Di 7′ê Cotmehê de tevgera Hemasê êrişî Îsraîlê kir, di encamê de bi sedan leşker û sivîlên li Îsraîlê hatin kuştin. Li beramber wê jî Îsraîlê bersiva êrişên Hemasê bi tundî bersivandin û heta niha nêzî 12 hezar filistînî hatine kuştin û birîndarkirin. Rayedarên dewleta tirk a faşîst ku komkujiyên li dijî kurdan û dîroka xwe ku zemînek ji bo avakirina Îsraîlê peyda kir ji bîr kirin, li ser êşa gelê Xezayê geriyan.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di beşa 7`an a parêznameya xwe ya 5`emîn “Parastina kurdên di Nava Pençên Qirkirina Çandî de” wiha behsa rola dewleta tirk di damezrandina dewleta Îsraîlê de dike:
”Împaratoriya Osmanî nûnerê herî mezin û dawî yê hegemonya Îslamî bû. Pêşî bi hegemonya Bîzansê re, paşê bi hegemonya Xaçperestan a Ewrûpayê ya Habsbûrga Awusturyayê serê wê dikişand, wekî din ji bo Çartiya Rûsyayê ji Bakur ber bi Başûr ve belav nebe, herî dawî jî li dijî hegemonya Ingilîz bi tevahî şeşsed salan şer kir û di dawiyê de hilweşiya. Me timûtim hewl da Komara Tirkiyê ya ji nava xirbeyên wê derket, analîz bikin. Yên hilweşîna Împaratoriya Osmanî bi hevgirtina wê ya bi Elmanyayê ve girê didin dixapin. Elman bi ser biketana jî împaratorî wê dîsa ji hev belav bibûna. Mirov dikare avabûna Komara Tirkiyê jî pêşî bi tesfiyekirina gelên Xiristiyan, paşê jî bi tesfiyekirina hevgirtiyên wê yên620 kominîst, ummetgirên Îslamî, Çerkez û Kurdan ve, û bi hevgirtina milletperestiya Siyonîzma Cihû û bûrjûwaziya burokratîk a Tirk ve girê bide. Ev hevgirtina bi hegemonya Ingilistanê pêk hat, li Rojhilata Navîn ji bo pêkhatina Îsraîlê gaveke girîng bû. Bi tevahî nîşane didin xuyakirin ku rastiya mînîmal a Komara Tirkiyê bi Proto Îsraîlê ve girêdayî ye. Li Bakurê Kurdistanê bi tesfiyekirina hebûna Kurd û li Başûrê Kurdistanê ji bo pêkhateyeke siyasî ya Kurd a mînîmal gavavêtin ji nêz ve bi rola Komarê ya Proto Îsraîlê ve grêdayî ye. Konjonktura wê demê vê yekê ferz û ferman dike. Ereb jî dabeşî gelek dewletokên netewe dibin û ev jî bi pêkhatina Îsraîlê ve girêdayî ye. Dewletokên netewe yên Kurd û Filistînê ku roja me ya îro nû ava dibin dîsa di çarçoveya heman bernameyê de ne.
Kurd û tirkan weke du hêmanên bingehîn di Şerê Rizgariya Neteweyî yê 1919-1922’an de rol girtin û ev helwesta wan li gorî rêûresma wan di cih de bû. Çawa ku di dema Xanedaniyên Selçûkî, Eyyûbî û Osmanî de xwedî helwesteke hevpar bûn, di tevahiya pêkhateyên desthilatdarî û dewletê de helwesteke hevpar qebûl kiribûn. Di sedsala 19. de hegemonya
Ingilistanê xwest bi herdu aliyan bilîze û vê hevpariyê xira bike, lê tevî vê jî Ingilistan di lîstika xwe de bi ser neket û hevpartiya herdu aliyan dewam kir. Jon Tirkên ku paşê bi nave Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê dewam kir, hefsarên wan di destên milletperestiya Cihû û Masontiyê de bû, bi komplo û provakasyonan xwest heman rêûresma dîrokî xira bike, lê bi ser neket. Li gorî tehlîla dawî, ev hevpartiya dîrokî bû ku serketina Şerê Rizgariya Neteweyî diyar kir.
Li vir pirsa divê em bikin ev e, weke hevgirtiyê stratejîk ê nehsed salan û hêmanê bingehîn ê damezrîner ê Komarê çima hebûna Kurdan tê înkarkirin. Dema mirov mentiqê Komara Tirkiyê pê hatiye hûnandin ji hev derxe û analîz bike, divê ji sedî sed mirov bandora milletperestiya Cihû û hêza wê ya sermayeyê di Şoreşên Fransî û Rûs de li ber çavan bigire. Çawa ku tê zanîn, Qralên Fransî Katolîkên hişkbûn û dijberên Cihûyan bûn. Ji serdema navîn ve Cihû li gettoyan girtibûn û di pêşxistina antîsemîtîzmê de bi roleke girîng rabûbûn. Çarên Rûs jî hişk Otodoks bûn û ji Katolîkan gelekî bêhtir di pogromên (tevkujiyên) Cihûyan de rol girtin. Hem 621 entelektuelên Cihû (em ji wan nivîskar jî dikarin bibêjin; berê nasnavê wan pêxember bû) û hem jî sermayedarên Cihû (Tevahiya dîrokê pêşengên sermayeya marjînal bûn ku xwediyê danehevê bûn) van xanedanên qraltiyê baş nas dikin û diranên xwe li wan diqiriçînin. Ji bo heyfa xwe ji wan bistînin li benda roja xwe bûn, lewma diranên xwe li wan tûj dikirin. Şoreşên Rûs û Fransî ev firsend bi zêdehî dan wan. Bê sedem ji herdu şoreşan re nehatiye gotin şoreşên bûrjûwayê. Di karkirina îdeolojîk û polîtîk a şoreşan de bi bandor in. Di darvekirina herdu qralan de û ji bo şoreş bi hegemonya bûrjûwayê pêş bikevin rola wan di asta katalîzur de diyarker bû.
Bêguman bandora van ne ji hejmara wan, lê ji naverok û wesfê wan bû. Jixwe bi qasî ku karibin ji bûrjûwaziyê re pêşengiyê bikin giranî û hebûna wan a sermayeyê hebû. Hevgirtina wan a bi Anglosaksonên Protestan ên ku li ser xeta London-Amsterdamê bi awayekî hegemonîk mezin dibûn, têra xwe bandoreke mezin li ser herdu şoreşan kir. Li pişt şoreşên li ser xeta lîberal an sosyalîzma pêkhatî diberidîn hêza bingehîn a dahfdanê bûn. Dewletparêziya netewe ya bûrjûwa ya Anglosakson Protestan ji bo armancên xwe yên hegemonîk împaratoriyên Katolîk û Ortodoks ên li Ewrûpayê hilweşandin û parçe kirin. Dema ev kir, yên rê nîşanî wê didan û hevgirtiyên wê hêzên sermayeyê yên cihû û entelektuelên Cihû bûn. Mirov bandora hêzên sermayeyê yên Cihû û entelektueliya Cihû li ber çavan negire û şoreşên bûrjûwayê li Ewrûpayê analîz bike, wê ev gelekî kêm û dogmatîk be.
Bûrjûwaziya Prûsya ya Elman (divê mirov Împaratoriyên Spanya û Awusturya yên Katolîk ên ji aliyê Xanedanên Habsbûrg ên Elman ve dihatin birêvebirin jî zêde bike), Çartiya Rûsyayê û bûrjûwaziya wê ya li ber hegemonya dewleta netewe ya Anglosakson rabûn, ji ber ku bawer kirin ku di têkçûna şerên xwe yên li dijî hegemonyayê de ev bandorên dualî yên Cihûyan hene ango desteka wan a ji bo projeya dewleta netewe ya Anglosakson û modernîteya kapîtalîst bi rola sereke rabûye, li dijî Cihûyan bûn xwedî helwestên dijwar ên heta gihiştin qirkirinê. Mirov heman xusûsan ji bo Împaratoriya Osmanî jî bîne ziman di cih de ye, heta 622 zêdetir di cih de ye. Ji ber ku li gorî biryarên Kongreya Siyonîst a 1896’an Filistîn weke niştimandayika Cihûyan hat qebûlkirin û li pêşiya bicihanîna vê, Împaratorî asteng bû. Sermayedar û mîllîtanên Cihû pêşî bi xweşî û dostanî ji Ebdulhemîd xwestin rê li pêşiya koçberiya Cihûyan a Filistînê veke. Kengî Ebdulhemîd weke wan tevnegeriya (lê dîsa jî têkiliya Ebdulhemîd bi Cihûyan re xweş bû) yan jî kirinên wî kêm man, bi navê Jon Tirkan Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê ava kirin (Sefîrê wê demê yê Ingilîzan, bi Jon Tirkan hatina desthilatdariyê ya Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê weke destdanîna Cihûyan a ser Împaratoriyê dinirxîne) û bi vî awayî Împaratorî kirin bin bandora xwe. Bi darbeya Meşrûtiyeta Duyemîn (1908) û darbeya 9’ê Adara 1909’an Ebdulhemîd jî fena Qralê Fransî û Çarê Rûs bê tesîrkirin. Bi avakirina Komarê re bandora xwe ya li Anatolya û Mezopotamyayê derxistin asta herî jor.
Aliyekî wan ên din ê dişibe hev heye ku gelekî balkêş e. Bi tesfiyekirina neteweparêzên demokratîk ên di şoreşên fransî û rûs de ango bi tesfiyekirina komunar, sovyetparêz û radîkalan dîktatoriyên dewletanetewe hatin damezrandin; em dibînin ku buyerên bi heman awayî di Komara Tirkiyeyê de jî ducarî xwe pêk tînin. Şoreşa Fransî bi awayekî bingehîn şoreşa neteweyî ya demokratîk a gel bû. Pêşengên mîna Babeuf û Robespierre vê rastiyê îspat dikin. Mîna Qralê 16. Louis serê wan jî bi giyotînê jêkirin û ev jî li ser riya diçe dîktatoriya dewleta netewe gaveke bingehîn e. Li gorî modela Anglosakson dewleta netewe beridî û bi awayekî praktîkî bandora wan li serê hebû. Nuqteya dîroknas li ser hemfikir in ev e, Şoreşa Franseyê bi dewleta netewe bi encam bû û ev yek ji gavên girîng e ku kapîtalîzma Anglosakson a Ingilîz kiriye hêza hegemonîk.
Bi temamî weke vê nebe jî heman fikirê mirov dikare ji bo dewleta netewe ya Rûs a piştî hilweşîna Împaratoriya Rûs hat avakirin jî îddîa bike. Di destpêka şoreşê de bi tenê Çartî nehat tesfiyekirin, neteweparêziya demokratîk a Rûs jî di şexs û rewşa berbiçav a Sovyetê de hat tesfiyekirin. Neteweparêzekî demokratîk û baş ê Rûsyayê ango Sovyetparêzekî baş Kropotkîn bi xwe Lenîn hişyar kiriye û pêşniyar jê re kirine ji bo Sovyet ber bi dîktatoriya dewleta netewe ve neçe. Bûyerên 623 paşê di dewleta netewe ya Rûsyayê de qewimîn hişyarî û pêşniyarên Kropotkîn mafdar kirine.
Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê di Împaratoriya Osmanî de pêşî kontrol, paşê jî desthilatdarî xist destê xwe û ya rastî ev pêşengiya îdeolojîk û pratîk a hêzên mîlîtan û sermayeya Cihû îfade dike. Di Cemiyetê de rola rêveber û damezrînerên ji milletên din diyarker nîne. Kurd û Tirkên tevlî Cemiyetê bûne jî di heman pozîsyonê de ne. Hêmanên Kurd û Tirk bêhtir bandora Cihû ya di nava Cemiyetê de maske kirin. Komar di dema damezrandina xwe de bi qasî aliyê wê yê rizgariya neteweyî, aliyê wê yê rizgariya demokratîk jî heye. Weke şoreş di destpêkê de bi hevgirtina hêzên neteweyî demokratîk bi ser ketiye. Hevgirtineke ji Kominîst, Ummetgirên Îslamî, Çerkez, Kurd û Tirkan heye. Mîna di Şoreşa Fransî û Rûs de, di Şoreşa Anatolyayê de jî avahiya bi karektera neteweya demokratîk bi rêbazên komplowarî veguherandin dewleta netewe ya dîktatorî. Di vê de hegemonya Ingilîz bi rola sereke radibe. Lê di dewletparêziya netewe ya Komarê de ne ku bi tenê hêmanên neteweyî demokratîk hatin tesfiyekirin. Dîsa ji bilî Mistefa Kemal qîma xwe bi tesfiyekirina pênc paşayên pêşeng jî neanîn. Li Rojhilata Navîn a Ingilistanê dixwest wê ji nû ve birêkûpêk bike yek ji stûna sereke ya sîstema dewleta netewe ya mînîmal Komara Tirkiyê (mezinbûna dewletên netewe bi qasî ku karibin di hegemonya Ingilîz de bimînin), ji şêweyê wê yê di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de hatibû fikirîn bi awayekî pirr cuda, mîna ji nû ve bê tesewirkirin, hat avakirin. Li ser riya biçe damezrandina Îsraîlê weke dewleteke Pro-Îsraîlê (dewleta berî Îsraîlê) hat hûnandin.”