12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dara azadiyê wê her şîn bibe

Veysel Avci

Divê Îmrali wekî wêneyê Tirkiyeyê bê dîtin. Li Îmraliyê di şertê tecrîdê de paradîgmaya şaristaniya demokratîk pêş dixe. Dara azadiyê çiqas bê birîn jî dê her şîn bibe

Em di sala 25’emîn salvegera komploya navdewletî de ne. Armanca esasî ya komployê rakirina astengiya li pêş dîzaynkirina nû ya Rojhilata Navîn bû. Bi komployê dê hevsengiyên çerxa navneteweyî û îstismarkirina herêmî bi vî rengî bihata domandin. Li hemberî van astengî û geşedanan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bû sekna sazî û kesayeta herî mezin a dîrokî. Mirov dikare gelek sedemên din ên îdeolojîk û siyasî jî bide.

Gelek caran behsa van sedeman hatiye kirin. Em dikarin li ser kesên ku komplo plan kirine û pêk anîne nirxandinekê bikin. Serdema çaryeka sedsalê, wê nirxandineke berfireh a encaman pêşkêşî me bike. Li gorî vê; bi girtina Rêber Ocalan û radestkirina Tirkiyeyê re, tevgera PKK’ê nehat marjînalîzekirin û tasfiyekirin. Ocalan di pêvajoya darizandinê de stratejiyeke ji ya ku dihate pêşbînîkirin cudatir kir. Daneyeke din a girîng jî ew bû ku girseyên gel di asteke nediyar de hembêz kirin.

Girîngtir bû ku di şert û mercên esaretê de ji xeta Marksîst a klasîk derkeve û Paradîgmaya konfederalîzma demokratîk û sosyalîzma demokratîk were formulekirin û weke alternatîf were pêşkêşkirin.

Jinûve avakirina PKK û KCK’ê û piştî wê jî avakirina pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke alternatîfa modela netewe-dewletê divê bê nirxandin. Ji ber vê yekê koalîsyona navneteweyî û hêzên komploger bi xwe jî, dînamîka rêxistinbûyî ya li Rojava ji bo xwe weke tifaqeke herêmî dîtin. Ev hêza leşkerî ya birêxistinkirî û gelê bawermend bû ku DAIŞ têk bir. Bi awayekî realîstir bibêjin; Îmraliyê DAIŞ têk bir ku hêzên navneteweyî û Rûsyayê nekarîn têk bibin! Ji xeynî van, rêxistina demokratîk a li Tirkiyeyê, tasfiye nebû, dijberî vê yekê bêtir mezin bû û gihişt asta ku zêdeyî sed şaredariyan bistîne.

Ev partî ji ber paradîgmaya Îmraliyê di Meclisa Tirkiyeyê de bû partiya sêyemîn a herî mezin. Bi milyonan kes kom bûn û bi yek banga Abdullah Ocalan kirin. Vê yekê dersek pir dîrokî da komplogeran. Xwestin Ocalan li Îmraliyê di hucreyeke biçûk de tune bikin û ji dîrokê rakin. Lê îro di aliyê siyasî, rêxistinî, bîrdozî û civakî de li hemû parzemînan bûye afirînerê teorîk û pêşengê modela alternatîfa demokratîk a gerdûnî.

Lê dewleta tirk û hikûmetên wê serdemê ji destpêkê ve fêm kirin ku di çareseriya pirsgirêka kurd de yekane aktorê diyarker Abdullah Ocalan e.

Dewleta tirk xitimiye

Ji ber vê yekê di her pêvajoyê de danûstandin berdewam kirin. Ji ber ku armanca bingehîn a hevdîtinan her carê tasfiyekirina tevgera azadiyê ya navenda wê Îmraliyê bû, aştiyeke rast û mayînde pêk nehat. Kurtbîniya siyasî ya mejiyê desthilatdariya tirk, korbûna wan a heta radeya ku nikaribe paşerojê bixwîne, tirsên dîrokî û hesabên berjewendîparêz ên navendên sermayeya elît di vê de diyarker bûn. Ji ber ku israra di înkar û îmhayê de bû polîtîkaya bingehîn, tu encam bi dest nexistin. Tecrîda giran a ku bi taybetî di sê salên dawî de tê meşandin, bêçaretî û xitimandina dewleta tirk a rêveberî û binyadî nîşan dide. Ango tecrîd li ber çavê dewletê bûye polîtîkaya bingehîn a xitimandinê. Rastir e ku meriv vê yekê wekî qelsiya hikûmetê bi nav bike. Lê weke ku em îro li gelek erdnîgariyan dibînin, dewletên ku bi hêz tên dîtin, li gorî temen û guherînên konjonkturel xwe ji nû ve ava kirine û pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser kirine û derbas kirine. Ya ku dewleta tirk nikare bike jî ev e.

Di vir de dibe ku mirov vê pirsê bipirse: Gelo dewletê rêberê tevgera neteweyî ya ku 40 sal in pê re şer dike nas nekir? Ma ew kesê ku 24 salan di hucreya yekesî de hiştiye, 24 saetan lê temaşe kiriye, bi rayedarên herî bilind re hevdîtin pêk aniye û bandora wî ya civakî gelek caran ceribandine, nikare analîz bike?

Bihesibînin ku dewlet ev yek kiribe, çima dixwaze ku Abdullah Ocalan gavekê paşde bavêje? Ev tê wê wateyê ku AKP’a ku bandoreke girîng li ser dîroka siyasî ya 25 salên dawî ya Tirkiyeyê kir, ne hikûmeteke bi qasî ku tê texmînkirin bi hêz e û ne jî nikare bibe ye.

Encameke din a ku divê bê diyarkirin ew e ku dewlet û hikûmet naxwaze Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin. Ya din jî, ew vê yekê ji bo berjewendiyên xwe yên elît û birdozîk nabînin. Di civaka Tirkiyeyê de korbûna piralî û bêhişmendiya siyasî bingeha vê pêvajoya çareseriyê ava dike. Hemû hêzên li ser asta siyasî ya muxalefetê di rewşeke wiha de ne. Bi narkoza neteweperestiyê hatine bêbandorkirin. Lewma tecrîda li Îmraliyê tê wateya girtina deriyan li ber dînamîkên guhertina serdemê ya li Tirkiye û Kurdistanê. Bi tecrîta li ser yek kesî tê xwestin ku pêşeroja her kesê ku li vê erdnîgariyê dijî, li gorî xwe diyar bikin.

Roj bi roj şert û mercên jiyana civakî xera dibe. Lê li dijî vê neafirandina muxalefeteke demokratîk a birêxistinkirî; têkçûn û teslîmiyeta herî mezin pêş dixe. Civak kêlî bi kêlî di bin gefan de dijî. Her ku tecrîd berdewam dike, xizanî, newekhevî û jiyana nedemokratîk kûrtir dibe û rûmeta mirovan tê şikandin.

Di encamê de divê Îmraliyê weke wêneyê Tirkiyeya Mîkro û Kurdistanê bê dîtin û li gorî wê nêzîkatî bê kirin. Encama ku hêzên emperyal ên navneteweyî xwestin bi komployên li dijî dîrokê biafirînin ev bû.

Li ser bingeha vê encamê, Rojhilata Navîn bi çarenûsa xerab re dijî. Lê yê ku di şert û mercên tecrîdê de paradîgmaya şaristaniya demokratîk pêşkêşî hemû mirovahiyê kir, Abdullah Ocalan e. Ev dara azadiyê çiqasî bê birîn û bi tecrîdê bê zuhakirin jî wê bidome û şîn bibe. “Sosyalizma demokratîk wê bi ser bikevê!”