4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinan xwest cenaze bên dayîn

Rêxistinên hiqûq û civakî yên sivîl ên mîna Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV), Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyê (AN-YAKAY-DER), Platforma Komeleyên Rojhilatê Başûr (DGDP) û Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) ji bo cenazeyên ji goristana Xerzanê  ya Bedlîsê hatibûn derxistin û 282 ji wan li peyarêya goristana Kîlyosê hatibûn veşartin werin derxistin, li Otela Hîll a Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Nûnerên komele û rêxistinan, parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Huda Kaya, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û hevserokên HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci û gelek malbatên daxwaza cenazeyên xwe dikin, beşdarî civînê bûn. Di civînê de metna hevpar a hatibû amadekirin ji aliyê seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin û behsa veşartina cenazeyan a li goristana Xerzanê hat kirin.

 Êrîşa li cenazeyan polîtîk e

Yolerî diyar kir ku êrîşên li goristanê hatine kirin, bi armancên polîtîk in û wiha got: “Em ji bo wergirtina cenazeyan gelek caran hewl dan lê hewldanên me bê encam man. Her çiqas dozgeriyê ragihand ku dê cenaze radestî malbatan werin kirin jî pêk neanîn. Êrîş û bêhurmetiya li dijî cenazeyan dilê civakê êşandiye û neveşartina li gorî çand, bawerî û kevneşopiyên civakê li dijî hiqûqê ye.”

 Daxwazên rêxistinan

Daxwazên ku ji bo wergertina cenazeyên bi awayekî hevpar hatibûn amadekirin jî Yolerî wiha rêz kir:

“* Der barê hilweşandina goristana Xarzanê û veguhastina cenazeyan Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin, lêpirsînên edlî û îdarî bên destpêkirin û berpirsiyar bên diyarkirin û cezakirin.

* Nasnameyên 282 cenazeyên ku ji goran hatine derxistin bên diyarkirin û radestî malbatên wan bên kirin.

* Cenazeyên ku nasnameyên wan nehatine diyarkirin û li peyarêyê hatine veşartin, ji aliyê pisporan ve bên derxistin û careke din li goristana Xarzanê bên veşartin.

* Ji ber veşartina cenazeyan a li peyarêyê ji malbatên wan lêborîn bê xwestin.”

Berê winda dikirin, niha jî îşkence dikin

Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER), der barê nedayîna cenazeyên HPG’iyan ên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas, di daxuyaniyê de diyar kir ku di salên 90’î cenazeyan winda dikirin niha jî îşkence li wan dikin.