Komeleya 78’an û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi boneya salvegera 12’ê Îlonê li ber deriyê girtîgeha Tîpa E ya hejmara 5’an a Amedê daxuyaniyek dan. Parlementerên Partiya Çepên Kesk ên Amedê parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, nûnerên MED-DER, MEBYA-DER, TUAY-DER, TMMOB, SES, DTO, HDP û gelek rêxistinên din amade bûn. Nûneran di daxuyaniyê de pankarta “Em di 43’emîn salvegera darbeya 12’ê Îlonê de hemû darbeyên sivîl û leşkerî şermezar dikin” hilgirtin. Çalakvanan dowîzên “Dest nede hiş û bîra min”, “Rewşa zindana Amedê pirsgirêka çareseriya kurd e”, “Dibê zindana Amedê bibe muzeya mafê mirovan”, “Nehlet li îşkenceyê bê” hilgirtin. Bi kurdî Rêveberê Komeleye 78’an Huseyîn Bariş û bi tirkî jî Serokê Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz daxuyanî xwendin.
Rêveberê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş diyar kir ku di ser darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î de 43 sal derbas bûn û wiha got: “Di dawiya vê darbeya leşkerî de gelek kes hatin darvekirin. Polîtîka û pêkanînên li dijî qedexekirina îşkenceyê û nêzîkatiyên xirab rû dan. Sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl hatin girtin û azadiya fikr û ramanê hat binpêkirin. Welatiyan terka welat kirin û ji neçarî çûn sirgûnê. Her çiqas piştî vê pêvajoyê derbarê kesên bi awayekî çalak di nava darbeya 12’ê Îlonê de cih girtin de pêvajoya darizandinê hatibe destpêkirin jî, lê tu encam bi dest neket. Di 43 salan de hevrûbûn û hesabpirsîneke rasteqîn çênebû. Mixabin rejîma 12’ê Îlonê hê jî tevî hemû sazî û dezgehên xwe didome. Welat 43 sal in bi Destûra Bingehîn a darbeyê û bi qanûn û rêziknameyên ku wê demê hatine çêkirin, tê birêvebirin. Saziyên wekî YOK û RTUK’ê ku wekî berhemeke darbeyê daxilî jiyana me bûne, hê jî hene. Astengiyên ku dema darbeyê de li ber maf û azadiyên sendîkayî hatin danîn, hê jî didomin. Pêkanînên antîdemokratîk ên wekî bendava hilbijartinê ku ji bo kurd daxilî hilbijartina sivîl nebin hatin çêkirin, hê jî di meriyetê de ne.”
‘Ji rêgezên hiqûqî hatine dûrxistin’
Bariş, feraseta damezirandina komarê rexne kir û wiha berdewam kir: “Komara Tirkiye jixwe xwedî pratîk û wesfeke tekparêz û înkarkerê bû. Lê darbeya 12’ê Îlonê vê pirsgirêkê kûrtir kir. Îro pirsgirêk û binpêkirinên mafan pir zêde kirin. Welatê ku bi Destûra Bingehîn û feraseta 12’ê Îlonê tê birêvebirin, di salên dawî de bi temamî ji rêgezên gerdûnî yên hiqûqê dûr ketiye. Pêkanînên antidemokratik her ku diçe zêde dibe. Mafê siyaseta sivîl ê kurdan hatiye desteserkirin. Bi mayîndekirina polîtîkayên qeyûman azadiyên kurdan ên bijartin û hilbijartinê hatine binpêkirin. Mafê darizandina adil hatiye rawestandin û mafên bingehîn ên wekî azadiya ramanê û rêxistinkirinê ji holê hatine rakirin.”
‘Rêvazêb çewisîner û antîdemokratîk’
Bariş, da zanîn ku têkildarî van xalan ji helwesta çareseriyeke bi rêbazên demokratîk a ji bo meseleya kurd dûrketinek çêbûye û wiha lê zêde kir: “Di “polîtîkayên ewlehîparêz” de ku pirsgirêkên heyî kûrtir dikin, rêbaza zext, zor û çewisandinê hatiye bijartin. Ev helwest û nêzîkatî her roj bêtir dibe sedema binpêkirinên mafan. Eşkere ye ku dê welat êdî nikaribe bi van rêbazên çewisîner û antîdemokratîk were birêvebirin. Bi rêgezên hiqûqa gerdûnî, feraseta rêvebiriyeke demokratîk, wekhevîparêz û pirdengî, bi hevrûbûna feraseta darbeyê û hemû saziyên wê re, bi hesabpirsîneke rasteqîn û destûreke bingehîn a nû, sivîl, demokratîk û pirrengî pêkan be. Daxwaza me ew e ku Zindana Leşkerî ya Hejmara 5’an a Amedê piştî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê bûbû navenda sûc ên mezin. Binpêkirinên mafan ên giran, wê tu car ji bîra gelê kurd neçe, bibe Muzeya mafê Mirovan a bîra mirovahiyê.”
‘Ev girtîgeh bûye şahidê gelek zextan’
Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî bal kişand ser axaftina xwe ya ku artêşa tirk rexne kiribû û ji aliyê gelek siyasetmedarên va rastî lînçê hatibû ev tişt got: “Girtigeha Amedê gelek îşkenceyan li pey xwe hiştiye. Dema ku em di vî deriyê diketin hundir kesên ku bi kurdî diaxivîn di hundir nikarin bûn biaxivin. Ev girtîgeh gelek îşkence, zext û zordariyan şahiyê kiriye. Dema ku ez parêzer bûn jî di sala 1984’an de ez bûm şahidên gelek kiryaran.”