Dewletên serdest li her devêrê Kurdistanê ji çar aliyan ve êrişî kurd û kurdbûnê dikin. Dewlet êrîşî ziman, çand û xweza kurdan dikin. Kurd di dîrokê de her wext bi hêzeke mezin li dijî li van êrîşan li ber xwe dane û heta niha çand û zimanê xwe parastine. Niha jî dixwazin bi rêya sînamayê çandê biparêzin û bidin xuyakirin. Derhênerê kurd derfet afirandin û bi kel û pelên kêm fîlm û belgefîlman çêdikin. Bi fîlman çanda kurdan diparêzin. Têkildarî ziman û çanda kurdan derhêner û rêvbirê saziya Rêtaw Fîlmê Zanyar Zaralê (Zanyar Mihemmedînikû) ji rojnameya me re axivî. Zanyar Zaralê diyar kir ku heta niha derhêneriya çar fîlman kiriye û wiha got: “Li Amedê FîlmAmed festîvalek li darxist. Di Festîvalê de 8 fîlmê me hatin weşandin. Ji van fîlma yek jê li ser başur, yek jê jî başur û rojhilat û yê din jî li ser rojhilat hatin çêkirin. Navê berhemê me ‘Çiya bi nêrîna jinan’, ‘Heft Zengoniyên Zagros’, ‘Zimanê Dayikê’, ‘Paşa Diya min û Ez’, ‘13’ê Gulan’, Taqîgey Jimarê 2’ û ‘Hiwa’. Bi rastî divê em di serî de li fîlman binêrin û li gorî wî pênasê û ezmûnan li ser weşandinê bikin. Binêre ka festîval çewa ne, fîlmên çewa tên hêzkirin? Fîlm bi xwe dikare here ku derê? Gelo fîlme yan belgefîlme, kin e yan dirêj e yan na anîmasyone. Her wisa mijarên fîlm çine û li tevahiya cihanê mijar çiye?”
Berhemê li ser kurd û kurdbuyînê
Zaralê destnîşan kir ku ji ber saziya wan saziyeke kurdiyê tenê berhem, fîlm û belege fîlmê kurdî amade dikin û wiha pêde çû: “Berhemên me hemû li ser kurd û kurdbuyînê tên amadekirin. Tevî ku li ser kurdane jî her fîlmek li ser mijareke cuda hatiye çêkirin. Fîlmê me li ser ziman, rewşa heremên li ser sînora, kuştina kurdan û her wiha aborî, şer in. Em pêşketinê di van mijaran de jî di fîlmê xwe de derdixin pêş. Fîlma ku me li ser xwezayê çêkiribû me şand Oskarê ji bo sala 2024’an. Ew flîm nişan dide ku miroveke kurd çewa wekî ajelekî ji bo daristanekî çiqas başe. Yanî ajal ji bo xwezayê çiqas baş bin kurd jî evqas başin. Me di vir da peyama ku mirovek dikare xweşik li xwezayê binêre da. Dema yekî ji netewekî din li fîlm dinêre dibîne ku kurd ji bo xwezayê pir başin. Me bi hûnera sînemayê vê yekê da zanîn. Sînema bi xwe girêdayî axê, girêdayî pergalekê ye. Lê ya me dewleta me tune. Tevî vê yekê ji em dikarin serbixwe xebat bidin meşandin. Helbet ev yek gelek dijware. Sînema di xeta hesin de dimeşe. Çiqas derfet hebe sînema zêdetir pêş dikeve. Ku em bi aliyê teknîkî de hinekî din jî pêş bikevin wê sînemaya me jî ji ya gelek welatan pêşketîtir bibe. Yanî wekê sînemayên ku li welatê cur bi cur digerin û dertên pêşberî sînemahêzan.”
Fîlmê kurdî diçin Oskarê
Di berdewamiya axaftina xwe de Zaralê got ku ew karin bêjin ku sînemaya kurdî heta astekê serkeftî bûye û wiha got: “Derhenerên kurd bi hebû derferên xwe di nav hewldanê da ne ku fîlman çêbikin. Em weke saziyeke kurd hewldidin ji bo sînamegerên kurd li dervayî welat ku destên dijmin negihîjê fon, pere bigrin ku karibin fîlmên dixwazin çêbikin. Di van salê dawî de em heta derekî serkefî ji bûn. Em ê piştgirî bidin ku xebatên xweş derkevin holê. Bi rastî her sal fîlmên kurdî yê gelek xweş çêdibin, di festîvalan de tê weşandin û xelatan jî distînin. Gelek fîlmên kurd hene ku heta Oskarê çûne. Ev yek nîşan dide ku çiqas zext, zilm û zor li ser kurdan û çanda wan hebe jî bi bawerî û heza xwe dikarin xebatê xwe bibin asta herî bilnd. Ev tiştekî pir dijwar e. Lê kurd dizanin ku wê bi vê heza xwe dijwariyê nekin hincet û wê bi ser bikevin. Ji ber ku tu rê tûne ji bilî serkeftinê.”
‘Dema têkoşîn hebe teqez serkeftin jî heye
Zaralê bi bîrxist ku kurdan di salên 90’î de nikaribû bigota ku em kurdin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurd niha ne tenê dibêjin em kurdin fîlman jî li ser kurd û kurdbûnê çêdikin. Fîlm bi rûhê kurdî çêdibin. Ev serkefineke mezin e. Dema têkoşîn hebe teqez serkeftin jî heye. Mînak ku em wekî pêlukê lê binêrin, di nav 50’î 60 salî de pêplûkekî çêdikin. Yê pêşiya me pêplûke çêkirin, em ê yekî çêkin û wê zarokê me jî pêplûkeke din çêbikin. Ev yek wê wisa bidome. Çewa Yilmaz Guney ji me re hiştibe em ê jî ji zarokên xwe re bihêlin û em ê bi vî şeklî bilind bibin. Sînemaye kurdî tevî ku ji aliyê dewletan ve tê astengkirin jî her diçe peş dikeve. Dibe ku kel û pelê di destê me de kêm be, lê ev yek nabe astengî ji bo sînemagerên kurdî ku fîlmên xwe çêbikin. Fîlm hene ku bi amûrekî hatine çêkirin. Bi amûrên hêsan û sivik hatine çêkirin û di festîvalên gelek mezin de hatine weşandin. Gelek hatine frotan jî. Em hewl didin fîlmê kurdî li welatê biyanî bifiroşin. Ev pêşketineke mezin e. Bi ked û xebatê em dikarin çanda xwe wekî sînema nîşanê hemû cîhanê bidin da ku pirrengiya çanda me bibînin. Bila cîhan jî zanibe kulîlikê nav zeviyê me çiqas reng rengî ye.”