12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navên gundan ên rast li nexşeyê dinexişîne

Li Tirkiyeyê navê bi deh hezaran gundan ên bi erebî, bûlgarî, ermenî, gurcî, kurdî, lazî, suryanî, yûnanî hatine guhertin û navên tirkî li wan hatine kirin. Di çarçoveya polîtîkayên tirkkirinê de guhertina navên gundan, piştî darbeya leşkerî ya Cemiyeta Îttîhat Terakkî, di sala 1913’an de dest pê kiriye. Bi avabûna komara Tirkiyeyê re ev polîtîka hatiye kûrkirin.

Li gorî daneyên fermî, navên 12 hezar û 211 gundan hatine guhertin û tirkîkirin. Bi gundan re navê çem, gelî û çiyayan jî hatine guhertin. Bi giştî navên 28 hezar gund, çem, gelî û çiyayan hatine guhertin.

Bi guhertina navên cihan re, piraniya gelên ku navên zimanê wan li jorê derbas dibin ji ser av û axa xwe hatine koçberkirin. Ji ber vê yekê li deverên din ên Tirkiyeyê, îro navên tirkî hatine qebûlkirin û navên wan ên rast hatine jibîrkirin. Hema bibêje kes navên wan ên rast nizane. Li bakurê Kurdistanê ji ber mayîna kurdan a li ser av û axa xwe rewş berovajiyê van deveran e. Navên rast ên gundan hê jî tên bikaranîn û ji bilî fermiyetê kes navên tirkî bi kar nayne, lê dewlet jî di navê fermî de israr dike û dixwaze navê tirkî bide qebûlkirin.

Di 2010’an de dest pê dike

Li Amedê welatiyê bi navê Mordem Zel (45) ku li dawetan kilaman dibêje û bi vê re berhevkarî û lêkolîneriyê dike, ji bo mayîndekirina navên gundên bakurê Kurdistanê yên rast dest bi xebateke hêja kiriye. Zel, navên wan ên kurdî berhev dike û li nexşeyên navçe û bajaran bi cih dike. Em bi Mordem Zel re hatin ba hev û li ser xebata wî axivîn. Zel, di sala 2010’an de dest bi vê xebatê kiriye. Beriya ku dest pê bike, di sala 1994’an de koçî bajarên Tirkiyeyê dibe û ciwaniya wî li Stenbolê derbas dibe. Ew li vir zêde nakeve bin bandora zimanê tirkî.

 Ewil gundê xwe meraq dike

Zel, di sala 2007’an vedigere gundê xwe û bi van gotinan qala destpêkirina xebata xwe kir: “Hesreta axê û ziman; eşqa welat di dilê min de hebû. Destpêkê min navê gundê me kola. Min pirsa gelo ka navê gundê me ji kur tê ji xwe kir. (Qulî-Huseynîk: Arikli). Piştî navê gundê me navên gundên cîranê me ji min re bûn meraq.”

Zel, piştî van meraq û daxwazan di dawiya sala 2010’an de navên kevn ên hemû gundên Licê berhev dike û piştre bi demê re navê kevn ên hemû navçeyên Amedê berhev dike. Bi armanca ku ev xebat bi kêrî zarokên kurdan bê, Zel dest bi vê xebatê kiriye. Zel got ku wê li dibistanên azad ên kurdî hemû nexşeyên wî çêkirine bê daliqandin.

Li qewê pirsî

Zel, der barê rêbaza xebata xwe de diyar kir ku ji bo berhevkirina navên gundan ji înternetê sûd wergirtiye û ev tişt anî ziman: “Tişta herî girîng li cih lêkolînkirina navên gundan e. Min têkiliya xwe bi keyayan re danî û xwe gihand navên gundan. Li telefonê li wan geriyam û navê kevn ên gundê wan ji wan pirsî. Dîsa çûm navçeyên ku min navê gundê wan berhev kirine. Li navendên navçeyan çûm qeweyan û navê rast ên gundan ji gundiyên li qewê pirsî. Ji bilî navendên navçeyan çûm gelek gundan jî.”

 Bajar bi bajar

Zel navên gundan ne li gorî devoka gundiyan, li gorî rastnivîsê nivîsandiye û li bajarên mîna Amed, Çewlîg, Dêrsim, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Colemêrg, Wan, Bedlîs, Mûş, Riha, Xarpêt, Meletî, Mereş, Semsûr xebitiye û navên gundan ên rast berhev kirine. Li hin bajaran navên gundên, hemû navçeyan berhev kirine û li hin bajaran jî navên gundên hin navçeyan nivîsandine.

Bajarên ku navên gundên hemû navçeyên wan hatine berhevkirin; Amed, Çewlîg, Dêrsim, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Colemêrg. Bajarên ku navên gundên hinek navçeyên wan hatine berhevkirin; Wan (Westan, Elbak), Bedlîs (Xîzan, Tetwan), Mûş (Gimgim, Melazgir), Riha (Pirsûs, Cirnêreş, Wêranşar, Siwêreg), Xarpêt (Miyaran, Meden, Dep, Kovanciyan, Xox), Meletî (Şîro), Mereş (Pazarcix), Semsûr (Kolik) . Bajarên ku qet navên gundên wan nehatine berhevkirin; Agirî, Qers, Erzîngan, Îdir, Sêwaz, Dîlok, Şirnex, Erdexan, Erzerom.

Zel hemû navên gundên ku berhev kirine, li ser nexşeyê nexşandine. Ne tenê navên gundan, navên çem, çiya û deverên dîrokî yên li gundan jî berhev  kirine û bi gundan re li ser nexşeyê bi cih kirine. Piştî ku xebata xwe bi encam bike, difikire ku di demên pêş de weke ansîklopediyekê çap bike.

Weke hedef Zel, berhevkirina hemû navên gundên bakurê Kurdistanê daniye pêşiya xwe. Zel,  gundên ku berê hebûne lê niha bûne kavil û vala ne jî dîtine û navên wan li nexşeyê bi cih kirine. Dîsa mezrayên ku nû ava bûne û navên wan di qeydan de tunene jî bi cih kirine.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê