Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov ku ji Korya Bakur ji rojnamevanan re axivî, got: “Ji bo Xezayê xeteriyeke cidî heye ku ev alozî veguhere şerekî herêmî.”
Lavrov, têkildarî helwesta Îranê jî ev tişt gotin: “Em hewldanên berpirsnîşandana Îranê dişopînin û wekî provakasyonan dihesibînin. Bawer im fermandariya Îranê heta astekê xwedî helwesteke hevseng û berpirs e û banga rêgirtina li şerê herêmî dike.”