Li xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Hamdûllah Bayram, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “ Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate lidarxistin. Bayram ku ji 20’ê adara 2023’yan heta niha girtî ye û parêzerê wî Resûl Temûr di danişînê de amade bûn. Her wiha endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî danişîn şopandin.
Li şahidan hate guhdarîkirin
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî weke şahid li rojnamegere Ayşe Surme hate guhdarîkirin. Surme ku bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû, diyar kir ku di sala 2021’an di çarçoveya xebatên pîşeyî de li ser telefonê bi Bayram re hevdîtin kiriye. Her wiha weke şahid li Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Tayîp Temel jî hate guhdarîkirin. Temel, bi bîr xist ku Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê ji Çapemeniyê Berpirsyar bû û ev tişt anî ziman: “Ji ber peywira xwe, her tim bi çapemenî û ragihandinê re di nava peywendiyan de bûm. Birina van weşanan a Meclisê karê me nîne. Şahidê nepen dibêje ku ev weşan bi rêya mirin derbasî Meclisê hatine kirin. Ez aboneyê weşana behsa xeberê me. Lê nizanim çawa hatine Meclisê.”
‘Heke ez firarî bim dê çawa biçim nexweşxaneyê?’
Dozger, xwest ku rewşa girtî ya Bayram berdewam bike û ceza lê were birîn. Bayram jî li dijî mutalaayê parastina xwe kir û wiha got: “Di pêvajoya ku tê îdiakirin ez firarî bûm de min tedawiya diranan didît. Lewma neçûm îfadeyê. Qeyda min a wê demê ya nexweşxaneyê heye. Heke ez firarî bûma dê çawa biçûma nexweşxaneyê?”
Bi domdarî Bayram got ku îfadeyên şahidan bêbingehîn û wiha pê de çû: “Îfadeya şahid ku dibêje weşanên derqanûnî birine Meclisê derew e. Li Filistînê rojnameger tên qetilkirin. Tirkiye jî cuda nêzî rojnamegerên kurd dibe. Ev bû mehek li Girtîgeha Rihayê me. Di roja duyemîn de bi ser qawîşa me hate girtin. Dest danîn ser radyoyê û ez jî di nav de derheqê 16 kesan de lêpirsîn hate vekirin.”
‘Rojname û kovar qanûnî ne’
Parêzer Resûl Temûr jî got ku dosyaya hatiye yekkirin têkildarî xebatên rojnamegeriyê ne. Temûr, wiha domand: “Derheqê rojname û kovaran de biryareke qedexeyê tune ye. Qanûna çapemeniyê zelal e. Miwekîlê min di demên berê de jî bi heman îdiayan hate darizandin lê beraet kir. Şahidê nepen ji bo miwekîlê min dibêje ku li girtîgehê hatiye perwerdekirin. Lê belê ev yek mimkin nîne Miwekîlê min di demên berê de weke edlî di girtîgehê de bû. Di vir de rewşekî deraqilî heye. Rojname û kovarên li Meclisê hatine belavkirin, qanûnî ne. Heke sûcek hebe jî ev yek berpirsyartiya midûrê karên nivîsan e. Pereyên ku miwekîlê min şandî û wergirtî weke sûc tên nîşandan. Daxwaza beraeta miwekîlê xwe dikim û dixwazim dadgeh tehliye bike.”
Piştî navberê dadgehê biryara xwe da. Dadgaehê, ji ber îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da. Di heman demê de dadgehê biryara tehliyeyê da.