Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di 2′yê Îlonê de aşkera kir ku piştî Operasyona ′Xurtkirin Ewlehiyê′ li Dêrazorê hate destpêkirin hêzên derve yên cuda derbas bûn û xwestin vê opersyonê weke şansekê ji bo pêkanîna planên xwe bi kar bînin.
Yek ji aliyên xwestin ewlehiyê têk bibin, çeteyên girêdayî hin saziyên ewlehî yên girêdayî rejîmê ne.
Ajansa ANHA’yê axaftin û lixwemikurhatina çeteyê bi navê Ehmed Hemed Ewad El Şewlox ku saziyên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê ew li Dêrazorê kiriye ajan bi dest xist. Ew çete ji eşîra El Bû Camil-êla Igêdat e û di 1989′an de hatiye dinê.
Ehmed Hemed Ewad El Şelox di saziyeke hikumetê de wek karmend dixebitî. Piştî DAIŞ derbasî Dêrazorê bûye, motorsiklêt çêdikirin û piştî HSD′ê herêm ji DAIŞ′ê rizgar kir, kesê bi navê Ebû Elî ku endamekî şaxê ewlehiya siyasî ya hikumeta Şamê ye di 2019′an de pê re têkildar bû û ji wî xwest agahiyan li ser HSD′ê kom bike. Lê li gorî îdiayên wî, wî ew yek red kir.
El Şelox wiha got: “Ebû Elî ez dîtim û gef li min xwarin û got ′mirovên me li vir hene, ger tu bi me re nebî alîkar em ê te û malbata te bikujin′.”
Piştre El Şelox di hefteyê de 2 caran li bajarê Meyadîn têkilî bi ewlehiya siyasî re bi rêya Ebû Elî dewam kir. Piştî bûyerên dawîn li Dêrazorê Ebû Elî ji El Şelox xwest ku tevî rûgirtiyan tevgerên xwe bikin. El Şelox di axaftina xwe de derbasbûna koman li hundirê herêmê aşkera kir û wiha domand: “Ez bi wan re beşdar bûm, lê min kesek ji wan nas nekir û min nizanî ji ku ne.”
El Şelox aşkera kir ku ewlehiya siyasî ji wan xwest ewlehî û îstîqrara Dêrazor û Cizîrê bên têkbirin, da ku piştre hêzên hikumeta Şamê kontrol bikin.