13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Desthilata AKP-MHP’ê hewl dide 12’ê Îlonê ji bîra civakê bibe

Hevserokê Komeleya 78’an a Amedê Ahmet Ertak, diyar kir ku pêwîstî pê heye ku hemû beşên civakê 12’ê Îlonê ji bîr nekin û li hemberî vê tundî û zordariyê hişyar bin û ev tişt got: “Hewldan heye ku 12’ê Îlonê ji hefizeya vê civakê bidin jibîrkirin.”

Di ser derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî de 43 sal borîn. Lê hê jî di gelek waran de kiryarên ku 12’ê Îlonê derbas kirine di roja me ya îro de pêk tên. Heman feraset û pêkanînên faşîzan îro jî li ser civaka kurd xwe didine der. Di 12’ê Îlonê de gelê kurd bi tundiyeke mezin re rû bi rû ma. Di roja me ya îro de jî gelê kurd ji ber pêkanînên 12’ê Îlonê yên “nûjen” bi qirkirineke kûr re rû bi rû ye. Der barê mijarê de me xwe gihand Hevserokê Komeleya78’an a Amedê Ahmet Ertak û pê re hevpeyvîn kir. Ertak pirsên me yên têkildarî 12’ê Îlonê, Zindana Amedê û hewldanên ji bo muzebûna Zindana Amedê bersivand.

Pirsên me û bersivên Ertak weke li jêr in:

Di ser derbeya 12’ê Îlonê re 43 sal derbas bûn. Hem wê pêvajoyê hem jî têkoşîn û berxwedana jenerasyona we yanî ya 78’an tu çawa dinirxînî?

Di dîroka komara Tirkiyeyê de gelek darbeyên leşkerî pêk hatine lê darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’yî bandora xwe li ser herkesî kir. Belê 43 sal di ser darbeyê re derbas bûne lê ew zagona bingehîn a ku di 82’an de hat sazkirin hiqûqa îro ya Tirkiyeyê hêj girêdayî wê ye. Bêguman bi darbeyê re bi deh hezaran mirov di îşkenceyan re derbas bûn. Zindana Amedê ya 5 Nolû jî yek ji wan îşkencexaneyan bû. Di Zindana Amedê de bi dehan kesî di îşkenceyên giran de jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kesî bedena xwe bi rojî û grevên birçîbûnê li dijî îşkenceyan ji mirinên re razandin. Lewre çi hovîtiya li cihanê hebû Esat Oktay û ekîba xwe her cureyên îşkenceyê wê demê li Zindana Amedê bi kar anîn. Hevalê me yên ku wê demê şahidî ji wan rojan re kirine îro yek bi yek ji me re dibêjin. Hê jî hevalên me wê jana wê demê dikişînin. Ji ber van sedeman jî weke hûn dizanin nifşên 78’an xwe rêxistin kirin û navê xwe jî danîn Hewldana 78’an. Hevdîtin bi 516 kesên ku wê demê di îşkenceyan re derbas bûne, şahidî ji wan rojan re kirine re hatiye kirin. Bi qasî 800 saetan dengê wan hatine qeydkirin. Arşîvek mezin jî hatiye tomarkirin. Amedakariyên belgefîlmê heye û pirtûk hatiye nivîsandin.

Hewldana 78’an ku di 12’ê îlona 2007’an de hat avakirin got dixwazin Zindana Amedê ya 5 Nolû bibe muzeya rûmeta însanetiyê. Berdevkê Giştî yê Hewldana 78’an ê berê Celalettîn Can û bi dehan akademisyen ji bo Zindana Amedê bibe muze kampanyayek îmzeyan dan destpêkirin û sed hezar îmze hatin berhevkirin. Ew îmze jî ragihandin parlamentoyê, bi serok parlamentoyê re hevdîtin hatin kirin, wan jî qebûl kir ku ew der bibe muze. Dîsa di pêvajoyo çareseriya pirsgirêka kurd de hinekî erênî nêz bûn. Wê demê Erdogan hat Amedê got: “Ax ax bila zimanê Zindana Amedê hebûya bê ka dê çi bigota.”  Lê piştî pêvajoyê ew jî bêdeng bûn. Lê belê ew kesên ku di îşkenceyên wan rojan re derbas bûne, şahidî ji wan rojan re kirine dikarin îro biaxivin û bînin ziman. Herî dawî di gulana îsal pêvajoya hilbijartinê de Erdogan careke din hat Amedê û got: “Dê Zindana Amedê bikin muze.”

Niha ev di çi astê de ye. Zindan jî bi tevahî hatiye valakirin. Der barê muzebûyîna Zindana Amedê de çi agahî li ber destên we hene?

Bi qasî meh û nîvekê me agahî stend ku projeya wê tê amadekirin. Piştî vê agahiyê me xwe gihand yek ji amadekarê vê projeyê. Me xwest naveroka vê projeyê hîn bibin. Bi qasî ku me jê fêhm kiriye, me pirsiye û wan jî bersivên me dane, dibêjin bi qasî 5 blok û nîvan dê bikin hefiza û yên ji derveyî wê di bibe muzeya etnografya. Me got ev proje dê vê hefizayê winda bike. Me ev jî got ew kesên ku agir berdane bedena xwe, ew kesên bi rojiya mirinê re bedena xwe ji mirinê re razandine û jiyana xwe ji dest dane dê biyografyaya wan çawa be? Gotin; ‘Em nikarin tu sozan bidin’.

Li gorî we ew berxwedana li dijî faşîzmê bi pêş ket dê di wê muzeyê de cih bigire yan na?

Rastî me ji wan re jî got, gelek mînakên vê hene. Wekî Ulucanlar bûye muze. Heke ku di vê astê de jî bi cih bibe em dikarin erênî bibînin. Em dixwazin her cihê zindanê bi awayekî fîzîkî ya bê parastin û bibe hefize. Ew heqîqeta wê derê neyê windakirin. Mînak li wê derê hemam heye û hevalê wê demê dibêjin li hemamê îşkence dihate kirin.

Şopên îşkenceya ku hatiye kirin jî di muzeyê de cih bigirin yan na?

Di demên dewî de me bi 108 saziyên sivîl, hiqûqî û partiyên siyasî re li Amedê civînek li dar xist. Encama wê civînê jî wekî deklerasyonekê me bi raya giştî re parve kir. Du xwestekên me yên sereke hene. Yek jê em dixwazin hebûna fîzîkî ya Zindana Amedê bê parastin. Ya din jî her cihê zindanê tiştê ku lê hatiye jiyîn bê parastin û ew kiryar weke mînak ji mirovahiyê re bê nîşandan ku careke din tiştekî wiha neyê jiyîn.

Ji bo li gorî rastiya xwe bibe muze û hûn ê çi bikin, we çi xebat daye pêşiya xwe?

Xebatên me hene, em daxuyaniyan didin lê belê bêdengiyek ji aliyê wan ve heye. Ji ber wê çendê em dixwazin bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan bikin. Lê mixabin tam roja 21’ê tebaxê ku me komxebata xwe pêk anî êvara wê rojê agahiyek ji hevalê me Celaletttîn Can re hat ku 15 meh cezayî wî hatiye erêkirin. Îro hevalê me Celalettîn Can di Girtîgeha Sîlîvrî de ye.

Gelo di nav xebat û hewldanên we yên ji bo Zindana Amedê bibe muze de erêkirina cezayê berdevkê we yê giştî Celalettîn Can tesadufî ye yan tiştek di bin vê de heye?

Di vê pêvajoya ku Tirkiye tê de derbas dibe de hin tişt diyar in. Heke kesek şoreşger be, kesek ji bo demokrasî û mafên mirovahiyê xebatan bike her tim li ber çavên wan wekî talûke ye. Dema fersendên bi vî rengî jî bikevin destên wan bi vî awayî bi kar tînîn. Hevalê me Celalettîn jî li dijî pêkanînên 12’ê Îlonê û ji bo Zindana Amedê bibe muze gelek xebatên wî çêbûn. Ji ber vê jî li dijî ew hişmendiya 12’ê Îlonê û ji bo Zindana Amedê bibe muzeyek bîra zilma wê pêwîstî pê heye ku hemû beşên civakê vê rojê ji bîr nekin, li hemberî vê tundiyê û zor û zordariyê hişyar bin û bixebitin ku Zindana Amedê bibe muzeya rûmeta mirovahiyê. Heke di vî warî de xebatek serkeftî bê kirin ez bawerim dê ji darbeya 12’ê Îlonê re jî bibe bersiv. Lewre niha hewldan heye ku 12’ê Îlonê ji hefizeya vê civakê jê bibin û bidin jibîrkirin.

Ji aliyê dewletê ve hewldanên tunekirina bîra vê civakê zehf çêbûne. Mînaka herî şênber ku em bidin Sûr û Heskîf in. Pêkane ku Zindana Amedê jî ji holê rabikin an jî li gorî xwe bîr û hefizeyekê ava bikin. Li Sûr, Heskîf û hwd. pêşî li vê hewldanê nehat girtin lê qet nebe li cihekî ku bi taybetî mohra xwe li berxwedan û têkoşîna azadiya kurd xistiye lazim e çi were kirin?

Mixabin li welatê me ev şerê heyî her ku diçe berfireh dibe. Ne tenê birên dîrokî daristanên me jî dişewitînin. Wekî te got Heskîf di bin avê de hiştin. Çima dixwazin ev hefiza û dîrok li vî welatî tune bibe. Gelo çima vê dikin? Nasnameya vî gelî girêdayî dîroka wan e. Heke ku dîrok bê windakirin, heyîn û hebûna vî gelî jî tê windakirin. Ji ber vê yekê hefizaya Zindana Amedê jî parçeyek ji vê dîrokê ye. Heke niyeteke wan a xirab nebûya, Hewldana 78’an 100 hezar îmze teslîmî wan kiribû ku ji bo Zindana Amedê bibe muze. Wan jî dikaribû gazî bikirana bigota; ‘Ka werin, ew kesên wê demê ew tişt jiyane bila biaxivin em ê jî li gorî wê hefizeyê û rastiyê biparêzin’. Heke niyeteke baş hebûya ya pêwîst ev bû. Lê îro em dizanin ku Wezareta Dadê, Wezareta Çandê û Wezareta Karên Hundir li ser vê xebatê rawestiyane. Lewre jî derdora Zindana Amedê hatiye dorpêçkirin, dê çi bibe, çi nebe bi raya giştî re nayê parvekirin. Ji ber vê yekê divê hemû rêxistinên civakî li dijî vê hewldanê sekneke xurt bidin nîşandin ku ev hefiza neyê windakirin. Heke xwedîderketinek xurt çêbibe dê gav şûnde biavêjin. Heke li dijî vê hişmendiya tuneker seknek neyê nîşandan dê her tiştî li gorî xwe çêbikin. Çi anîn serê Heskîf û Sûrê dê bînin serê Zindana Amedê jî.

Ji bo pêşîgirtina vê hewldana tunekirinê çi xebat û hewldanên we hene?

Heta niha me bi hemû sazî û rêxistinên Amedê re hevdîtin kirine. Bi Baroyê re, ÎHD, OHD, TMMOB û hwd. me bi hemû sazî û rêxistinên din re hevdîtin kirin. Me got heqîqetek wisa heye û em dixwazin ev hefiza hanê neyê windakirin. Armanca me ew e ku em bi hev re xwedî lê derkevin. Li ser vê yekê di 20’ê tebaxê de me komxebatek li dar xist.  Pêşniyar çêbûn. Li gorî komxebatê deklerasyonek hat amadekirin û di 31’ê tebaxê de me bi raya giştî re parve kir. Me got dixwazin vê hefizayê tune bikin lê bêdeng nemîn in. Divê herkes dengê xwe bilind bike û xwedî lê derkeve. Her wiha ji niha û pê ve jî wekî saziya 78’an em bêdeng namînin. Bi hemû der û doran re têkiliyên me çêbûne ji bo ev hefiza bê parastin û winda nebe.

Te qala gotinên Erdogan kir ku gotibû ‘Ax zimanê Zindana Amedê hebûya û biaxiviya’ belê ev mikurhatineke li kiryarên 12’ê Îlonê bû lê di roja me ya îro de ku Erdogan bi xwe vî welatî bi rê ve dibe îşkenceyek giran li zindanan heye, tu vê nakokiyê çawa dinirxînî?

Ji roja darbeyê û heta niha pir tişt neguheriye. Hêj hiqûqa vî welatî li ser zagona ku di sala 1982’yan de hatiye sazkirin.  Ji wê demê heta niha di warê azadiya maf û demokrasiyê de tu tiştek pêş neketiye. Lewma pêkanînên wê demê jî berdewam dikin. Tiştek neguheriye. Îro jî ji ber daxwaza maf û azadiyan gelek kes hatine girtin û hemû mafên wan tên binpêkirin. Binêrin ji girtiyên siyasî yên ku 30 salan razane re dibêjin; ‘Hûn poşmaniya xwe neynin ziman em ê înfaza we bişewitînin’. Belê pêkanîn li zindanan mirov dikare bibêje parçeyek ji kiryarên wê demê ne. Nêzîkatiya îro parçeyek ji feraseta wê demê ye. Lewma jî ji bo ev welat bibe welatekî demokratîk divê di zagona bingehîn de mafê civakî, mafên neteweyî, mafên bawerî û bi her awayî maf bêne parastin ku welat demokratîk bibe. Heke nebe sed caran jî Serokomar Erdogan bê Amedê bangawazî bike jî dê tu bawerî bi axaftin û banga wî nayê. Li vî welatî bi dehan pirsgirêk hene û ya sereke jî pirsgirêka kurd e. Heta niha bi tu awayî çand, ziman û nasnameya kurdan nehatiye qebûlkirin.  Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje feraseta 12’ê Îlonê îro jî didome.

Belê rastiyek nebûna hiqûqê li vî welatî heye, rastiya 12’ê Îlonê heye, rastiyeke îşkenceya li zindanan heye û rastiyeke tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî heye. Tu der barê tecrîda li ser birêz Ocalan dikare çi bibêjî?

Tecrîd li dijî mafên mirovan e. Kî dibe bila bibe, baweriya wî, fikr û ramanên wî, birdoziya wî çi dibe bila bibe. Beriya her tiştî mafê wî heye ku ji zagonên heyî sûd werbigire. Divê ew mafên wî yên zagonî neyên binpêkirin. Divê heftê carekê bi malbata xwe re hevdîtina girtî û mehê carekê jî ya vekirî bike, divê karibe di nav hefteyê de her roj bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji ber vê yekê îro pirsgirêka kurd û tecrîd girêdayî hev in. Îro ne tenê li ser birêz Ocalan, li ser tevahiya girtîgehan ev tecrîd her ku diçe berfireh dibe. Mafê her malbatê û civakê heye ku ji girtî û rêberê xwe agahî bigirin. Tecrîda îro li ser Ocalan li dijî qanûn û zagona Tirkiyeyê bi xwe ye jî. Heke li gorî zagona xwe jî tev bigerin dê ev pirsgirêk ji holê rabin.

Ahmet Ertak kî ye?

Di sala 1965’an de li Şirnexê ji dayik bûye. Ji dibistana seretayî heta lîseyê li Şirnexê xwendiye. Li Faqûlteya Perwerdê ya Zanîngeha Amedê jî mamostetî qedandiye û ji sala 1988’an heta 2003’yan mamostetî kiriye. Di navbera salên 2004-2009’an de şarederiya bajarê Şirnexê kiriye. Her wiha Sekreteriya Giştî ya Yekitiya Şaredariyên Başûrê Rojhilat (GABB) kiriye. Dema vê sekreteriya xwe di 2009’an ji doza KCK’ê hat girtin û piştî ku hat berdan dîsa sekreteriya xwe domand. Piştre di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de Serokatiya Daîreya Têkiliyên Gel kir. Ji serê sala 2023’yan ve Hevserokê Komeleya 78’an a Amedê ye.