Ji îro û pê de, em ê ne gilî û gazind, bi fikr-î muqaddes û fikr-î azadî Kurdistan, her hefte bi hevre bin.
Di ser şerê cîhanê yê 1’emîn re, sed û neh sal derbas bûn. Hêzên ku xaka kurdan kirin navenda şer, hîna jî di aliyê ahlaqî de nehatine guhertin. Belkî bê gotin, ahlaqê dewletan nine, belê heye: Eger dewlet bêjin em demokratîk in, em dewleta hiquq in, pêwiste bi ahlaq bin. Ahlaq bingeha hiquq û demokrasî ye!…
Eger ahlaq nebe, mirov jî nine, eger hiquq nebe, faşîzm heye. Faşîzm jî dijminê mirovahiyê ye!… Ewropa di şerê 2’mîn yê cîhanê de faşîzma Hîtler û Musollînî mahkum kirin, lê faşîzma dewşîrmeyan tune nekirin.
Di ser peymana Sykes-Pîcot re sed û heft sal derbas bûn. Ev peymana “Pox Monopol’a netewe-dewletan e. Tê wateya hegemonya û metingeriya bazirganî. Balkêş e, bi vê peymana bêyom, Kurdistan parçe kirin, aheng û nîzama gelên herêmê serûbînî hev kirin, serdestiya zanistê, di “qewm-î dewşirme” û “çil harami” de kuştin.
Dî bedena tarîtiyê de, tirs û mirin serdest kirin!…
Di ser Peymana Lozanê re, sedsal derbasbûn. Ev peyman, navê xerakirina hevîr û haveynê cografya welatên li Rojhilata Navîn e. Li dijî herka dîrokê û ji hole rakirina rûmet-haysiyet û îradeya gelan e. Bû reçeteya kuştina komên xelkê û ji hole rakirina bextewariya civakan e.
Ev peyman, erêkirina qirkirina gelê ermenî, suryanî-keldanî, rum, çerkes û kurd e. Yanî jenosîd hatin kirin, ji ber ku kesî dengê xwe nekir jenosîd jî dewam dikin.
Şerekî giştî û du peyman, bûne bingeha xizanî û êşên mirovaniyê; ji serdema feodalîzmê bi gelekî zêdetir, mirovanî hatiye kolekirin. Zanist jî kirine aşê hêrandinê.
Digotin, zanist û huner jiyan e, Lê, mirov dibîne ku zanist û huner jî hatiye dagirkirin. Ji bo vê jî, gelek kar dikevê ser milên rewşenbîr, zanist, akademisyen, nivîskar û rojnamevanan. Divê kesek pirsa “gelo”, “belkî” neke.
Îro, şerê 3’yemîn ê cîhanê heye, balkêş e navenda şer jî xaka Kurdistanê ye. Tiştên dibin jî, dilê mirov dixelînin, arqa mirov diçe, îxanet, dirûtî, derew, malaqî, bextreşî, çepelî, qirêjî, kirêtî, hîle, deq û dolab zêde hene. Bi aşîkarî tê dîtin ku jonesîda sed salî dewam dike. Mînak jî êrîşa dawî ya dewleta tirk a li dijî Rojava ye. Nakokiyên hêzên serdest, desturê nadin ku rastî bê dîtin. Ji ber vê jî; mirovanî felcbûna ahlakî dijî.
Balkş e, berê nivîskaran, yan jî rojnamevanan, serdemên nû weke mizgîniyê didan. Îro rewş hatiye guhertin, mirovanî jî, serdema tarî ya dîroka hişmendî û ramanê dijî. Artêşên netewe-dewletan, bi êrîşên decalî tevdigerin, komkujiyên dikin jî wekî “vaka-î addîye-bûyerên edlî û ji rêzê” têne dîtin.
Ez mînaka êrîşa li dijî Rojava dubare dikim: Artêşa tirk di navbera 4 û 11`ê cotmehê de, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriye kir. Li gel kuştina 47 kesên û birîndarkirina 59 kesan, binesaziyên civakî, avahiyên cemaweri, akademî, xizmetguzarî, nexweşxane, stasyonên elektrîkê, av, enerjî, gaz û petrolê û gund kirin armanc. Ev êrîş bi planekî stratejîk û amadekariyek demdirêj hatin kirin. Erîşên bi vî rengî jî di çarçoveya sucên mirovaniyê de têne dîtin. Lê cîhan bêdeng e!
Desthilatdariya AKP/MHPê, “fetîh”, yanî dagirkeriyê wek mîras û maf dibîne, bê perva jî dike pratîkê.
Civaknasên tirk gelek caran dibêjin, bi şerê neteweyî nîrê koleti-çakerî hatiye şikandin. Ev kêmasiyek metodolojîk e, ne rast e, sed mixabin, bi şerê neteweyî yê Tirkiyê, metîngeriya sedsalî û qirkirina gelan hate destpê kirin. Sed mixabin, rayedarên Tirkiyê jî, bi zihniyeta “Silk-î Sakim-î Îştîrakîyun” haraket dikin, ev gotin tê wateya “riya nexweşiya ruhî’.
Di salvegera Peymana Lozanê de, desthilatdariya AKP/MHPê, bi îşareta gur û îşareta 4 teliyan, Îslamiyet jî kirine nava tezat û rezaletê. Cûdatiya wan ji çeteyên DAIŞê nine. Hin ulemayên Islamê, rêveberên AKP/MHP’ê bi tohmeta di riya Yezîd û Haccac tewanbar dikin. Ev rast e!…
Dewleta tirkî mînak e, gelê xwe, bi gotina Azîz Nesîn, ehmeq, bê hiş, kor û lal kiriye. Niha jî xîzan û feqîr dike. Serokkomar Erdogan dibêje, em şerê “bile îla-yi kelîmetullah” dikin. Ev gotina Osmaniyan e. Di şerê li dijî frengan-Ewropa de ev gotin dihate gotin. Erdogan, di şerê li dijî misilmanan de, vê gotinê bikartîne. Iran jî hemen tiştî dike.
Şerê li dijî misilmanan, kufr û mûşriktî ye.
Ne mînak, rastiyên dagirkeriyê; Tirkiyê ji Başûrê Kurdistanê biqasî 80 baregehên eskerî, navendên kontrolê û navendên MİT’ê avakirine. Iranê jî, ji Iraqê heta bi Suriye û Lubnanê 611 baregehên eskerî ava kirine. Yên Emerîka jî, li Suriye 21 yek in, li Iraqê jî hene.
Pirs; Dagirkerî çawa ye gelo?
Bi şerê cîhanê yê 1’emîn cîhan kete pêvejoya kolonyalîzma netewe-dewletan, mirovanî jî dibin desthilatdariyên deccal de ber bi tunekirinê ve diçe. Mamostayên mirovaniyê bîçare ne. Bi taybetî medya teslîm hatiye girtin. Mixabin ulemayên Islamê jî bêdeng in. Ev sefalet e. Xeflet û gûnahkarî ye. Ulemati, otorîteya aqil e, weke beşekî giring a mamostayên mirovaniyê têne qebûl kirin. Divê li dijî muşrîk û zaliman dengê xwe bilind bikin.
Xuya dike ku, hawar mayê têkoşîn û berxwedana gelan; mayê têkoşîn û berxwedana, rojnamevan, nivîskar û entellektuelên gelên bindest.
Helbet mebesta me, bi taybetî medya kurd, entellektueliya kurd e.
Medya kurd, entellektueliya kurd, êdî xwedî zanist, têgihiştin û tecrube ye… Divê li dijî tirsa dagirker û nokeran, li dijî guman û tevekulla gel dengê xwe bilind bikin. Mafdariya gelê kurd, Tevgera Azadiya Kurd, bi hêza demokrasiya kulturî û derfetên mekanîzmeya hemdemî û mafdarî, divê li dijî Erdoganê muşrîk û zalim dengê xwe bilind bikin.