Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan 24 sal in bi tena serê xwe di yek hucreyê de dîl tê girtin. 31 meh in bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Her çend parêzer hefteyên du caran û malbat her ji 15 rojan carekê ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinan pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin jî hemû serlêdanên wan tên redkirin. Li gel Ocalan Mehmet Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di tecrîdek giran de tên girtin. Her dawî birayî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, Mehmet Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê bi Ocalan re axivî. Lê telefon piştî 4 deqîqeyan hat qutkirin. Parlementera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît der barê Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û tecrîda girankirî ya li Grava Îmraliyê pêk tê nirxand.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di destpêkê de diyar kir ku ev komloya li dijî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan pêk tê bi destê gelek dewletan pêk hat û got: “Li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn sed sal in şer kêm nebûye. Lewra hebûna gelek netewe û mezhebên ji aliyê rejîmên nijadperest ve hatin înkarkirin. Li ser gelan polîtîkaya ‘Yek netewe û yek mezhep’ hat ferzkirin. Ji bo berdewamiya vê rejîme jî hemû dewletan alîkarî dan hev. Welatên din jî ji ber berjewendiyên xwe bê deng man. Lê bi pêşengiya gelê kurd, li dijî vê pergalê antî-tezek derket holê. Ji bo azadiya jinan, wekhewiya gelan, parastina xwazayê, pergaleke demokratîk ev hêvî û daxwaz wek xetere hat dîtin. Ji bo bên astengkirin hevkariyeke pirralî ya dewletan derkete holê. Lewma di nava kompoloya li dijî birêz Abdûllah Ocalan de tenê dewletek, rejîmek nîn e. Ev bêguman komployeke navdewletî ye.”
Hebûna aloziyê
Sayyîgît, anî zinam ku ev komplo bi awayekî korsanvarî, nasnekirina nirxên hiqûqî yên navdewletî ji aliyê hêzên hegemonîk ve hat birêvebirin û ev tişt got: “Ligel vê çareseriyê kêşeya kurd ne li gorî berjewendiya gelek dewlet û hikumetan e. Hin dewlet hene ku dixwazin hebûna xwe bi aloziyê misoger bikin. Ji ber vê hêzên desthilat ên li Tirkiyeyê jî heta îro li ser vê esasê tev geriyan. Lê tê dîtin ku bi sekna birêz Ocalan a ku di nava her şert û mercan de aştiyê diparêze. Divê baş bê zanîn ku sedema radestkirina birêz Ocalan ne ji ber çareseriya kêşeya kurd bû. Hêzên Navdewletî xwestin ku aktorekî bi bandor ji navberê derkeve. Jixwe di nava 25 salan de bi vî awayî derbas bû. Lê rayedarên Tirkiyeyê hikumeta AKP’ê ev yek ferq nekirin. Balkêş e ku di nava 6-7 salan de bi girankirina tecrîdê roj bi roj li Tirkiyeyê aloziyeke aborî û siyasî mezin bû. Ji ber vê sekna li hemberî bidawîkirina tecrîdê aştî, hiqûq û demokrasiyê ye.”
Dijmiroviya konseya Ewropayê
Sayyîgît, bi lêv ki ku li gora vê ferasetê nirxên hiqûqî, edalet, aştî û azadî bê wate ne û wiha dirêj kir: “Jixwe ji mêj ve li Girava Îmraliyê ku bi pergaleke taybet hatiye dîzaykirin. Rejîmeke taybet tê meşandin. Gelek hiqûqnas diyar dikin ku ev taybetiya pergalê hiqûqê binpê dike. Li vê giravê hiqûq tune ye. Mafên Bingehîn ên Zagonî li Îmraliyê tune ne. Ji ber vê qet nahêlin ku di nava wan de der barê tecrîdê de dengekî cuda derkeve. Bêdengî hinekî bi vê yekê girêdeyî ye. Di heman demê de saziyên navneteweyî jî bêdeng in. Heta ku Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê (CPT) jî rol û misyona xwe nalîze komploya navdewletî bi dawî nabe. Hê jî tê xwestin ku kêşeya kurd çareser nebe. Pirgirêkên weke kêşeya kurd bi muxatabên rast û aktorên bi bandor tên çareserîkirin. Em jî ji bo ku şertên demokratîk çêbibin, pereyên kedkar û gelan ji bo şer neyên xerckirin, dibêjin bila tecrîd bê bidawîkirin û çareserî pêk bê.”
Hevkariya rejîman
Sayyîgît da zanîn ku li ser vê serdanê gelek niqaş çêbûn û wiha pêde çû: “Ji bo rapora ku der barê vê serdanê de hatiye amadekirin, were aşkerekirin parêzer û saziyan bang li CPT’î kirin. Lê ji ber ku Tirkiye naxwaze heta niha jî tu bersiv bi rayagiştî re nehatiye parvekirin. Divê ku ev dijhiqûqî ji aliyê Komiteya Wezîran a Konseya Ewropa ve bihata dîtin û nirxandin. Dîyar e ku gelek alî, hevkariya rejima tecrîdê ya Îmraliyê dikin. Her geşedanek der barê Îmraliyê de li welatên din jî xwedî bandor in. Ji ber vê, Tirkiye û hêzên derve naxwazin ku helwesta xwe ya li dijî Îmraliyê biguherînin. Lê em dikarin bivêjin ku têkoşîna bênavber û daxwaza gelan a ji bo bidawîkirina vê dijhiqûqê heta hetayê nikarin biavêjin paş guhê xwe.”
‘Cazayê dîsîplînê’
Di dawiya axaftina xwe de Sayyîgît, diyar kir ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê der barê demokrasi û şertên li girtîgehan weke kaxizeke tûrnûsolê ye ev tişt got: “Deriyê Îmraliyê tenê hinekî vedibe di nava civakê de kelecana aştiyê derdikeve holê. Dîsa ev yek li ser şert û mercên li zîndanan jî, li ser tecrîd û îzolasyona li ser girtiyan jî xwedî bandoreke mezin e. Ji ber ku hay ji bandora birêz Ocalan in, lê têkîliya wî ya gel, parêzer û malbatê bi awayekî keyfî û dijhiqûqî hatiye astengkirin. Ew çend sal in tu hevdîtin pêk nehatin û mafên wî yên hiqûqî nehatin bicihanîn. Wekî ku Girava Îmraliyê bi Makezagona Bingehîn û mevzûatê ne girêdayî ye. Serîlêdanên parêzaran carinan bi hinceta ‘Cezayê dîsîplînê’ tên redkirin. Carinan jî qet bersiv nayê dayîn. Ji ber ku rejîma AKP’ê li wê derê hiqûqeke taybet ava kiriye. Mirov vê hiqûqa taybet û spesîfîk a li dijî gelê kurd di vê meseleya qeyûman de jî dibîne.”