Zêdetirî 30 salan e pêşî hêdî hêdî, paşê hinekî bi lez lê di dawiyê de pir bi lez bi pêşveçûna perwerdeya bi tirkî re kurdî-kurmancî serweriya xwe winda kir. Em kurdên kurdî-kurmancîhez û parêz bi xemgînî li vê yekê dinêrin, ax û wax dikin zêde jî merheleyekî pêşde naçin.
Hemîn bi pewerdeya tirkî, ragihandin, teknolojî û asîmilasyona dorfireh zimanê me hatiye bêhnçikyayîkirin. Heta mafê perwerdeya bi zimanê kurdî neyê qebûlkirin ev xetere wê her biçe bi pêş bikeve. Êdî ev rewş tehl be jî rastiya me ye. Ev kuleke mezin e, bila niha li aliyekî bisekine.
Kula dilê min tiştekî din e, ew jî bi dev û destê kurdîaxivêr û bikarhêneran xirakirina kurdî-kurmancî ye. Bi salan berê nivîskar û zimanhezekî tirk gotibû xirakirina zimanê tirkî ya bi destê tirkan derdekî giran e. Kêm an zêde mealî ev bû.
Bi rastî zanayên kurd jî xirakirina kurdî ji xwe re nakin xem. Ev hişmendiyeke, yên ku hay ji qaîde û rêbazên zimanê xwe hene divê weke berpirsiyariya xwezayî lê xwedî derkevin, bi riya cur bi cur amûr û derfetên heyî gel û bikarhênerên ziman hişyar bikin. Beşek zaneyên zimanê kurdî heye tenê di podyûm û platformên ziman de bejn û bala xwe nîşan didin, pêşê av li ser zelal dibe, heta vegera platformên din xuya nabin. Ev zaneyên fermî û bîbikên çavên zimanê kurdî ne. Eger ew nebin tiştek li ser navê zimanê kurdî nabe, pêşveçûn jî nabe. Destpêk û dawî ew in. Lê di rastiyê de tiştek jî li holê nîn e.
Eger rewşenbîrekî tirk xirabûna zimanê tirkî ji xwe re dike xem, divê em kurd zêdetir, weke mîlîtanên ziman ji xwe re bikin xem. Ew qas arîşe li ser zimanê kurdî hene ku qet hewce nake em bêjin ji ber filan tiştî divê em zimanê kurdî biparêzin û nehêlin xira bibe, veguhêze xerîbiyeke ecêb.
Ez heqê wan nexwim çend kes hene xwe perpirsiyar dibînin li ser şaşiyan disekinin. Ez jî yek ji wan im. Lê dengê wan mîna dahola dînan naçe guhên kesî. Dibihîsin lê deng nadin. Beşek ji wan bihîstiyan heye ku em çi bêjin ne rast e, nirxekî nadinê, ji ber ku navenda ziman ew in. Beşek jî heye rast bibînin û nirxekî bidinê jî wê yekê ji xwe re dihêlin. Derdê wan ev e; madem min nedîtiye, min negotiye çima bi riya min ew gede-gûde meşhûr bibin. Ji ber ku her tiştî bi qula derziya meşhûrbûnê re dinêrin û dibînin. Eger ew meşhûr bibin, em ê bên jibîrkirin, feraset ev e. Binêrin xem ne ziman e lê çi ye em zelal dibînin.
Têgeha berxwedanê
Xirabûna ziman çi ye? Xirabûn ev e; ziman ji siruştîbûna xwe derdikeve, vediguhêze qalibekî din. Em li ser têgeha berxwedanvan û berxwedanvanî bisekinin. Bi piranî ji aliyê derdoran tevgera azadiyê tê bikaranîn. Êdî xirabûn di ziman de rûniştiye. Rastiya wan berxwedêr û berxwedêrî ye. Têgehên gelek resen in û estetîk in. Lê vanek li dawiyê tê xistin û xerîbiyek li ziman tê ferzkirin. Berxwedan û berxwedanvanî şaşitiyeke mezin e divê bê terkkirkirin û sererastkirin.
Em li ser jiyankirinê dewam bikin. Divê em li ser lêkera jiyan an jiyîn bisekinim. Jiyan-jiyîn nayê kirin, ji ber xwe pêk tê. Bi zanebûn û ne zanebûn her tiştê diqewime jiyan e. Yanî kesek jiyan-jiyînê nake, jiyan xwe bi xwe diqewime, pêk tê. Lêkerên bi kirinê ava dibin bi îradeyeke ji derve pêk tên. Jiyan û kirin tu car di eynî lebatê de cih nikarin bigirin.
Lêkerên bi kirinê ava dibin
Gelek mînakên çewt hene ku di hevokên axaftinan de tên bikaranîn. Mînak; gelek bûyer hatine jiyankirin, jiyankirina îşkenceyan êdî bûye tiştekî ji rêzê, ev rewşa tu dibêjî ez naxwazim jiyan bikim, di bin van şertan de jiyankirin ne pêkan e. Gelek mînakên bi vî rengî dikarin bên dayîn. Hem bi awayê tebat (pasîf) hem jî lebat (aktif) mînak hatine dayîn.
Hevoka pêşîn gelek bûyer hatine jiyankirin divê wiha bê avakirin; gelek bûyer hatine jiyandin, hevoka dudan jiyankirina îşkenceyan êdî bûye tiştekî ji rêzê divê wiha bibe; jiyandin an jî pêkhatina îşkenceyan êdî bûye tiştekî ji rêzê, hevoka sisêyan divê wiha bibe; ev rewşa tu dibêjî ez naxwazim bijîm, hevoka çaran divê wiha bibe; di bin van şertan de jiyan-jiyîn ne pêkan e.
Ji aliyê rêzimanê ve jî em mijarê hildin dest. Jiyan-jiyîn lêkereke nerêdar (negerguhêz) e. Lêkerên hevedudanî yên ku bi alîkariya kirinê çêdibin hemû gerguhêz in.
Li gorî mantiq û rêzimana kurmancî lêkerên rêdar û nerêdar nikarin bi hev re bên bikaranîn. Hemû lêkerên hevedudanî yên bi kirine tên çêkirin mantiqê wan rast e. Weke mînak, amade kirin, şer kirin, reş kirin, derbas kirin, bêrî kirin û hwd hemû jî li gorî rêzimana kurmancî rêdar in û rast in, birêserê jî digirin.
Lê dor tê jiyan kirinê li binguhê hev dikevin. Weke tehma tehl û şîrîn tev li hev bibe xerîbiyek derdikeve pêş.
Jiyan nayê kirin tê jiyîn
Jiyan çawa tê kirin gelek balkêş e! Di vir de jiyan weke birêserê tê bikaranîn. Jiyan-jiyîn tu car birêserê nagire, ango bizava tê kirin tenê li kirdeyê bandor dike. Yê ku naxwaze bijî kirde ye yanî ‘ez’ e. Lê dema bi lêkera kirine bizav pêk tê hingê tenê birêser li hevokê bandor dike. Bi rastî jî dema di mînakên me de kirin dikeve nav hevokê her tişt tev li hev dibe, eyarê hevokê xira dibe.
Bi salan e balê dikişînim ser şaşiyên bi vî rengî yên ku zimanê me xira dikin. Nizanim çiqas bala xwîneran dikişine û digihîje mebesta xwe. Tenê xema min rast bikaranîna ziman e. Hêvî dikim çend kes bin jî di şexsên wan de bigihîje cihê xwe û hindik be jî pêşî li şaşbikaranîna zimanê kurdî-kurmancî bigire.