Dema ku em dibêjin ‘şer û zarok’, tenê çîroka rêwîtiya zarokê sê salî yê bi navê Alan Kurdî ku tevî dê û bavê xwe di deryaya Egeyê de xeniqîbû û laşê wî yê bêcan li peravê ketibû, tê bîra mirovan. Bêguman ew bûyer bûyereke hetabêbes xemnak û jandar e. Belê ne tenê Alan Kurdî; her roj bi hezaran zarokên kurd û zarokên cîhanê li pêş çavê mirovahiyê bi heman aqûbetê rû bi rû dimînin.
Pirsgirêkên tenduristî, perwerdehî û aborî yên ku ji ber şer pêk tên, hemû mirovan belê bêtir jî jin û zarokan mexdûr dikin. Bi rastî sepandin, nasandin, navandin, pênaskirina zehmetiyên ku jin zarok dibînin ne çare ye. Pêdivî bi çareserkirina pirsgirêkên ku jin û zarokan bêzar dikin û wan ditengijînin heye.
Sedema gelek pirsgirêkên mirovan ên bîrayî, derûnî û civakî xwe dispêrên jiyana zarokatiya wan. Ji ber ku di şêwandina liv û tevger û kesayetiya zarokê de rewşa jiyana dayikê û derûniya wê hêzeke diyarker e; jina ku di nêvenga şer de ducanî dibe hê berî ku zarok were dinyayê bandoreke pir neyînî werdigire û rûxanên pir mezin di mejiyê wî/wê de pêk tên.
Li gor lêkolînên ku hatine kirin, zarokên ku bêtir di bin bandora şer de dimînin û rûxanên ku di dil û mejiyê wan de pêk tên û ewêziya wan qet ne pêkan e, zarokên 0-6 salî ne. Temenê zaroka di nêvenga şer de çiqas biçûk be, rewşa şer a neyînî jî li ser wî/wê ewqas zêde bandorê dike. Li gor daneyên pisporên tenduristiya zarokan, zarokên ku di nêvenga şer de mezin dibin, rewşa wan a derûnî ji sedî 98 xirab dibe. Ev rewş wekî xemgînî, girî, qîrîn, têkdana xewê û şilkirina bin xwe dide der.
Ji ber rûxan, hilweşan û windahiyên şer, zarok bi giranî sêwî û êtîm dimînin; tûşî îstîsmara zayendî tên, neçarî xebitandinê dibin an jî parsê dikin. Bi destpêkirina şer, mirov neçar dimînin an welatê xwe biterikînin an jî li welatên din bigerin û bicih bibin. Zagonên zarokan ên ku li gor Qanûna Parastina Zarokan a Navneteweyî hatine edilandin, diyar dikin ku zarokên penaber bi her awayî yeksan bêne dîtin, bi wekhevî bêne dermankirin û parastin; her wiha perwerdehiya wan a bi zimanê dayikê jî bi tu awayî neyê astengkirin. Ji bo wê, divê bi taybetî ji aliyê sazî, komele û rêxistinên sivîl ve ji bo zarokan ji ber şer difilitin bernameyên hînker, geşt/ger, kurs û kargehên piştgiriya derûnî, xebat û çalakiyên ahengî û guncaniyên civakî bên kirin da ku trawmayên ku dijîn derbas bikin. Hatiye çespandin ku li nêzîkahiyên bijîşk û hemşîreyan a li li pêşberî zarokan hem li nexweşxaneyan adaptasyona zarokan û hem jî têkiliyên wan yên bi jiyana civakî re hêsantir dike. Ji bo tespîtkirina pirsgirêkên zarokan, pêşniyarkirin û çareseriya pirsgirêkan a di vî warî de bi taybetî divê hemşîreyên ku herî zêde dema xwe bi zarokên di nava şer de mezin dibin re derbas dikin baş bêne perwerdekirin û peywirdarkirin.
Divê li ser vê mijarê lêkolînên akademîk ên encamgir bêne kirin. Divê di dema şer de ne tenê hemşîre; li gel bijîjk û hemû peywirdarên tenduristiyê dê û bav, mamoste û malbata zarokan ji bo parastin û başkirina tenduristiya wan piştgirî, danûstandin û nêzîkatiyeke erênî ya tevayî nîşanî wan bidin
Şerê ku jiyana jin û zarokan diherimîne û wan mexdûr dike, her gav bi destê stmekar û hêzên desthilatdar ên ku rojê welatekî dagir dikin pêk tê. Bi taybetî kes û hêzên ku ji bo jin û zarokan bêtir hêstirên derewîn dibarînin jî ew in ku bêtir jin û zarokan ji cih û warê wan dikin û wan di nav diranê çerxa şerê bêkêr û bêxêr de didin cûtin û hecinandin. Di tu şerên navxweyî, derveyî û navneteweyî de pozê desthilatdarên şerxwaz ên ku dibin sedema şer bi xwîn nebûye û nabe jî. Di hemû rûxan, hilweşan û karesatên şer de bimbe û guleyên top û tivingan bi ser serê zarokên bêrî û jinên bêguneh de dibarin.
Aliyê şerê parastina rewa ne tê de; hemû aliyên şer her gav xwe heqdar û dijberên xwe neheq dibînin. Her wiha hemû şerxaz û şerkerên dagirker û talanker kuştiyên xwe wekî cangorî û kuştiyên dijberê xwe wekî term dibînin. Ji bo ku di qesr û qonaxên xwe de kêf û hingimeyê bikin, zarokên gelan bi hevdû didin kuştin; ji bo ku desthilatdariya xwe bidomînin ne dixwazin li ser rûyê erdê şer kêm bibe û ne jî aştî pêk were. Ji bo wê jî hertim nirxên olî û pîrozwer bi kar tînin; kuştin û xwekuştin di şer de wekî tiştekî pîroz û watedar û jiyana asayî bênirx û bêwate nîşanî gelan didin. Hemû şerên cîhanê li ser xwîn, xwêdan û keda galan didomin; mexdûrên herî mezin jî jin û zarok in. Dagirker û talankerên dinyayê tu car bê şer natebitin. Ji bo ku şer bidome çi ji destê wan tê, texsîr nakin. Ji ber ku kuştiyên şer ne ji kîsê wan in, hem bi hejmara kuştiyên aliyê xwe serbilind û hem bi zêdebûna hejmara kuştiyên dijmin û dijberên xwe kêfxweş û şanaz dibin. Piştî ku arokên gelan bi hevdû didin kuştin, çûna bihûştê wekî mizgîniyekê didin dê û bavê wan. Çi ecêb e ku rojekê tenê pozê yekî ji wan û zarokên wan bi xwîn nebûye. Ji ber ku ew li vê dinyayê di nav xurek û vexurekên bihuşta rastîn de digevizin, xwe tu car motacî bihuşta wê dinyayê nabînin. Bi hezaran sal e ku bi van dek û dolabên xwe gelên bindest û bintûte dixapînin. Li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe, hemû çekên wan ên şer û tevê serweta wan ne hêjayî hêstira zarokê/î û qîrîna dayikekê tenê ye.
Şerê navbera desthilatdaran jî ne ji dil e, lîstîk e; tifaqa wan li ser parvekirin û parçekirina welatan e. Armanca şerê wan dabeşkirina cîhana mirovahiyê ye. Her yek ji wan para herî mezin ji xwe re dixwaze; tenê ji bo wê li hevdû nakin. Ji do heta îro pêdiviya cîhana mirovahiyê bi aramiyê û pêdiviya mirovahiya cîhanê bi yekîtiya gelan û aştiya cîhanê ya mayînde heye.
Trajediya şer a ku li parzemîn û erdnîgariyên cîhanê pêk tê ku bandora xwe ya neyînî li ser hemû jin û zarokên dinyayê dihêle, do jî hebû, îro jî heye. Zarokên ku li êtîmxaneyan tên îhmalkirin, îstismarkirin û mexdûrkirin do jî hebûn îro jî hene. Sedema vê yekê do jî hêzên şerxwaz, dagirker û talanker bûn îro jî ew bi xwe ne
Mixabin, çîroka Alanê/Alanên biçûk û bi hezaran yên wekî wî hê bi hemû dijwarî û dilşewatiya xwe didome. Pirtûk, gotar û helbestên gewre yên ku li ser navê şaristaniyê tên/hatine nivîsandin ku têkilî rewşa zarokên mîna Alan nabin rûreşiya herî mezin a mirovahiya vê dinyayê ye.
Pêdiviya mirovatiya cîhanê ya ku ji ber pergala cîhanê ya xirabe êşê dikêşe, bi taybetî bi aramî û rizgariyê; pêdiviya cîhana mirovahiyê ya ku bi destê mirovan tê xirakirin jî bi awayekî lezgîn, bi aştî û aramiyê heye.