Li bajarê Levistonê yê parêzgeha Maine ya Amerîkayê, kesekî nasnameya wî ne diyar li 3 deverên cuda yên bajar êrîş pêk anî. Li gorî agahiyên ku çapameniya Amerîkayê hatin wergirtin, êrîşkar gule li gel reşandiye û 22 kesan kuştiye û nêzî 60 kesî jî birîndar kiriye.
Li parêzgehê, rayedaran wêne û dîmenên êrîşkar belav kirin û ji bo girtina wî xebat dan destpêkirin.