Li başurê Kurdistanê, êrîşên li dijî baregehên Amerîkayê didomin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin duh bi şev bi du balefirên bêmirov û biçek êrîş li balefirxaneya leşkerî ya Herîr a herî mezin a Amerîkayê ya li Hewlerê hat kirin.
Der barê xesarên êrîşê de tu agahî nehatin bidestxistin.