Desthilata AKP-MHP’ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dimeşîne. 31 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin. Ji bo bi doza kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin hikûmetê di salên 2013 û 2015’an de bi Abdullah Ocalan re ketin nava diyalogê. Piştî du salan Erdogan diyalog qut kir û pêvajo bi dawî kir. Siyasetmendar Farûk Unsal ji rojnameya me re axivî. Unsal diyar kir ku civakê diyalogê qebul kiribû û wiha got: “Di pêvajoya diyalogê ya di 2013’an de dest pê kir û heta dawiya hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an domiya, dewletê pirsgirêka muxatabên meseleya doza kurd çareser kir. Ji bo gelên Tirkiyeyê ev bendeke derûnî bû ku derbas kiribû. Ji xeynî hin îtîrazên biçûk, civakê ev qebûl kir. Li gorî vê yekê deriyên Îmraliyê hatin vekirin û diyaloga Qendîl-dewlet-Îmraliyê demeke dirêj aramiya li qadê misoger kir.”
Erdogan diyalog qut kir
Unsal anî ziman ku di heyamê de di navbera Bulent Arinç û Erdogan de li ser heyeta çavdêran polemîk derket û wiha pêde çû: “Tecrûbeyên navneteweyî yên çareserkirina nakokiyan nîşan didin ku ger pêvajoyên bi vî rengî ji aliyê lijneyek serbixwe yan jî komîteyeke çavdêriyê ya ku herdu alî jî pêbawer in neyên çavdêrîkirin, pêkan e ku alî hevdu tawanbar bikin an ji pêvajo bê îstismarkirin. Pêkane ku pêvajoyê bê bidawîkirin. Bi rastî di pêvajoya peymana Dolmabahçeyê de ji bo avakirina komîteya çavdêriyê hema hema lihevkirinek çêbû. Mijara çekberdanê jî di nav peymanê de cih girt. Di navbera Bulent Arinç û Erdogan de li ser heyeta çavdêran polemîk derket. Di rastiyê de Erdogan li dijî avakirina komîteyeke çavdêriyê derket û pêvajo xera kir.”
‘Erdogan şer bijart’
Unsal destnîşan kir ku Erdogan di aştiyê de winda kir û got: “Erdogan pêvajoya şer da destpêkirin. Hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî nîşan da ku aştî bû sedema têkçûna AKP’ê û siyaseta kurd bi ser dikeve. Erdogan şer xwest. Ji ber Erdogan nikaribû pêşî li pêşketinên li Rojava bigire şer hilbijart. Piştre sê baregehên leşkerî li Rojava ava kir. Di serdema diyalogên bi Îmraliyê re şer û rijandina xwînê rawestiya. Çareseriya kêşeyên çandî, îdarî, hiqûqî û siyasî hatin nîqaşkirin.”
Aştî bi vekirina Îmraliyê pêkan e
Unsal da zanîn ku aştî bi vekirina deriyê Îmraliyê ve girêdayî ye û wiha bi dawî kir: “Ger dîsa bê xwestin ku rijandina xwînê raweste, divê teqez careke din deriyê Îmraliyê bê vekirin. Lê dewlet ji bo piştgiriya siyasî û aborî ya Rûsyayê winda neke, dixwaze bi desteka Rûsyayê destkeftiyên Rojava tune bike û rê li pêş berfirehbûna Rojava ya ber Behra Spî qut bike. Ji ber vê yekê dewlet aştiyê naxwaze. Tişta ku dewlet herî zêde naxwaze bike jî vekirina deriyên Îmraliyê ye. Vekirina deriyên Îmraliyê ya 2.5 salan berdewam kir, rola xwe ya ji bo aştiyeke mayînde îspat kir.”