Di salên 1980’yî de rêveberiya darbekar a leşkerî îşkenceyên mezin li girtiyan dikir û gelek girtî div an îşkenceyan de jiyana xwe ji dest didan. Heman polîtîka îro ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve jî di meriyete de ne û li girtîgehan bi rê û rêbazên cuda îşkence li girtiyan tê kirin. Bi heman rengî ji ber îşkenceya ku li wan tê kirin di serdema AKP’ê de bi sedan girtiyan li girtîgehên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane. Tevî ku ji aliyê saziyên sivîl ên demokratîk û partiyên siyasî li dijî vê polîtîkaya li girtîgehan çalakî tên lidarxistin jî AKP-MHP’ê di paş de gav navêjin û bi israr van polîtîkayên xwe li girtîgehan dimeşînin.
Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz, der barê pêkanîn û polîtîkaya îşkenceyê ya li girtîgehan tê meşandin ji rojnameya me re axivî. Ercan Yilmaz, diyar kir ku ji ber ku pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk nayê çareserkirin, polîtîkayên ewlekariyê zêde dibin û ev tişt got: “Ji salên 80’yî ve li herêmê şer didome. Bi vê polîtîkayê re hejmara girtiyan jî zêde bû. Hin kesên di girtîgehan de ji ber nikaribûn li ber îşkenceyê bisekinin întîhar kirin. Hinek jî di encama îşkenceya ku li wan hat kirin jiyana xwe ji dest dan.”
Yilmaz, bi lêv kir ku piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê bi hinceta Rewşa Awarte dema binçavkirina mirovan hat dirêjkirin û binpêkirinên mafên jiyanê û îşkence zêde bûn û wiha got: “ Di salên dawî de Wezareta Dadê polîtîkaya zêdekirina avakirina girtîgehan dimeşîne. Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezîrê Dadê tenê di nava 5 salên dawî de 114 girtîgeh hatine avakirin. Dîsa li gorî daneyên îstatîstîkî em dibînin ku di 5 salên dawî de hejmara girtiyan du qat zêde bûye. Ev yek di heman demê de gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne. Tevî vê yekê jî li Tirkiyeyê ji kapasîteya girtigehan zêdetir girtî tên ragirtin.”
300 girtî jiyana xwe ji dest dan
Ji bo rewşa li girtîgehan Yîlmaz, destnîşan kir ku herî dawî di sala 2022’yan de li ser rewşa girtîgeh rapor amade kirine û ev agahî parvekirin: “Me gelek caran got ku zext, şert û mercên jiyanê bi taybetî li ser girtiyên siyasî ne li gorî jiyana mirovan e. Di wê raporê de zêdetirî 10 hezar serlêdanên binpêkirinê hebûn. Di vê çarçoveyê de ji girtiyên ku ji mafê dîtina malbatên xwe bêpar mane, heta girtiyên ji ber nexweşiyên xwe nehatine dermankirin û jiyana xwe ji dest dane û girtiyên ku muameleya xerab li wan hatiye kirin hatin diyarkirin. Dîsa dema em li 5 salên dawî dinerin dibînin ku zêdeyî 300 girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Di nav wan de girtiyên ku rêveberiyê nexweşiyên wan dizanibû hene. Yên ku ji ber şert û mercên girtîgehê întîxar kirin jî hene. Kesên ku ji ber enfeksiyona Covid-19’ê jiyana xwe ji dest dane jî hene. Dewlet dema girtiyan bigire û heps bike, divê hemû pêdiviyên girtiyan bi cih bîne. Pêwîste di çarçoveya jiyana mirovan de jiyanek ji girtiyan re amade bike. Ev yek berpirsiyariya yekem a dewletê ye. Li cihê ku girtî lê pir zêde ne, divê tedbîrên hepsê wisa bi hêsanî neyên girtin. Ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd operasyonên binçavkirinê yên tund tên kirin. Binpêkirin li dijî hemû komên muxalîf pêk tên.”
Tenê tîp diguherin
Yilmaz, da zanîn ku li gorî daxûyanîya fermî ya Wezaretê Dadê di pênc salên dawî de 114 girtîgeh hatine çêkirin û ev tişt anî ziman: “Di rastiyê de girtîgehên ku vê dawiyê hatine çêkirin bi guhertinek piçûk a tîpên F’yê ne ku di destpêka salên 2000’an de hatine avakirin. Tîpên F ji bo tenduristiya mirovan ne guncav in. Ew avahî mirovan tecrîd dikin û ji civakê îzole dikin. Her çend navê tîpa F hatibe guhertin jî ji aliyê mîmarî ve tîpa F bi van girtîgehên nû hîn jî didome. Bi taybetî tîpa S’yê û ewlehiya wê ya bilind di warê kapasîteyê de tenê bi piçûktiya xwe ji yên tîpên F cuda ne. Dibe ku navê wan hatibe gugertin lê mantiq eynî ye. Bi mebesta disîplîna hundirê girtîgehan bi rêbazên ku bi giştînameyên hundirîn ên wezaretê hatibûn amadekirin, gelek maf hatin rawestandin. Mînak di serdema Covidê de bi taybetî girtiyên siyasî ji mafên dîtina vekirî sûd wernegirtin. Covidê wekî hincet bi kar anîn. Lê mafê telefonê yê bidîmen dan girtiyên edlî. Di navbera girtiyên siyasî û girtiyên din ên di bin serweriya Wezareta Dadê de cihêkariyên (ayrimcalik) mezin tên kirin. Her wiha qadên civakî yên girtiyên siyasî jî sînordar dikirin, niha jî kirin. Înfaza wan dihat dirêjkirin niha jî tê kirin. Mixabin, ev ji konjektorên siyasî ne pir serbixwe ne.
Girtiyan dikujin!
Di berdewamê de Yilmaz, got ku hemû mirinên li girtîgehan dikarin bên astengkirin û ev tişt li nirxandinên xwe zêde kir: “Bi rastî jî divê hin mijar li ser astek demokratîk werin nîqaşkirin. Divê saziyên înfazê û rêveberiyên girtîgehan zanibin ku mafê girtiyan hene. Ew difikirin ku mafên girtiyan didin, lê ne wisa ye. Ji ber ku girtî ne, dibe ku ji hin mafan sûd wernegirin. Lê her çend hin mafên wan hebin jî ew jî ji wan tên wergirtin û ev yek nayê qebûlkirin. Pirsgirêkên li girtîgehan bi feraseta mafên mirovan û hiqûqê dikarin bên çareserkirin. Mînak di sala 2018’an de 23, di 2019’an de 69, di 2020’an de 60, di 2021’an de 57, di 2022’an de 81 girtî jiyana xwe ji dest dane. Di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de hem girtiyên nexweş û hem jî bûyerên xwekuştinê hene. Ez dixwazim balê bikişînim ser bûyerên xwekuştinê. Ji ber ku em pêvajoya qanûnî ya der barê hin dozên xwekuştinê de dizanin, ez dikarim bibêjim ku nêzîkatiyên neyînî yên li dijî girtiyan, reftarên ku mafên wan paşguh dikin û mudaxeleya ne baş ku li wan tê kirin dibe sedema xwekuştinê.”
Hejmara girtiyan zêde dibe
Yilmaz, destnîşan kir ku zêdebûna hejmara girtiyan tenê nikare bi zêdebûna nifûsê ve bê girêdan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Binpêkirin her sal zêde dibin. ji ber vê yekê hejmara kesên di girtîgehan de jî zêde dibin. Dema ev zêde dibin hejmara girtîgehan jî zêde dibe. Ev yek bi polîtîkayên li vî welatî tên meşandin ve girêdayiye. Girtiyên siyasi û yên edlî jî ber polîtîkayan tên meşandin her sal zêde dibin. Xweanîna ziman jî tê astengkirin. Mînaka herî hêsan jî ew e ku niha bi sedan kes ji ber heqareta li serokomar girtî ne. Ji ber gotinekê dibe ku li girtîgehê jiyana xwe jî ji dest bidin. Mirov ji ber sûcên hêsan ên weke propagandaya rêxistinê û medyaya dîjîtal têne girtin. Ji ber zextên ku ji aliyê hikûmetê ve tên afirandin, hejmara girtiyan gav bi gav zêde dibe. Desthilata ku li derve ewqas zordar e, li girtîgehan jî vê zilmê didomîne. Ji ber vê yekê jî roj bi roj zêdetir cenaze ji girtîgehan derdikevin. Ji ber ku girtî ji vê rewşê gelek bi gazinc in, serlêdan pir zêde ji me re tên. Yanî gelek mafên ku bi qanûna bingehîn û yasayên navneteweyî ji girtiyan re hatine dayîn niha ji aliyê desthilatê ve tên binpêkirin.”