Komploya navdewletî di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurdistanê hate kirin, di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir. Ocalan neçar hate hiştin ku ji Rojhilata Navîn derkeve.
Ocalan 15’ê Sibata 1999’an de ji Sefaretxaneya Bilind a Yewnanistanê ya li Kenyayê hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ocalan sala 2003’yan parêznameyek pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a Atînayê kir ku lê dihate darizandin. Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê (Ji Dadger û Endamên Jûrî yên Dadgeha Sondxwarî ya Têkel a Atînayê re û Parastina Atînayê) qala sedema komployê kir.
‘Min hevkarî qebûl nekir’
Hêzên hegemon ên sîstema kapîtalîst Îngilistan û DYA ku hewl didin li ser hemû dewlemendiyên ser û binê erdê, petrol, civak û rêveberiyên Rojhilata Navîn serdest bin, dewlet, civak, rêxistin û kesayetên hevkariya vê polîtîkayê nakin îmha û tasfiye dikin. Vê yekê ji berê ve weke rêbazekê bi kar tînin. Em ji destpêkê ve di xeta azadîparêzî û serxwebûna gelên Rojhilata Navîn de israr dikin, lewma em bûn hedefa van polîtîkayên tasfiyeyê û komployê. Dema ku em li Şamê bûn, Îngilistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) qasidên xwe şandin û gotin ku divê em li gorî polîtîkayên wan ên Rojhilata Navîn tevbigerin, naxwe wê me tasfiye bikin. Min pêşniyara wan a ji bo hevkariyê red kir. Min ji wan re got ku em ê dev ji xeta serxwebûn û azadîparêziya gelan bernedin. Piştre Talabanî hat û ji min re got; “Ocalan te çi kir, te serê xwe xist nava belayê!” û xwest ku ez biryara xwe ji nû ve binirxînim. Hewl da ku min îqna bike ji bo bi van hêzan re hevkariyê bikim. Lê min pêşniyar qebûl nekir. Min got; “Ez mirovekî xwedî pîvan im, xeta min ji bo gelan e. Ez şervanekî azadiyê me ku utopya wekhevî û azadiyê ya hezaran salan a gelan temsîl dikim, nabim şervanê kesî.” Ji ber vê yekê biryar dan ku min tasfiye bikin. Hesabê wê yekê dikirin ku bi tasfiyekirina min re PKK bê serî bimîne yan na.
Gladiyoyê biryara 3 hêzan bi cih anî
Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayîn. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi destê Gladiyoya NATO’yê gav bi gav bi cih bihata anîn. Operasyonên Gladiyoyê di heman demê de ji bo wê yekê bûn ku Tirkiyeyê hîn bêhtir bi xwe ve girê bidin. 9’ê Nîsana 1996’an di navbera Serokwezîrê Yewnanistanê Kostas Sîmîtîs û Serokê DYA’yê Bîll Clînton de li Qesra Spî hevdîtineke veşartî hate kirin (Rapora vê hevdîtinê wê piştre di çapemeniyê de bihata weşandin). Di vê hevdîtinê de li ser min bazarî dihate kirin. Zêdeyî 20 salan li Rojhilata Navîn û li Sûriyeyê mabûm. Min gelek têkilî danîbû û kar kiribû. Pêşketin û gavên dîrokî rû dabûn. Lê belê DYA-NATO-Îsraîl û Tirkiyeyê ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve dor li Sûriyeyê girtin. Ev dorpêçî roja 9’ê Cotmeha 1998’an derket asta herî bilind.
Sûriyeyê serî tewand
Sûriyeyê serê xwe li ber van zextan tewand û di mijara PKK’ê de bi van hêzan re li hev kir. Rayedarên Sûriyeyê ji min xwestin ku bi lez û bez Sûriyeyê biterikînim û gotin; “Nesekine, biçe!”
Eger biçûma çiyê…
Ji bo min gelekî hêja û giranbuha ye ku ji azadî û jiyana mirovan eger bi qasî serê derziyê derfetên aştiyane hebe di vê were ceribandin. Ji ber vê yekê, tevî ku derketina serê çiyê xewn û xeyala min a 40 salî bû, min ev yek nekir. Hîn jî pê bawerim ku min ya rast kir û 9’ê Cotmeha 1998’an min berê xwe neda Zagrosan. Eger biçûma çiyê, bombeyên ji bo Afganistanê hatin bikaranîn wê destpêkê li dijî me bihatina bikaranîn. Şer wê bibûya şerekî şexsî.
Sozên Kostas Badûvas
Li gel van sedemên giştî, sozên ku Wezîrê berê yê Ragihandinê yê Yewnanistanê û parlamenterê PASOK’ê Kostas Badûvas dan min, bandor li biryara min a ji bo derketina Atînayê û Ewropayê kir. Roja 6’ê Cotmeha sala 1998’an li Şamê di hevdîtinê de (Ayfer Kaya jî şahid e) Badûvas bi bîr xist ku 109 parlamenterên Parlamenta Yewnanistanê min vexwendine Yewnanistanê û got ku hikûmeta yewnan destekê dide hatina min a Atînayê, ew ê jî vegere welatê xwe û ji bo hatina min dest bi amadekariyan bike. Soz da ku wê li Balafirgeha Atînayê bê pêşiya min.
Rêwîtiya ji Şamê ber bi Atînayê ve
Li ser vê bingehê, roja 9’ê Cotmeha 1998’an ji Balafirgeha Şamê bi balafireke rêwiyan a Sûriyeyê me berê xwe dan Atînayê. Dema ku balafir daket Balafirgeha Hellînîkon a Atînayê, Badûvas ê ku gotibû wê amadekariyan bike û soz dabû ku wê min pêşwazî bike, xuya nedikir. Kesek tune bû.
Endamên îstîxbaratê hatin
Em li benda Badûvas bûn, lê yên derketin pêşiya me Savvas Kalenterîdîs û payebilindekî îstîxbaratê Stavrakakîs bûn. Dema em li balafirgehê disekinînin, Afyer Kaya ya bi min re bû, gelek caran bi rêya telefonê li Badûvas geriya. Badûvas got, “Tiştekî ku ez karibim bikim nîne, li serokwezaretiyê di hevdîtinê de me” û nehat.
Badûvas şagirtê Îngîlistanê bû
Piştre aşkera bû ku ji bo ji Sûriyeyê derkevim û bikevim xefika Yewnanistanê, di şexsê Badûvas de rola Îngilistanê heye. Vexwendina Badûvas ku şagirtekî îngilîzan e, weke gava destpêkê ya komploya DYA-Îngilistan-Sîmîtîs kete dewrê. Ji vê kêliyê û pê ve ez bi ku ve çûm, ji aliyê NATO û DYA’yê ve bi rengekî bê eman hatim şopandin û kontrolkirin.
Ji Atînayê berê xwe da Moskovayê
Bi gef, tirs û fikareke mezin nêzîkatiyeke welê li min hate nîşandan ku divê heta saet pêncê heman rojê derkevim, naxwe wê tehde li min bê kirin. Ne li benda vê rewşê bûm û ji vê yekê re jî ne amade bûm. Piştî ku vexwendînameya ji aliyê nûnerê me yê li Rûsyayê Mahîr Welat (Nûman Ûçar) ve hate amadekirin bi rêya faksê hate şandin, Stavrakakîs got ku li Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê nasên wî hene û bi karên vîzeyê dibiliyan. Wezareta Karên Derve ya yewnan bi bayê bezê balafireke taybet amade kir û heman rojê (9’ê Cotmehê) ez birin Moskovayê. Ji bo bi me re were Kalenderîdîs “fanatîkê min” xistin balafirê.
Li Moskovayê serlêdana penaberiyê
Dema ku em li Moskovayê peya bûn, nûnerê me yê li Rûsyayê Mahîr Welat û endamên ewlekariya Rûsyayê hatin pêşwaziya me. Jîrînovskî jî bi wan re bû. Piştî ku em şevekê li mala Jîrînovskî bûn mêvan, em ji wir birin maleke li qadeke çiyayî. Di vê demê de min serlêdana xwe ya ji bo penaberiya siyasî radestî wezîfedarê rûs kir ku ji bo ewlekariyê bi me re bû. Di roja duyemîn de ya li Rûsyayê (11’ê Cotmeha 1998’an), rawestgeh jî di nav de agahiyên îstîxbaratê yên piştî derketina ji Sûriyeyê gihîştibûn Enqereyê. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Mesût Yilmaz 11’ê Cotmeha 1998’an civîneke çapemeniyê li dar mijarê li dar xist û got: “Bi saya agahiya ku rêxistina îstîxbaratê ya welatekî hevalbend daye me, em pê zanin ku Ocalan li Rûsyayê ye.” Tevî ku ji Yilmaz hate pirsîn bê rêxistina îstîxbaratê ya kîjan welatî ye, bersiv neda.
Dûmayê daxwaza min qebûl kir
Min ji baskê jêrîn ê Parlamenta Rûsyayê ji Dûmayê daxwaza penaberiya siyasî kir. Dûmayê li ser vê yekê polîtîkayên qirêj û kiryarên nehiqûqî yên li dijî min dihatin kirin, şermezar kir û piştre roja 4’ê mijdara 1998’an li dijî dengekî dijber bi 298 dengên erê, daxwaza min a ji bo penaberiya siyasî qebûl kir. Bi vî rengî hate erêkirin ku Federasyona Rûsyayê mafê penaberiya siyasî bide min.
DYA’yê nerazîbûn nîşan da
Nerazîbûna destpêkê ya li dijî vê biryara Dûmayê ji DYA’yê hat. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê James Rûbîn bi daxuyaniyekê got: “Wezîra Karên Derve Madeleîne Albrîght, PKK weke rêxistina terorê îlan kiriye. Me ji hikûmeta Rûsyayê xwest ku ji bo Ocalan tavilê bê dersînorkirin an jî were radestkirin, gavên pêwîst biavêje. Divê tu welat mafê penaberiyê nede vî ‘terorîstî’. Dubare dikim, divê tu welat!”
Xayinên girîng ên sosyalîzmê
Prîmakov biryara Dûmayê qebûl nekir. Di vir de dibe ku rola krîza aborî ya Rûsyayê hebe. Ji xwe Rûsya di serdemeke krîzê ya dejenerebûnê de bû ku piştî reel sosyalîzmê kete navê. Serokwezîr Prîmakov û serok Yeltsîn xayinên girîng ên reel sosyalîzmê bûn. Berjewendiyên li ser bingeha aborî û îstîxbarata veşartî-gemarî, rewşa min çiqasî stratejîk jî be dikir ku wê wextê bêm firotin. Xapandina xwe bi xwe bû ku ji van kesên sîstema mezin a Sovyetê firotin li bendê bûm ku hurmetê nîşanî nirxên azadiyê bidin.
Xwestin min bibin Kibrisê
Moskova ku yek ji navendên bijarte yên şaristaniya kapîtalîst e, wê lîstika namerdî ya li dijî sosyalîzmê lîst, bêyî li ber xwe bikeve di meseleya min de jî bilîsta. Biryara qebûlkirina penaberiya min ku li Dûmayê li dijî dengekî bi 298 dengan hate qebûlkirin wê ji bo Prîmakov bêwate bûya û Prîmakov wê bi helwesteke li derveyî hiqûqê tevbigeriya. Di nava vê tevlîheviyê de xwestin min bi zorê di ser Tirkiyeyê re daxînin Kibrisê. Rayedarê îstîxbarata Rûsyayê Heba Çîlî ku wê wextê bi min re bû got: “Me ji we re Kibris amade kir, hûn ê biçin wir.” Ev yek operasyoneke tinekirinê bû. Piştî ku hîn bûm wê balafir di ser Tirkiyeyê re biçe, min got, ya wê li hewayê bê teqandin, ya jî li Enqereyê bê daxistin. Û bi vê bîr û baweriyê min qebûl nekir ku biçim Kibrisê.
Piştî 33 rojan hat Îtalyayê
Ji ber ku rewşa li Rûsyayê metirsîdar bû, bi rêya nûnerê me yê li Îtalyayê Ahmet Yaman, min agahî gihand parlamenterê Partiya Komunîst a Jinûve Rizgariyê ya Îtalyayê (PRC) Ramon Mantovanî. Piştî ku Mantovanî kete dewrê, roja 12’ê mijdara 1998’an ji Rûsyayê derbasî paytexta Rûsya Moskovaayê bûm. Bi vî rengî serdana min a destpêkê ya Rûsyayê li dû 33 rojan qediya.
Ewil girtin, piştre dorpêç
Dema ku gihaştim Îtalyayê li benda dostaniyê bûm, lê hatim girtin. Dadgehê piştre biryara girtinê rakir, lê belê ez xist nava dorpêçiyeke tund. Ji bo bêm revandin her rê û rêbaz hatin ceribandin. Yekîneya ewlekariyê ya ku li Îtalyayê têkilî bi min re danî, hêzeke taybet bû ku bi NATO’yê ve girêdayî bû. Hêza Desteya D’Alema tune bû ku li ber vê hêzê rabe û haya wan jî ji vê hêzê tune bû. Guh nedidan kesî û li gorî xwe tevdigeriyan. Hikûmeta Îtalyayê ji xwe ne bawer bû û ne hêza diyarker bû. Nêzîkatiya vê yekîneyê ya li min gelekî tund û bêhurmetî bû. Mîna ku sûcdarek im nêzî min bûn, şopa tiliya min girtin û wêneyên min kişandin. Di nava şert û mercên destgîrkirinê de dihatin girtin. Destûr nedidan ku bi daxwaza xwe biçim cihekî. Piştre min işaret bi rewşa xwe ya tenduristiyê kir û li ser vê yekê ez birin cihekî ku karibe tedawî lê were kirin.
Li Romayê serlêdana penaberiyê
Di vê demê de min bi rengekî nivîskî ji bo penaberiya siyasî serî li meqamên fermî da. Tevî hemû neyînî, zor û zehmetiyan jî, Îtalyayê ji welatên din cudatir (Yewnanistan, Rûsya) qet nebe karên fermî dikir. Welatê destpêkê û yê dawî bû ku daxwaza min a ji bo penaberiyê di asta hikumetê de nirxand. Dadgehê ev daxwaza min nirxand û biryareke navberê da. Di biryara navberê de wiha dihate gotin; “Heta ku biryar li ser serlêdana penaberiyê were dayîn, Wezareta Edaletê ya Îtalyayê xwedî wî mafî ye ku li ser serbesthiştina min biryarê bide.” Li ser vê biryara dadgehê, li taxa Înfernetto ya Romayê mam. Mayîna min xwe dispart garantiyeke hiqûqî.
Li Serokwezîrê Îtalyayê geriya
Wezîra Karên Derve ya DYA’yê Madeleîne Albrîght wê 21’ê mijdara 1998’an ji bo ji aliyê tu welatî ve neyêm qebûlkirin biketibûya nava hewldanan û di vê çarçoveyê de bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê yê wê wextê Javîer Solana re hevdîtineke demdirêj bikira. Piştre Serokê DYA’yê Bîll Clînton bi xwe kete dewrê. Clînton 24’ê mijdara 1998’an du caran bi rêya telefonê li Serokwezîrê Îtalyayê D’Alema geriya û jê re got: “Ji vê şaşitiya dîrokî vegere.”
Min ji bo aştiyê hewl da
Dema ku li Îtalyayê bûm li ser armanca mayîna xwe ya li Ewropayê min daxuyanî da û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û pêkhatina aştiyê hewl didim. Bi vê armancê min hin bang kir.
Hevkariya DYA û Tirkiyeyê
Yek ji kesên destpêkê yên nerazîbûn nîşanî daxuyaniya min a 26’ê mijdara 1998’an da, berdevkê wê demê yê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê James Rûbîn bû. Berdevk got: “Divê Ocalan tavilê radestî Tirkiyeyê were kirin.” Li gel vê yekê, hikûmeta tirk jî daxwaz li Îtalyayê kir ku min radestî wan bike.