13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zanîn û dozîneyên civaknasiyê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Civakîbûna mirov a sereke bi çanda mirov dest pê dike. Mirov vê yekê di pêvajoya civakbûna xwe de ya ku ji zayînê heya mirinê berdewam dike, werdigire. Hîmê bingehîn ê çandîbûn û civakîbûna mirov ziman e

Di hemû serdem û qonaxên dîrokî yên jiyana civakî de pêdiviya mirov û civakê her gav bi zanîn, zanebûn û agahiyên nû yên demê heye. Zanîn awaya têgihîştin, famkirin, dahûrandin û şîrovekirina jîngeh, jiyan, çand û civaka mirov bi xwe ye.  Kurte û zulaseya pêkhateyên hemû zanyariyên civakî bi zanînê pêkan dibin.  Yanî zanîn hêmaneke bingehîn, girîng û çarenîn a jiyana mirovê civakî ye. Zanîna ku jiyana mirov a civakî pênase dike û dadihûrîne, zanyariya civakî ye. Yekemîn mijara bingehîn a civakîbûna mirov û kesayetiya wî/wê ya civakî jî dîsa li gor zanyariya civakî tê pênasekirin.

Zanîn berhema ceribandin, ezmûn û zanebûna mirov e. Zanîn bi civakîbûna mirov dest pê dike û bi hemû girîngiya xwe ji bo pêdiviyên mirov ên civakî tê bikaranîn. Li gor vê girîngiyê; bi sedsalan e ku mirov bi zanînê re eleqedar dibin û her kes li bersiva pirsa  “zanîn çi ye?” digere û ji bo hînbûn û pêşketina wê hewl dide. Dozîneya zanînê jî bi saya van hewldanên bênavber pêş ve diçe.

Civakîbûna mirov a sereke bi çanda wî/wê dest pê dike. Mirov vê yekê di pêvajoya civakbûna xwe de ya ku ji zayînê heya mirinê berdewam dike, werdigire. Hîmê bingehîn ê çandîbûn û civakîbûna mirov zimanê wî/wê ye. Çandîbûn û civakîbûna mirov bi hev ve girêdayî ne. Çanda mirov bi çi awayî be, civakîbûna wî/wê jî li gor wê dişêwe û dikemile. Mirov zû bi zû nikare ji vê xetê derkeve û wêdetir biçe; hin caran taybetiyên vê çandê di hundirê xwe de dihewîne û hin caran jî dixwaze vê xetê derbas bike û kesayetiyeke xwe ya xweser pêk bîne. Kesayetiya mirov a xweser jî hin caran li gor pîvanên çand û civaka wî/wê, hin caran jî li gor çandeke têkel û tevlîhev teşe digire. Bi rastî li gor civaknasiyê, kesekî/e ku ji civakê dûr be an jî bi tevayî qutbiriya xwe ji civakê bike ne pêkan e. Lewre civakîbûn geşedaniyeke gerdûnî ye. Mirov bixwaze nexwaze di hemû domanên jiyana xwe de dibe parçeyekî çanda xwe û mînakeke berbiçav a civaka xwe. Cihê ku mirov lê hebin, civak û civakîbûn jî lê heye. Ji ber ku kesekî/e ku bikaribe dûrî civakê bijî û bi tena serê xwe hebûna xwe ya civakî bidomîne tune ye. Jixwe ne mimkûn e ku mirovek ne ayidî çand û civakekê be. Dibe ku ew çand û civak ne mirov be jî,  belê neçar e ku ew li gor rê û rêbazên civaka ku tê de dijî, tevbigere.

Wekî ku tê zanîn, hemû hêmanên çanda mirov li ser esasê zimanê wî/wê ava dibin. Nirxê xwezayî yê herî tebût û kartêker ziman e; yanî zimanê dayikê ye. Hînbûna zimanê dayikê berî civakîbûna mirov (berî bûyîna mirov) di zikê dayikê de; ango bi bilivketina mirov a di malzarokê de dest pêk dike û heta dawiya temenê wî/wê didome. Haya mirov jê hebe tune be, bandora ziman bi awayekî berbiçav di hemû hêmanên çanda wî/wê de digere. Pêşî çandîbûna mirov û paşê jî civakîbûna wî/wê li gor ziman û hêmanên çanda wî dişêwin û dikemilin.

Bi giştî teoriya zanîn û agahdarkirinê rêzkariyeke (dîsîplîneke) civaknasiyê ye; belê pêşî zanyariyên ku di asta teorîk de ne bi rê ve dibe, paşê jî zanyariyên ku di asta kardariyê de (bi ceribandinên ku bi dest ketine) rave û şîrove dike. Zanîna civaknasiyê pirsgirêkên civakî jî hilde dest; pirsgirêkan tesbît dike û ji bo çareseriyê wan pêşniyaran derpêş dike. Mirov hin caran pirsgirêkên xwe yên arizî bi awayekî razber, derveyî cudahiyên civakê û bi tena serê xwe jî teswîr dike. Teswîra zanînê û mijarên sereke yên civaknasiyê li gor kirar (kes), tişte (tişte) û kiryarê(lêkerê) pêk tên. Lê belê, ev nêzîkatî jî gelek caran zanîn û rastiya civakî ji hev vediqetine û mirov ji çareseriyê bi dûr dike.

Dozîneya zanînê, di vê çerçoveyê de ne li ser civaka ku pêwendiya xwe bi tişt (tişteyê) re datîne; berevajiyê wê, wê wekî diyardeyeke ji hawîrdorê veqetiyayî dihesibîne. Her çendî ku dîroka mijûlbûna zanîna civaknasiyê di asta teoriyê de mabe jî, ev hewldan hê jî didome. Belê hewcedariya zanîna civaknasiyê di van demên dawî de bêtir tê hisandin.  Berî ku mirov bigihîjin asta ku mijara sereke pêk tîne, çêtir e ku em bala xwe bidin ser têgihîştina razber a teoriya zanînê. Li gor dozîneya zanîna hemdem, zanîn û agahdarî diyardeyeke derûnî ye ku bi veguhastina di navbera kirar û tişteyê de tê bidestxistin. Bi kurtayî; zanîna civaknasiyê diyardeyeke derûnî ye ku xwe di ceribiandin û ezmûnên jiyanê de dide der. Wekî ku di vê pênaseyê de jî tê dîtin;  sê hêmanên sereke yên zanînê hene: kirar/kirde, tişt/tişte û kiryar/kardanî. Kirar, bi giştî ew ê ku zane; yanî mirov bi xwe ye. Tişte, hemû heyin û heyberên ku hene. Kiryar, girêdana navbera kirar û tişteyê ye.

Di hemû demên jiyanê de aliyê mirov ê çandî û civakî ji aliyê mirov ê şexsî û tenêtî bêtir pêş ve diçe. Mirovek çi qas çand û civaka xwe temsil bike dê çandîbûn û civakîbûna wî/wê jî ew qasî baş pêş ve biçe. Çandîbûn  û civakîbûna mirovekî/ê çi qas pêşve biçe,  dê hebûn û xwebûna wî /wê jî ew qasî baş bê parastin. Mirovê/a ku çand û civaka xwe baş temsîl neke, pêşî ji xwebûna xwe bi dûr dikeve û peyre jî li gel zimanê xwe û hemû nirxên xwe yên çandî û civakî di nav çerxa entegarasyon û bişaftinê de dimehe û tune dibe.

Gelek pirsgirêkên civaki yên ku di warê agahdarkirinê de derdikevin holê, pirsgirêkên ku di têkiliya kirde/kirar û tişt/tişteyê de derdikevin holê ne.

Ji do heta îro bi girîngîdayîna vê yekê ya yekalî  re gelek dozîneyên cuda derketine holê.

Ev dozîneyên yekalî yên ku ji hêla hin kesan ve rast û ji hêla hin kesan ve nerast têne dîtin bi giştî wekî du biran tên senifandin:

  1. Dozîneyên ku girîngiyê didin kirde û tişteyê
  2. Dozîneyên ku girîngiyê didin kar û kiryarê

Dozineya îdealîzmê (mengîweriyê) û dozîneya pêzewariyê (materyalîzmê) di bira yekem de cih digirin.

Dozîneya îdealîzmê, ramanê; dozîneya mateyalîzmê, daringê esas digire. Li gor îdealîzmê her tişt ji ramanê der dibe; li gor materyalîzmê her tişt ji daringê der dibe. Vac (mantiqa) materyalîzmê fetloyî û gilover e; mantiqa îdealîzmê teqal û rastek e. Angaşta îdealîzmê ew e ku hêza diyarker û sereke raman e û her tişt li gor ramanê dişêwe. Angaşta materyalîzmê ew e ku hêza sereke daring e û her tişt li gor daringê dişêwe. Dozineyên cûda yên ku li gor kiryara pêşniyarkirî derketine holê jî di bira duyemîn de cih digirin. Her wiha, ji bira dozîneya duyemîn gelek dozîneyên zanîn û civaknasiyê yên din jî hatine dariştin.

Zanîn û civaknasiya mirov a pêşketî çeq û terkîba (senteza) gelek dozîneyên civakî û dîrokî li ber çavan radixe. Li gor vê zanînê; mirov gihiştiye wê encamê ku tiştek bêyî zanînê çareser nabe. Belê divê zanîn jî ne di riya xirabî û xirakirinê de; divê di riya çêkirin û avakirinê de were bikaranîn.