Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ji 7’ê cotmehê ve berdewam dikin û Îsraîl bi balefiran êrîşên dijwar li Xezayê pêk tîne. Ji ber êrîşên di navbera aliyan de heta niha ji her du aliyan nêzî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Tevî vê rewşê jî Îsraîl amadekarî dike ku êrîşên xwe mezintir bike û bi piştgiriya welatên rojavayî û Amerîkayê li dijî Xezayê operasyoneke bejahî bide destpêkirin.
Artêşa Îsraîlê, der barê şer de daxuyaniyek da ragihand ku hêzên wê yên bejahiyê duh bi êvarê bi hejmareke zêde tang û maşîneyên zirxî bi ser bakurê Xezayê de girtine û êrîşên hedefên Hamasê kirine. Artêşê, di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Hêzên Îsraîlê weke amadekariya pêngavên pêş ên şer li bakurê Xezayê xebat kirine. Piştre leşker herêmê terk kirine û vegeriyane xaka Îsraîlê.”
Di radyoya artêşa Îsraîlê de agahî hat dayîn ku serdegirtina pêk hatiye ji destpêka şer ve serdegirtina herî mezin a artêşa Îsraîlê ye.
Dîmenên serdegirtinê jî ji aliyê Wezareta Îsraîlê ve hatin parvekirin.