Tezkereya ku ji bo operasyona li dijî Iraq û Sûriyeyê rayeya dirêjkirinê dide serokkomar dê vê hefteyê li Meclisê bê nîqaşkirin. Parlamenterên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî tezkereya pêşkeşî Meclisê hatiye kirin axivî. Parlamenter bi wêneyên sivîlên di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatine qetilkirin, tev li daxuyaniyê bûn.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di daxuyaniyê de axivî û tezkere weke “dijminatiya li kurdan” pênase kir. Aydenîz, wiha domand: “Tekane sedema erêkirina tezkereyê li Meclisê û rayedayîna serokkomar, kûrkirin û neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Tezkere, ne tezkereya ewlehî û bekayê ye. Tezkere, tezkereya şerê li dijî kurdan e. Mudaxileya li dijî jiyana hevpar a ku gelê kurd dixwaze li Rojava û Iraqê ava bike ye. Lewma ev tezkereye, li dijî hebûn, ziman, çand û xaka gelê kurd e.”
Irara di neçareseriyê de
Bi domdarî Aydenîz destnîşan kir ku dewleta tirk hewl dide destkeftiyên gelê kurd tune bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de depoyên avê, tesîsên ceyran û petrolê, embarên genim, nexweşxane, mizgeft û qadên jiyanê hedef tên girtin. Gelo ev yek dikare çawa were nirxandin? Di encama êrişên di navbera 4-11’ê cotmehê de du jê zarok bi giştî 47 zarok hatin qetilkirin. Ev e ya ku gefê li ewlehiyê dixwe? Lewma di bin navê ewlehiyê de hewl didin hebûna gelekî terorîze bikin. Tekane armanca tezkereyê ew e ku şer gurtir bikin û li hêla din şerê li dijî kurdan e. Divê pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk, li ser bingeheke demokratîk li Meclisê were çareserkirin. Lê îktîdar bi rêya tezkereyan hewl dide hem li hundir hem jî li derve bi rêya şer xwe li ser hêsiran, zext û tunehesibandinê konsolîde bike.”
Di berdewamê de Aydenîz anî ziman ku bi rêya tezkereyan di pirsgirêka kurd de neçareserî tê ferzkirin û wiha pê de çû: “Ev neçareserî jî bi rêya tecrîdê tê ferzkirin. Hewl didin îradeya çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan bi van tezkereyan asteng bikin. AKP li pey xeyalên osmaniyan e. Lê ev xeyal dê di vê sedsalê de pêk neyên. Divê li Rojhilata Navîn aştî pêk bê.”
‘Dixwazin bi şer bikevin hilbijartinê’
Aydenîz, axaftina xwe wiha qedand: “Armanca din a îktîdarê ew e ku bi şer bikeve hilbijartinê. Vê îktîdarê pir hewl da ku li dijî Rojava û Sûriyeyê şer bide destpêkirin. Lê nekarî. Di pêvajoyeke ku em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçin de sozek nîne ku îktîdar bide gel. Lewma hewl dide xwe bi rêya şer konsolîde bike. Di pêvajoya ber bi hilbijartinên giştî yên sala 2018’an de Efrîn dagir kir. Bi heman awayî tevdigere. Yên ku ji tezkereyê re dibêjin ‘erê’, berpirsyarên wan binpêkirinan in.
Aliyê din ê vê tezkereyê jî krîza aborî ye. Çiqas şer ewqas jî krîza aborî. Çiqas operasyonên li derveyî welat, ewqas jî krîza aborî. Erdogan ji kesên digotin ‘em nikarin debara xwe bikin’ re got; ‘ma hûn dizanin bê ka bihayê her guleyekê bi çiqasî ye.’ Ev yek nîşan dide ku sedema krîza aborî, şer e. Bi şer, tezkere û cihêkariyê tu pirsgirêk çareser nabin. Divê bi rê û rêbazên demokratîk bên çareserkirin.
Ne bi neçareserkirina pirsgirêka kurd lê divê rêyên muzakereyê bên vekirin. Ev pirsgirêk bi polîtîkayên qeyûm û tecrîdê çareser nabe. Bi şer, bi tecrîd û operasyonên siyasî ev pirsgirêk çareser nabe. Rêya çareserkirina vê pirsgirêkê, aştî û guftûgo ye. Yên ku dixwazin di navbera Îsraîl-Filistînê de bibin navbeynkar, heta ku bi kurdan re bingeha jiyana hevpar ava nekin dê nekarin li Rojhilata Navîn bi rola navbeynkariyê rabin.
Berpirsiyarî dikeve ser milê muxalefetê
Ji bo tezkereya tê bînin Meclisê berpirsyartî dikeve ser milê muxalefetê. Werin em bi hev re rojeva ku dê li Rojhilata Navîn demokrasiyê pêş bixe û çareseriyê li Meclisê biaxivin. Em ê bi tu awayî polîtîkaya şer a îktîdara ku her carê hewl dide rejîma xwe ya yekzilamî nû bike erê nekin. Em ê destûrê nedin ku berê gelan bidin hev û li dijî hev bên sorkirin. Em ê ji bo tezkereyê re bibêjin ‘na.’ Li gorî me divê rola muxalefetê jî di van binpêkirinan de nebin.”