Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta tirk beriya demek kurt herêmên Sorê û Sigêrê ên dikevin rojhilatê bajarokê Amêdiyê yê ser bi Dihokê ve bi dijwarî bombebaran kirine.
Rojnews′ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî ragihand ku balafirên şer di saet 06:00’ê siharê de jî rêzeçiyayên Metînayê bombebaran kirine. Tê gotin ziyanek mezin bi jîngeh û daristana herêmê ketiye.