Rûniştina duyemîn a danişîna 37’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Di danişîna îro de çendek siyasetmedar û parêzerên wan amade bûn.
Parêzera Ayla Akat Ata, Çîgdem Kozan parastina xwe di roja duyemîn de jî domand. Kozan, got ku şandeya dadgehê di rûniştina duh de hewl da danişîna bisînor bike lewma neçar ma ku şêweyê parastina xwe biguherîne û ev rewş wê bisînor dike. Parêzer di parastina xwe de bi delîlan tawanbariyên li miwekîla wê tên kirin yek bi yek vala derxist.
Kozan, got ku têkildarî bûyerên 6-8’ê bûyerê tawanbariyeke yekser li miwekîla wê nehatine kirin û wiha domand: “Jixwe şahidên nepen û eşkere jî di vê çarçoveyê de çi îdia nekirine. Di dema protestoyan de miwekîla min parlamenter nebû û di tu yekîneyeke rêveberiyê ya partiyê de cih nedigirt. Wê demê çima li vê dosyayê hate zêdekirin? Ev yek nîşan dide ku bi hewldanên siyasî li vê dosyayê hatiye zêdekirin.”
Piştî îfade vala hatin derxistin li şahidên nepen hate guhdarîkirin
Parêzer Kozan diyar kir ku di danişînên din de li şahidê nepen “A53” hatiye guhdarîkirin û îfadeyên wî vala hatine derxistin. Kozan, da zanîn ku li şahidên nepen ên bi navên “Ulaş” û “Mahîr” jî dema siyasetmedarên tên darizandin û parêzer tune de hatiye guhdarîkirin. Kozan, parastina xwe wiha domand: “Şandeya dadgehê ji bo vê rewşê jî hinceta ‘xetere li ser jiyana şahidên nepen heye’ nîşan da. Lê belê şahidê nepen Merdan Ruştu Ovalioglû piştre bû şahidê nepen û piştre dîsa bû şahidê eşkere. Tu tiştek jî bi serê wî nehat. Lewma ev hinceta şandeyê rast nîne.
We îfadeyên derew kir hinceta girtinê
Ev dosya li ser îfadeyên şahidan hate vekirin. Ji bilî îfadeyên wan jî tu tiştek nîne. A rast gotinên wan hev nagirin lê tevî vê yekê jî li şahidên nepen hate guhdarîkirin. Ev rewş, binpêkirina wekheviya çekan e. Ev, binpêkirina hiqûqê ye. We, îfadeyên şahidan ên derew weke hinceta girtinê nîşan dan.
Îfadeyên şahidê nepen ulaş vala derxist
Şahidê nepen ‘Ulaş’ qet behs nekir bê ka agahiyên di destê xwe de çawa bi dest xistine. Lê dadgehê jî qet jê pirs nekir. Di îfadeyên xwe yên li emniyetê de dibêje ku têkiliya miwekîla min Ata ji kadroyên KCK’ê Sabrî Ok û rêveberiya PKK’ê re hene. Dema Sabrî Ok girtî, miwekîla min parêzera wî bû. Îfadeyên Ulaş şênber razber in û bêbingeh in. Miwekîla min aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) bû û ev jî di dosyayê dce weke sûc hatiye nîşandan. Lê belê Wezareta Karên Hundir hebûna vê avadaniyê qebûl kir. Ev avadanî di pêvajoya guftûgoyê de hate avakirin û miwekîla min jî di vê çarçoveyê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Bi kurt û kurmancî miwekîla min keseka naskirî ye lewma di vê dosyayê de tê darizandin.
Dadgehê lîsteya ‘kadroyê’ ne anî!
Gelek îfadeyên şahidê nepen ‘Ulaş’ di îfadeya xwe ya li emniyetê derheqê miwekîla min de nedabû, di pêvajoya dadgehê de anî ziman. Ev gotin jî ji hêla her kesî ve tên zanîn. Ev şahid ji bo miwekîla min dibêje ‘kadro’ ye. Lê belê ji bo vê daneyek pêşkeş nekir. Şahidê nepen Ulaş dibêje; ‘fesadî awayê siyasetê ya îlkel e. Heke li cihekî fesadî hebe, li wir nîviya rastiyê heye.’ Miwekîla me ji ber fesadiyê tê darizandin. Lê dadgehê jê pirsa ‘ma hûn fesadiyê dikin’ nake. Di îfadeyeke xwe de dibêje; ‘di sala 2015’an de kesekî bi navê Cîhan Ekîn hatiye girtin û polîsan qerta hafizeyê ku navê tevahiya kadroyan tê de bû bi dest xistine.’ Me xwest ku vê lîsteyê bînin. Di dosyaya me de jî qala kadrotiyê tê kirin. Lê hûn vê qet lêkolîn nakin. Ji ber ku heke ev lîsteye rast bûya dê rastî derketa holê. Heke ev bihata dê tevahiya îfadeyên şahidan vala derketa. Lê we li dosyayê zêde nekir.
Em dixwazin dadgeheke serbixwe bibînin
Şahid Kerem Gokalp dibêje ku siyasetmedaran şexsî nas nake û li tu deveran rastî hev nehatine. Gelo mimkine ku kesekê dibêje pozîsyona wî ewqas xurt bû, miwekîla me ya bi ‘kadrotiyê’ tê tawanbarkirin nas nake! Li ser pirsên dadgehê bersiva ‘min ji wan tu kes li kampê yan jî di xebatên perwerdeyê de nedît.’ Her wiha dibêje tu keseka/ê li eywana danişînê li wir nedîtiye. Lê belê dadgeh bi israr dibêje ‘ez ji we re navan bibêjim.’ Em dixwazin dadgeheke serbixwe bibînin.
Pirsên me her tim hatin astengkirin
Divê ji şahidê bi navê ML. jî were pirsîn bê ka dema îfadeyên xwe dide kesek li cem wî heye yan na. Parêzeran jî ji bo vê pirs kirin lê dozger îtîraz kir û dadgehê ev yek qebûl kir. Ev yek, li dijî hiqûqê ye. Ji ber vê sedemê divê îfadeyên ML esas neyên girtin. Parêzeran pirs kir bê ka derheqê ML de çi lêpirsîn an jî dozên din hene yan na. Lê belê dadgehê biryar da ku ev pirs jê neyê kirin. Ev biryar, binpêkirina biryara DMME’yê. Dibe ku van îfadeyan ji bo xwe ji wan lêpirsîn û dozan xelas bike jî bide. Her wiha pirsên me yên têkildarî bê ka van îfadeyan li ku dide jî nebersivand. Ev pirs her tim ji hêla dadgehê ve hatin astgengkirin. Dadgehê got; ‘venêrînê em dikin.’ Em jî aliyekê parastinê ne. Divê em jî venêrînê bikin.
Me li ser heman rûniştekê xwend, hûn bûn dadger em jî bûn parêzer
Her wiha bi awayeke veşarî li şahida nepen ‘Seher’ hate guhdarîkirin. Şahid dibêje ku nebûye şahid ku Ata bandor li çalakiyên 6-8’ê Cotmehê kirbe. Her wiha em nizanin bê ka li dadgehê yan li cihekê din li şahid ‘225…’ hatiye guhdarîkirin an na. Gelo dadgerek li cem hebû yan na? Ev pirsa me nehat bersivandin. Heta we gotibû; ‘Dê ev bo we her bibe mereq.’ Gelo ma em dijminên we ne? Me li ser heman rûniştekê xwend, hûn bûn dadger û em jî bûn parêzer. Ma heke bigota ‘dadgerek li cem min bû’ dê çi bûbûya? Ev rewş nîşan dide ku di wê demê de dadgerek li cem nebû. Nabe ku li girtîgehê û li navenda polîsan li şahidekî were guhdarîkirin. Em nizanin bê ka li van deveran lê hatiye guhdarîkirin an na.
Daxwaza hevdîtinên îmraliyê
Tê îdiakirin ku miwekîla min li ser fermana Abdullah Ocalan bûye Berdevka KJA’yê. Piştrastkirina vê rewşê pir hêsan e. Bila dosyaya hevdîtina li Îmraliyê li dosyayê were zêdekirin. Wê demê dê rewş zelal bibe.”
Cendirmeyan nehiştin hevdîtin were kirin
Di dema danişînê de şandeya dadgehê li ser daxwazê destûr da ku Sebahat Tuncel bi birayê xwe yê li eywana danişînê re hevdîtinê bike. Şandeyê xwest ku hevdîtin sê deqeyan bidome û temasî hev nakin. Lê belê cendirmeyan li Tuncel ferz kirin ku di navbera wan de 10 metre navber hebe. Li ser vê yekê Tuncel bertek nîşan da. Cendirmeyan jî îdia kirin ku fermana bo wan hatiye wisa ye. Siyasetmedar û parêzerên li eywanê bertek nîşan dan. Tuncel û birayê wê hev nedîtin.
Danişîn, bi parastinan didome.