zêdetir pêdivî bi parastinê hebe, gerîla li wir amade dibe. Em rêzê ji biryarê re digirin. Em wekî şêniyên wargehê hebûna gerilla ya li wargehê mîsogeriyek pir mezin a ewlekariyê bû. Ne tenê ji bo wargehê, ji bo hemû herêma em têde ewlehiyek mîsoger bû. Hemû gelên li vir baweriyek mezin bi gerîla tînin.  Me dît ku çawa gerilla xwe ji herêmê vekişand, di navbera hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê de rageşî û şer derket. Ji ber vê yekê gerîla xwedî rola hevsengiyek mezin bû. Em dizanin û bawer dikin ku tevgera azadiyê her tim li gorî girîngiya pêwistiyan tev digere û biryaran dide.”

Feraseta xwe parastinê dê bêtir xwe bi rêxistin bike

Bêwar Unver bal kişand ser rêxistinbûna gelê Mexmûrê jî û wiha lê zêde kir: “Ji dîroka Wargehê ji sala 1994an heta niha bi qasî 29-30 salan gelê wargehê xwedî pergalek rêxistinbûyînê ye. Gel di her aliyê jiyanê de xwe bi rêxistin kiriye. Ji ber vê yekê jî, pêwistiya bi rêxistina parastina cewherî û ewlehiyê di hemû beşên civakê de pêş ketiye. Heta niha me ev rêxistin parastiye. Vê rêxistina parastinê xizmet ji destkeftiyên gel re kiriye. Ji îro û şûnde jî ev feraseta xweparastinê dê zêdetir xwe bi rêxistin bike û gel xwe biparêze.”

Tirkiye ji 2017’an de êrîşî Mexmûrê dike

Unver herî dawî der barê êrişên li ser Mexmûrê jî axivî û ev tişt got: “Bi giştî tê zanîn li Kurdistanê êrîşên pir dijwar tên kirin. Xeteriyên pir mezin li ser destkefiyên gelê kurd heye. Bi taybet dewleta dagirker a tirk, bi hevkariya PDK’ê, li Bakur, Rojava û bi taybet li Başûrê Kurdistanê, bi giştî pêleke dagirkeriyê daye destpêkirin. Ev êrîşana bê guman li ser Wargehê jî pêş dikevin. Ji 2017’an û virde tê zanîn dewleta tirk bê navber êrîşî wargehê dike. Di 2014’an bi destê DAIŞ’ê êrîşî wargehê kir. PDK’ê jî di van êrîşan de rolek mezin lîst. PDK, bi ambargoyan, bi rêgirtin û astengiyên li ser Mexmûrê raste rast li gel dewleta tirk cihê xwe digire. Êrîşa di 22’ê Cotmehê de di navbera PDK’ê û artêşa Iraqê de çêbû jî perçeyek ji vê xeteriyê ye.”