Danişîna ewil a doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz diyar bû. Yilmaz, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hatibû girtin û zêdetirî 5 meh in li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Sîncanê tê ragirtin.
4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdianameya bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” hatiye amadekirin qebûl kir û 12’ê kanûnê weke roja danişînê destnîşan kir.