Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ku di 29’ê tebaxê de li ser hesabê xwe yê twîtterê bi daxuyaniyekê ragihand ku zimanên mîna îngilîzî, fransî, erebî, almanî û rûsî li pergala e-Reçeteyê zêde kirine. Ev daxuyaniya Koca bû sedema bertekên mezin. Sazî û odeyên tenduristiyê yên Kurdistanê bi daxuyaniyên ku dan bertek nîşanî Koca dan û xwestin mîna zimanên biyanî zimanê kurdî jî li e-Reçeteyê zêde bike. Her wiha li ser twîtterê siyasetmedarên kurd û gelek kesan jî bi heman armancî bertek nîşanî Koca dan.
Tevî hemû nerazîbûn û bertekan jî Koca, daxuyaniyeke berovajiyê mijarê da û daxwaza ji bo kurdî paşguh kir. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Şiyar Guldîken, der barê mijarê axivî û nirxandinan kir. Guldîken, da zanîn ku wan ji bo zimanê kurdî gelek caran serî Wezareta Tenduristiyê daye û serlêdanên wan bê bersiv hatine hiştin û ev tişt got: “Me gelek caran di raporên xwe de nivîsandiye û aliyê vê yên ilmî çi be me hemûyan aniye ziman.”
Hişmendiya li dijî kurdî
Guldîken, destnîşan kir ku SES di 1996’an de hatiye avakirin û yek ji xalên vê saziyê li ser zimanê dayikê ye û wiha axivî: “Bi tenê armanc gihîştina xizmeta tenduristiyê ya ziman e. Sedema ku em girîngiyê didin zimanê dayikê jî ew e ku kesên nexweş bikaribin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Sedsal in komara Tirkiyeyê hatiye avakirin. Di zagonên wan de tenê zimanê tirkî heye ji xeynî vî zimanê tirkî tu ziman nehatine pejirandin. Di hişmendiya wan de dema ku zimanekî biyanî bê axaftin dê dewleta wan parçe bibe. Ev sedsal in tirsa wan a herî mezin ev e. Zimanê kurdî li vî welatî herî kêm di nav 25-30 milyon kesan de tê axaftin. Hejmara Tirkiyeyê 85 milyon e. Ji 3’yan yek jê kurd in. Ji vî 3’yan yek jê dema ku diçin nexweşxaneyê nikarin bi zimanê xwe biaxivin.”
Tûrîzmê bi kar tînin!
Di berdewamê de Guldîken, bal kişand ser zimanên ku li e-Reçeteyê hatine zêdekirin û der barê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Çend roj beriya niha jî Wezîrê Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî pergala xwe ya e-Reçeteyê nû kir. Ji xeynî tirkî 5 zimanên mîna erebî, elmanî, rûsî, ingilîzî û firansî lê zêde kirin. Dema ku komara Tirkiyeyê hat avakirin ji xeynî zimanê kurdî gelek zimanên biyanî dihatin axaftin lê rê nedan zimanê kurdî. Li dijî vê pergala nû li ser medya dijîtal gelek bertekên mezin derketin holê. Saziyên weke SES, DTO û gelek derdorên demokratîk jî bertekên xwe bi tundî anîn ziman. Wezaretê ev tişt ji xwe re weke tenduristiyeke tûrîzmê bi kar tîne. Kesekî biyanî ku ji welatên der ve bê Tirkiyeyê li vir bi erzanî dikare bê tedawîkirin. Ev tişt jî ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin. Kurdên ku ji her sê aliyên din tên, ger ku bi erebî nizanibin dê çawa bikaribin xwe îfade bikin. Divê ji bo wan kesan jî tiştek bê kirin. Pêwîst e ku bizanibin çi ji wan re hatiye nivîsandin.”
Tip û kurdî
Guldîken, xwest ku li her zanîngehê di beşa tipê de zimanê kurdî jî hebe û ev nirxandin kirin: “Pêwîst e zimanê kurdî di zanîngehên Tenduristiyê de jî bibe beşa dersên tipê û ders bên dîtin. Ne wekî ku li dibistanên fermî salê carekê kampanyaya zimanê kurdî didin destpêkirin. Li zanîngehên Dîcle, Riha û li gelek zanîngehên din divê ev perwerdeyên ziman bên dayîn. Ne tenê bi kurdî li vî welatî gelek kesên weke laz, çerkes, ereb û suryan jî dijîn divê ku her kes bi zimanê xwe perwerde bibîne. Divê her xebatkarên tendirustiyê jî bi zimanê wê herêmê bizanibin da ku têkiliya wan û gel neyê qutkirin. Dema ku nexweş bên nexweşxaneyê divê ku xwe xweş îfade bikin. Weke sazî me gelek caran daxuyanî û banga ji bo zimanê kurdî kiriye. Gelek caran di raporên xwe de me nivîsandiye û aliyê vê yên ilmî çi bin me hemû nivîsandiye. Em ê heta dawiyê jî bidomînin. Heta ku daxwazên me bi cih neyên em ê têbikoşin.”