Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica diyar kir ku zexteke fîzîkî, civakî, psîkolojîk, derûnî û fikrî li rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê kirin, bi vê yekê dixwazin ku ji aliyê fîzîkî, ruhî û fikrî ve wî lawaz bikin û got, nêzî 25 sal in hewl didin wî teslîm bigirin, lê nekarîne vê bikin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku divê ew sîstema Îmraliyê bi rengekî hevgirtî binirxînin; Desteya Dîsîplînê, Desteya Îdare û Çavdêriyê, Dozgerî û Dadgeriya Înfazê bi rê û rêbazên cuda ceza ferz kirine. Sarica bi bîr xist ku dewletê cezayê girtina heta bi hetayê yê girankirî li şûna cezayê îdamê bi cih kir, lê belê ev yek jî têr nedît û got, “Polîtîkayeke welê dimeşîne ku hewl dide her kêlî, her deqeya girtinê bike kêliya zilm û zordariyê.”
Di nava 12 salan de tenê 5 caran parêzeran hevdîtin kir
Sarica bi bîr xist ku serdanên malbatê û parêzeran heta sala 2011’an bi biryarên pratîkî û neqanûnî hatin astengkirin, ti carî destûr nehate dayin ku serdan bi rêk û pêk bêne kirin û got, “Ji sala 2011’an û pê ve jî di nava 12 salan de ji bilî 5 hevdîtinên parêzeran destûr nehate dayin ku parêzer karibin hevdîtinê bikin. Bi hinceta cezayên dîsîplînê jî di nava 9 salên dawî de malbatê tenê 5 caran karîbû hevdîtinê bike. Dixwazim bibêjim ku di dema van 5 hevdîtinan de jî cezayên dîsîplînê hebûn. Di nava 25 salan de tenê 2 caran karîbû bi telefonê bi birayê xwe re biaxive; bi telefonê ti carî nekarî bi parêzerên xwe re biaxive. Demên berê, gava ku hevdîtina bi malbatê re dihate kirin, destûr nehate dayin ku bi birayê xwe re bi Kurdî biaxive. Gelek rojname ti carî jê re nehate dayin, hinek ji wan bi qasî ku neyê xwendin hatin sansurkirin û bi vî rengî hatin dayin. Cezayên dîsîplînê lê hatin birîn ku axaftina bi telefonê û şandina nameyan lê asteng kirin. Lê belê nameyên ji gef û heqaretê dan wî ku bixwîne. Pirtûk û kovarên ku sîstem qebûl nake, nehatin dayin. Pirtûkên ji metnên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî doza Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribûn, bi qedexeya desteya çavdêriyê ji wî re nehatin dayin. Di 14 salên destpêkê de ji televîzyonê bêpar hate hiştin, piştre jî tenê destûra hin qenalan hate dayin. Radyoya ji qenalekê jî bi hincetên cuda jê hate stendin û demeke dirêj jê re nehate dayin.”
Rîsk heye ku bi her awayî kiryarên xirab bên kirin
Sarica got, sîstema cezakirinê ya giran a 25 salan bivê nevê ji aliyê fîzîkî û ruhî ve zerareke mezin dide mirovan û wiha dewam kir, “Ji bo mirovekî girtî meseleya herî jiyanî, têkiliyên xwe yên civakî û jiyanî ye. Ev yek jî bi serdanên endamên malbatê, parêzeran û li gorî qanûnan bi serdanên xizm, heval û dostan dibe. Ev têkiliya bi jiyanê re divê rû bi rû bê danîn, di heman demê de divê karibe bi rêya telefon û nameyan jî agahiyan werbigire. Her wiha gelekî krîtîk û girîng e ku rêyên dîtbarî, deng û nivîskî yên ragihandin divê hebin ku karibe haya xwe ji cîhana derve hebe. Ev maf li Birêz Abdullah Ocalan bi temamî hatine astengkirin an jî qedexekirin. Halbûkî têkiliya bi cîhana derve re ji bo pêşîgirtina li kiryarên xerab û derveyî mirovahiyê, li dijî cezakirinên kiryarên li derveyî mirovahiyê xwedî rola herî girîng a parastinê ye. Eger ev pêk nayê hingî rîsk heye ku mirov li her cûre kiryarên xerab rast bê. Şêweyê cezakirinê yê li Îmraliyê ku 25 sal in dewam dike û zêde dibe, ji bo wê yekê ye ku ji aliyê fîzîkî, civakî, psîkolojîk, ruhî û fikrî ve zerarê bidin Abdullah Ocalan. Tê xwestin ku Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî, ruhî ve bê lawazkirin û ji aliyê fikrî ve teslîm bê girtin. Ev cezayên lê têne birîn divê weke êrîşek li dijî polîtîka, axaftin û hunera hilberînê ya Ocalan bêne nirxandin.”