Êrîşên dewleta tirk ên li Qadên Parastina Medyayê berdewam dikin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) daye, artêşa tirk li gundê Dadîniye yê herêma Biradost a navçeya Sîdekan a Hewlêrê bi balafirên şer bombe li wesayitekê barandiye.
Der barê encamên êrîşê de agahî nehatin bidestxistin.
Her wiha ji ber liv û tevgera balefirên şer gundiyên herêmê nikarin xwe nêzî qada êrîş lê pêk hatiye bikin.