Welat; ax, av, hewa, çand û hemû pêkhateya xweza yê ye. Welatparêzî; parastina welat e. Hezkirina welat e. Ji bo mirov welatê xwe biparêze, divê li welatê xwe bijî. Welat, çavkaniya jiyana mirov e. Mirovê ji welatê xwe qut bibe, ji ax û ava xwe qut dibe. Ji xwezaya xwe qut dibe. Mirovê ji ax û ava xwe qut bibe, ji çand, dîrok û çavkaniyên jiyana xwe qut dibe. Ji xwe qut dibe. Mirovên ku ji çavkaniyên jiyanê qut bibe, dibe biyaniyê xwe. Dibe biyaniyê çand, ziman û nasnamya xwe. Derî li koletiyê vedike. Bêtir dibe ê din û li gorî pîvan û rêgezê yê din dijî. Êdî ew nikare li gorî vîn û daxwazên xwe bijî.
Mirov bi ax, av û çand, dîrok û nirxên xwe yên civakî dibe mirov. Mirovê ku ji van hemû çavkaniyên jiyanê qut bibe ji xwe qut dibe. Mirovên ji xwe qut bibe, ji armanc û sincê xwe jî qut dibe. Ji nirxên xwe yên civakî û polîtîk qut dibe.
Welat: Parçeyek erd e, ango; erdnigariyek e, mirov li ser wî/wê demeke dirêj dijî. Li ser wê erdnîgarê nirxên madî û manewî diaferîne. Welat dayika duyemîn e. Eger mirov bêwelat bimîne, ji ziman, çand û giyanê bêpar bimîne. Dê bi qirkirina çandî re rû bi rû bimîne. Welat bîr e. Bîra bînê ye. Axa ku bi xwîna pakrewanan hatiye avdan û li ser vê axê çand û şaristanî peyda bûye ye.
Welatparêzî jî hezkirina welêt û parastina wî bi şêweyên mirovahî û exlaqî ye. Wateyeke din; nasandina serpêhatiya civakî, dîrokî û erdnîgarî û daxwazkirina azadiya welêt û serkeftina wî welatî ye. Mirovê welatparêz, her tim ji bo parastina welêt civakê ya ji êrîşên derve û hindir têdikoşe. Mirovê welatparêz, nirxên civakî, sincî, siyasî yên gelê xwe û welatê xwe diparêze.
Rêgeza welatparêziyê herî zêde jin diparêze. Ji ber vê yekê çawa ku dayik îfadeya hemû jiyanê dike, ev yek ji rastiya welat qut nîne. Berovajî vê berdewama çanda dayikê yekser girêdana xwe bi welat û welatparêziyê re jî heye. Di gelek mînakan de dema ku civak bi zordestiyê re dimînin û koçber dibe çarenûsa wê civakê ya herî ku di vê mijarê de li ber xwe dide jin û dayik e. Ev rastî ne tenê bi roja îro ve girêdayiye, ev rastî xwe dispêre çandeke dîrokî ya dayika xwedawend. Ji ber ev rêgez xwe dispêre azadiya ku cara yekem tê de zayîn pêk hatiye. Ji ber mezopotamya xak, welat, cih û warê ku 104 ME yên jinê lê zane, ji ber ev rastiya çandî xwe dispêre çanda dayika xwedawand û di heman demê de çandeke ji rêzê nîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di der barê vê rêgezê de wiha dibêje: “Ger Kurdistan bibe mijara gotinê û em bibêjin li ser wê xakê jiyîn wê tiştê herî xweşik be, beriya her tiştî bîrdoziya jinê bê xak nabe. Heta vebûn û çandiniya axê, vekirina wê ji berhemê re, ev bi hunera jinê ve girêdayiye.”
Çiqas mirovek ji welatê xwe dûr bikeve ewqas jî ji çanda xwe biyanî dibe. Hemû armanc ji vê siyasetê ew e ku, kurd ji çanda xwe ya dîrokî biyanî bibe. Çend kesên civaknas ji bo welat û welatparêziyê wiha dibêjin:
Li gorî Nathanson têgehên bingehîn ên welatparêziyê; hezkirina taybet a welat, hesta xwe bi welatê xwe danasandin, hezkirina tenduristiya pêşerojaya welat û ji bo başiya welatê xwe fedakarî ye. Li gorî Virolî, welatparêzî hurmetnişandana tarza jiyanê û saziyên polîtîkayê yên azadiya gelan li ser piyan dihêle ye. Civaknas Macintyre jî sincê lîberal û sincê welatparêziyê tîne beramberî hev û destnîşan dike ku dewlet xwedî taybetmendiyên lîberal in û wiha dibêje: “Lê ji bo dewlet li ser piyan bimîne, welatparêziyê ji bo xwe hewcedarî dibîne. Ji ber ku dema tora welatparêziyê hilweşe, sincê liberal, nikare li şûna welatparêziyê tiştekî ava bike. Ji bo dewletek li ser piyan bimîne, divê hesta welatpareziyê xurt be. Mihemed Xeyrî Dûrmûş, tevî berdêlên giranbiha û di greva birçîbûnê de got: “Li ser kêlika min binivîsin ku ez deyndarê welatê xwe kurdistanê me”.
Şêrko Bêkes jî di helbesta xwe de dibêje: “Ez ji tevahî kaniyên welatê xwe hez dikim, lê ji ya pir ava xwe bexşî min kiriye, pirtir hez dikim . Ez ji tevahî gulistanên welatê xwe hez dikim, lê ji gulistana ku xweşiktirîn gul bexşî min kiriye pirtir, hez dikim. Ehmed Kaya jî dibêje “Hîs dikim ku giyanê min sar e. Ne ji ber ne nixêmtina (lîhaf û orxankirin) bi êvarî, lê ji ber ku ez bê welat im” Di cîhanê de, estetîk- cemal rûyê welêt e. Da ku em rûmeta xwe biparêzin, pêwîste ku em destpêkê estetîka xwe biparêzin. Gîvara: Em dimirin, da ku welat jiyan bike. Rewşenbîr û nivîskarê daxistanî Hemze Tof dibêje; ez du caran bejna xwe li hember erdê ditewînim û radimûsim. Carekê di dema vexwarina ava kaniyê de. Cara din jî, dema ku ez ji bo welatê xwe şer dikim. Pêxember Mihemed: Xorbetî çiqas tal e, dema ku ez ji neçarî û bi dar zorê diçim Mekeyê.
Li gorî vê yekê dema em li polîtîkayên hêzên navdewletî dinerin; di mînakên yêrîn de em dibînin ku çawa bi şerê taybet dixwazin me ji axa me û welatê me dûr bixin.
Di kanûna 2021’an de bi hezaran kurdên başûrê Kurdistanê berê xwe dabûn Ewropa. Bi hezaran kurdên Başûr ji bo biçin Ewropayê li ser sînorê Belarûs û Polonyayê rewşeke kambax, kirêt û serşorî derketibû holê.
Niha jî em dinerin di serî de parlamenterên kurd, siyasetmedar, rewşenbir, karker, nivîskar, rojnameger, bijîşk, mamoste û gelek pêşengên kurdan bi hinceta şert û mercê wan xerab e, an jî ewlehiya wan tune berê xwe didin Ewropayê. Dibe ku şert û merc xerab e. Lê dema em welatparêz û xweparêz bin, divê em welatê xwe û axa xwe terk nekin. Şert û merc çi dibin bila bibin, divê em ji welatê xwe, axa xwe û xwe dûr nekevin. Divê em ji bîr nekin ku em çiqas ji welatê xwe dûr bikevin, em ji welatparîzî, çand, ziman û xwe-pareziyê dûr dikevin. Dûrketina ji welat, dûrketina ji nasnameya xwe ye.
Di salên 90’î de dewletê bi zorê em ji cih û warên xwe koçber dikirin da ku em ji çand, ziman û nasnameya xwe dûr bikevin. Lê niha em bi dildarî vê yekê dikin. Divê em ji bîr nekin ev pratîka me xizmeta polîtîkaya şerê taybet a dewletê dike.