Îro du girtiyên siyasî ku yek jê 31 salan û yê din jî 30 sal û 6 mehan girtî mabûn ji Amed û Êlihê serbet hatin berdan. Îzzetîn Sevîlgen ku 31 salan girtî ma ji girtîgeha Êlihê serbest hat berdan. Nîzamettîn Karaagar jî piştî 30 sal û 6 mehan girtî ma û herî dawî li Girtîgeha Tîpa T a Amedê girtî bû, di saetên şevê de serbest hat berdan. Karaagar, li ber deriyê Kampusa Girtîgehê ji hêla hevalên xwe yên girtîgehê Mehmet Şerîf Demîr, Savaş Kahraman, Kutsi Çagiş, Veysel Avci ku wan jî cezayê muebetê xwaribû, endamên malbata xwe û rêveberên TUHAY-DER A Wanê û MED-TUHADFED’ê ve hat pêşwazîkirin. Nîzamettîn Karaagar di sala 1993’yan de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Wanê ve cezayê muebetê lê hat birîn. Karaagar ku li girtîgehên Mûş, Dîlok, Kalkandere, Kandira, Bartîn, Sêrt û Amedê ma, diviyabû di 12’ê Îlonê de bihata berdan. Lê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê înfaza Karaagar 6 mehan taloq kir. Li ser vê yekê malbata wî ji bo betalkirina biryara heyeta çavdêriyê serî li Serdozgeriya Komarê da. Piştî ku îtîraz hat redkirin serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dayîn û biryara berdana Karaagar hat dayîn.
Nizamettîn Karaagar piştî hat berdan, tevî malbat û hevalên xwe berê xwe da Wanê.
Birayê Karaagar ê belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19’ê Çileya 1993’an de li Wanê li nava kolanê hatibû qetilkirin.