Çawa tê kuştin çand û ziman û dîroka gelê min, bi destên zanayê me yên nezan. Çawa zimanê min, tê jêkirin bi destê dayik û bavikê min. Ez zarok im, dayik û bavikê min, bi min re bi kîjan zimanî biaxivin ez ê fêrî wî zimanî bibim!
Ez dixwazim fêrî zimanê dayika xwe bibim. Lê divê berê dayika min bi zimanê dayika xwe zanibe û biaxive. Mal mekteb e gotine pêşiyê me. Perwedeya di malbatê de were dayîn û zimanê bi hestên dayikê di dil û mejî de bi cih were û war kirin, kes nikare bide jibîrkirin. Ku ez zarokek ziman winda bim, beriya her kesî, wê rexneya min, berê li dayika min bûya, paşê li bavê min û li sistema ku hemû mafê min ji destê min girtiye û tişta herî pêwîst zimanê min ê zikmakî.
Ez hiştime bê ziman! Ji her tiştî bêpar im. Ez hiştime bindest û hejar! Me ji zimanê me re dikin neyar, evqas li ser rûyê dinyayê, dijîn netew û gel. Gelo ji boyî kurdan tune yek zar û al? Welatek ji bihiştê, çawa wergerandine dojehê. Civakek çawa xwe dikin qurbana hestê pûç û vala. Ziman çand û dîrokek qedîm û kevnar, çawa dibe, tê tunekirin, xwe bi xwe. Ev bûye birîneke kûr û xedar, di dilê gelê kurd de.
Di cejnan de, li Amedê zarok li şekir digerin. Dema li derî didin derî vedibe li rûyê wan. Bi vekirina derî re kêfxweşiyeke bêhempa xuya dike, di çavên wan ê şermokî de. Bi rûyê xwe yên qemer û bi cot keziyên hûnayî, weke pinpinîkên ku ji bihuştê fîrar kiribin, ber bi bayê diketin fîstanê wan ê gulgulî zarokên ji şekir şêrîntir, di destê wan de kîsikek şekir, şermok û bi kelecan, li rûyê min dinêrin û wiha digotin; (Bayramınız kutlu olsun). Wê demê, ew gotinê pîrozbayiyê weke kêreke kakanî li dilê min de bi cih dikirin. Ez dipirsim bi dilekî bikul:
– Zarokno hûn bi xêr hatin. Ma hûn bi kurmancî nizan in? Ez gorî we. Zarok li erdê dinêrin, her wekî ku qebheteke mezin kiribin, li çavê hev dinêrin û bi şermokî bersiva min didin:
– Em hindikî dizanin.
Ji kerba re, hêsir ji çavên min tên.
Wek dayikek kurd ku ji bo vî zimanê qedîm bi salane tekoşîneke bêhempa dide. Niha xwe wekî hêvî, şikestî û dilşewitî dibînim.
Çawa dibe ku em bi destê xwe, dewlemendiya xwe ya herî mezin, pêşeroja civaka xwe, zimanê dayika xwe, mîrateya ku bi hezarê salan hatiye parastin, em niha bi destên xwe tune dikin.
Em zimanê van zarokê xwe yê şêrîn, dibirin bi destê xwe, wan bê zar û ziman dihêlin.
Şerme ji me dayikan re. Em dayik hîmê civaka xwe ne. Divê em li nirxê xwe, li zimanê xwe xwedî derkevin. Li dîroka xwe, li çîrokê xwe, li mîrate ya mezinên xwe, xwedî derkevin. Em bi hestên kurdewarî û zimanê xwe yê şêrîn zarokê xwe ji xew şiyar bikin.
Em zimanê xwe yê delalî nekin qurbana televizyonê. Em bi kurdewari bizên.
Bi kurdhezî bijîn. Bi kurd perwerî,pêşî bi perwedeyek malbatî zarokên xwe perwerde bikin.
Divê beriya her tiştî em zimanê yê şîrîn û qedîm biparêzin. Paşê hebûn û civaka xwe, erdnîgariya xwe û mirovahiyê biparezin.
Bi hêviya civakek azad û zimanhez, kurdîperest, civaknasî ziman biparêzin.