12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro Pûtîn û Erdogan li Soçiyê dicivin

Li gorî daxuyaniya Kremlinê îro serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn dê li bajarê Soçiyê ya li peravên Deryaya Reş bi serokê Tirkiyeyê Tayip Erdogan re bicive

Hewldanên Erdogan ên normalizekirina têkliyên bi welatên Rojava re bandor li gelek dozên hevbeş ên bi Rûsyayê re kir, nemaze dosyaya Sûriyeyê. Lewre jî tê texmînkirin ku bazarên nû di vê hevdîtinê de derkevin.

Beriya serdanê

Hevdîtina Erdogan û Pûtîn girîng e nemaze ku têkiliyên Rûsya-Tirkiye ji ber gelek nakokî û pirsgirêkan hinekî sar bûne. Nakokiya yekemîn a Erdogan bi Pûtîn re dosyaya Ukraynayê ye. Lihevkirineke hebû ku her pênc fermandar Azof li Tirkiyeyê bimînin heta ku şerê Rûsya û Ukraynayê bi dawî bibe. Lê  Enqere 5 fermandar radestî Ukraynayê kirin.  Radestkirina van fermandaran gelek pirsên  têkildarî bandora wê li ser têkiliyên Rûsya-Tirkiye, derxistin pêş.

Têkildarî radestkirina fermandarên Azof, berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov  diyar kir ku tevî garantiyên ku Erdogan danbûn ku feramdaran radest neke heta ku şerê Rûsya-Ukraynayê bi dawî bibe, lê radestkirina wan binpêkirina lihevkirinê ye

Hemwextî wê bûyerê, însiyatîfên normalîzekirina Tirkiye-Amerîka û Rojava bibû rojev. Tirkiye di mijara tevlêbûna Siwêd a NATO`yê de helwesteke nerm nîşan da. Li beramber wê hêzên Rojavayî soz dan Tirkiyeyê ku tevlêbûna wê ya li Yekitiya Ewropayê hêsantir bikin. Li rex wê jî peyamên erênî di navbera Washington û Enqereyê de hebûn.

Ev nakokî, rasterast bandor li lihevkirina dixil kir. Rûsya di Tîrmehê de lihevkirin rawestand ku bi navbeynkariya Tirkiye û NY`yê pêk hatibû. Rûsya derfet dabû ku genim bi rêya koorîdorên ewle yên Deryaya Reş werin hinartin.

Ev mijar hemû rasterast bandor li dosyaya Sûriyeyê û normalîzekirinê di navbera Tirkiye û hikumeta Şamê de kir ku ji wê demê ve di cihê xwe de bê pêşketin maye. Ji vê zêdetir balafirên Rûsya û hikumeta Şamê gelek baregehên çeteyên dewleta tirk ên “herêmên bêçek” bombebaran kirin.

Armancên serdanê

Têkildarî Rûsya û Tirkiyeyê, piraniya armancên wan ên bi nakok bi ser neketin. Rûsya ji peymana dixil vekişiya ku bi rêya wê dixwaze şantajê li welatên Ewropayê bike da ku Ewropa desteka xwe ji bo Ukraynayê rawestîne û cezayên li ser Moskovê rawestîne, lê ev tişt pêk nehatin. Ji vê zêdetir Rûsya dixwaza rêça normalîzekirina di navbera Şam û Enqereyê de temam bike. Lê ev jî pêk nehat, nemaze ku hikumeta Şamê di nava aloziyên aborî û siyasî yên mezin de ye ku gefan li hebûna Rûsya ya li Sûriyeyê dixwe. Di encamê de Moskovayê dixwaze tevkariya bi Îran û Tirkiyeyê re bidomîne da ku hikumeta Şamê bi hêz bike.

Der barê Tirkiyeyê de, sozên welatên Rojava hebûn ku Enqere bibe endameke Yekitiya Ewropayê û sozên dîtir hebûn, lê pêk nehatin. Gavên vê dawiyê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin  avêtin hişt ku mijara dagirkeriya wê ya deverên din ên Sûriyeyê rastî gelek astengiyan were. Ji ber vê yekê Tirkiye dibîne ku pêwîstiya wê bi domandina tevkariyê ya bi Rûsya, Îran û hikumeta Şamê re heye.

Di bûyerên ku vê dawiyê li gundewarê Dêrazorê derketine de, berjewendiyên hikumeta Şamê Rûsya, Tirkiye û Îranê li hev hatine. Her yek ji van aliyan dixwaze vê rewşê wekî fersendekî bi kar bîne û bi rêya belavkirina fitneyan û piştevaniya bi komên çete yên li Dêrazorê berjewendiyên xwe bi cih bînin. Di vê çarçoveyê de Rûsya, Îran û hikumeta Şamê dixwazin zextê li hêzên Amerîka û QSD′ê bikin û eşîran Ereb bidin sorkirin û bêjin ku şerê heyî yê Ereb û Kurdan e. Dîsa jî Tirkiyeyê bûyerên li Dêrazorê diqewimîn wekî derfetekê dîtiye da ku dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê berfireh bike.

Lê xuyaye ku Rûsya, Şam û Îran ji dagirkeriya dewleta tirk li herêmên nû yên Sûriyeyê ne razî ne. Lê dixwazin ku çeteyên Newaf El Beşîr li Dêrazorê pêşde biçin. Derbasbûna El Beşîr di bûyerên li Dêrazorê îsbata vê yekê ye.

Dibe ku Rûsya, Îran û Şamê dê hewl bidin tevliheviya li Dêrazorê gûrtir bikin. Di heman demê de dê dewleta tirk êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bike da ku HSD′ê bi gelek eniyên şer ve mijûl bikin.

Nîşaneyên vegera têkiliyên Rûsya-Tirkiye di gelek daxuyaniyên rayedarên Rûsya, Tirkiye û Îranê de diyar bûn. Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di serdana xwe ya li Moskovayê ku pêncşema borî pêk hatibû de, ragihand ku dê xebata li gorî peymana hindarkirina dixil ji bo ewlehiya xurekê ya cîhanê û îstiqrara herêma Derayay Reş berdewam bike.

Di 31′ê Tebaxê de wezîrê karên derve yê Îranê jî Hisên Emîr Ebdullehiyan serdana Şamê kir û got, têkiliyên dostaniyê yên Şam û Îranê ji bo berjewendiyên her du welatan û herêmê ye.

Li gorî nîşaneyan, hevdîtina serokkomarê dewleta Tirk a dagirker û serokê Rûsyayê dê têkiliyên her du aliyan (Rûsya û Tirkiye) baş bike û li ser vê yekê jî dibe peymanên ku her du aliyan îmze kirine, bi taybetî peymanên girêdayî Sûriyeyê werin temamkirin. Axaftinên li ser normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê dê vegerin. Ji vê zêdetir  hewldanên van aliyan hene ku bi rêya serokirina eşîrên Ereb û şêniyan û zêdekirina êrişên dewleta Tirk  zextê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.