Çîrokek heye, dibêje; dilê gur hebû ku karikê bixwe. Jêre li maneyan bû. Rabû ji karikê re got; Te ava li ser min şîlo kiriye. Karikê got; ne tu li sere cihokê yî ez li biniya wê me. Gur got; Ne îsal lê par te ava min şîlo kiribû. Karikê got; Ne ez Kara salê me par ez tune bûm. Gur got; Ne tu bû, dayika te bû. Erê çîrok e lê mahneya desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst tim ji bo êrîşa li dijî kurdan heye. Kurdbûna kurdan bi tena sere xwe têr dike ku ev desthilata zalim êrîşên hovane pêk bîne.
Dêhna xwe bidinê; tişta ku ji bo her neteweyekê, her baweriyekê rewa ye, dema mijar dibe kurd, dibe sûcekî mezin. Ev desthilat û hemû desthilatê ji dema avabûna komarê vir ve dest bi kar kirine ji bo kurd nebin kurd sond xwarine. Polîtîkayên wan car bi car guheriye lê armanc neguheriye. Operasyonên tedîp ango ‘terbiyekirin’, tenkîl ango qirkirina fizîkî û tehcîr ango sirgun nefîkirin di sedsala bihurî de post guhertibe jî li dijî kurdan çekên esasî yên desthilata tirk bûne.
AKP jî di sala 2002’yan de bi vê sondê li ser postê hikûmetê rûnişt. Ji wê demê heta niha 21 sal derbas bûne. Lê AKP mûyekî ji hikûmetên berî xwe kêm nekir. Heta di faşîzmê de ji hemûyan xedartir bû. Gurê qîlbixwîn îro li hemû beşên Kurdistanê li ku dera cîhanê dibe bila bibe dixwaze kurd qir bibin.
Ji 1’ê cotmehê ve ye êîişên li ser Rojava û herêmên xweser jî nîşaneya vê polîtîkayê ne. Helbet ev êrîş ji 1’ê cotmehê ve dest pê nekirine. Dema ew têlên rêsayî Rojava û Bakur ji hev veqetand ev êrîş hene. Lê êrîşên piştî 2011’an karaktera xwe guhertine. Ji ber ku li Rojava şoreşeke bi pêşengiya jinê li ser felsefeya Rêber Apo bi pêş ket, êrîş jî karektera xwe guherand. AKP’a faşîst pêşî bi rêya çeteyên El Nusra, piştre bi DAIŞ’ê, niha bi Heyet Tehrîr Şam û Siltan Murad û bi dehan rêxistinên çete êrîşî Rojava kir, hîn jî dike. Di sala 2018’an de piştî dît çete nikarin xwe li ber îradeya gel bigirin ew bi xwe êrîş kir. Efrîn dagir kir. 2019’an bi bêbextiya hêzên serdest ên cîhanê Amerîka û Rûsyayê; Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Niha jî kesek bibîne, dixwaze Rojava hemû dagir û qir bike. Li Rojava, li herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber ku kurd weke kurd, ereb weke ereb û gelên din jî bi nasnameya xwe, bêyî şer dikarin bi hev re azad bijîn ev êrîş pêk tên. Di vê êrîşê de AKP-MHP bi tena sere xwe jî nîn in. Hêzên serest ên cîhanê jî pê re ne. Sedema wê jî ew e ku kurd bi felsefeya Rêber Apo jiyaneke nû ava kirine.
Serdestan jî çîrokek xwe hebû; wan di destpêka sala 2000’î de îlan dikir ku dawiya dîrokê hatiye. Cennet ji xwe re çêkiribûn. Ew serdest bûn, îlahên serdemê bûn. Êdî nema kes karîbû li ber wan û siyaseta wan rabûya. Lê nekarîn di cenneta xwe de di nav wê xewn û xiyalê de bimînin. Ji şibayekên xwe yê bûn krîstal çiqas li nîveka Rojhilata Navîn mêze dikirin, çavê wan bi awirên Rêber Apo diket. Bi Tevgera Azadiyê diket. Komplo pêş xistin, tecrîd kirin. Lê nekarîn pêşî li Şoreşa Jinê bigirin. Nekarîn pêşî li Jin Jiyan Azadî bigirin.
Ji lewma bi destê şefê faşîst êrîş dikin. Tola herimandina xewnên xwe ji kurdan hiltînin. Erê bi êş e. Erê bi bedêl e. Lê dawiya wan jî bi vî şerê wan wê bê. Ji ber ku ne fikir ne jî ev netewe têk naçe. Azadî êsîr nabe, azadî tune nabe. Demekê gel dibe kole û bindest, rast e. Lê kengî devê qefesê hatiye vekirin û çûk nedaye per û baskan. Kurdistan îro roj navenda şoreşa cîhanê ye. Wê gurê qîlbixwîn Erdogan jî bi kula têknebirina vê îradeya mezin biçe sergoyê dîrokê. Lê ne jixweber, bi berxwedan û têkoşînê.