Hemû polîtîkayên desthilatdan li ser pêşxistina şeran e. Destûrê nadin civak bi aştiyane bijî. Desthiladar ji bo xwe xurttir bikin, bi aweyekî hevpar rê li aştiyê digirin. Li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî i Kurdistanê ev polîtîka pir pêş ketiye. Desthildariya AKP û MHP li Tirkiyeyê her roj qanûnan binpê dike. Tevî ku mafê zagonî heye jî zêdeyî 30 mehin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Bi girankirina tecrîdê re şer jî giran dibe. Bi şer re xizan her diçin xizantir dibin û desthilatar jî dewlemedtir dibin.
Der barê tecrît û bandora wê ya li jiyanê de parêzerê mafên mirovan û hiqûqzan Ozturk Turkdogan ji rojnameya me re axivî. Ozturk Turkdogan ewil destnîşankir ku tecrîd a bi cezayên dîsîplînê li dijî qanûnê ye û wiha got: “Tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan tê meşandin aşkera li dijî qanûna înfaza li Tirkiyeyê ye. Ev binpêkirina destûra bingehîn û qanûnê ye. Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de aktorê herî girîng e. Ku tecrîd rabe, dê pêşiya aştiyê vedibe. Hikûmet ji bo şer pêş bixe û pêşiya aştiyê bigire, tecrîdê kûrtir dike. Bi pêşxistina polîtîkayên aştiyê, tecrîd dikare bişkê. Saziyên Ewropayê ji ber ku dema radestkirina Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şirîk bûn îro bêdeng in. Pirsgirêk bi bilindkirina siyaseta aştiyê ya li Tirkiyeyê çareser dibe. Divê saziyên Ewropayê jî bên tehşîrkirin.”
Qanûn ji bo girtina kurdan e
Turkdogan diyar kir ku dema înfaza girtiyekî bi dawî bibe, dadgeh jî nikare înfazê dirêj bike û wiha lê zêde kir: “Tevî ku biryara saziya girtîgehê ya Tirkiyeyê jî neberdana girtiya bi tevahî sedemên polîtîk in. Bi guhertina qanûna înfazê ya ku di sala 2020’an de li ser daxwaza MHP’ê hatibû kirin, pêkanîneke wiha hat despêkirin. Alattîn Çakici û hemû endam çete û serokê wê hatin berdan. Lê girtiyên siyasî bi zanebûn nehatin berdan. Ji bo girtî neyên berdan, qanûnek xapînok li ser qanûnên xwe zêde kirin. Ev teqez li dijî Destûra Bingehîn e. Bi taybetî jî bo ku girtiyên siyasî yên kurd di girtîgehan de bihêlin qanûn guhertin. Ev derqanûnî ye. Cudakarî ye.”
Israra tecrîdê israra şer e
Turkdogan anî ziman ku berdêla tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê giran e û wiha domand: “Beriya her tiştî pêvajoya şerê çekdarî 8 sal temam kir. Kete sala 9’an. Di vê pêvajoyê de gelek mirov hatin kuştin. Li gorî daneyên ÎHD’ê zêdeyî 6 hezar mirov hatin kuştin. Ez ne şaş bim zêdeyî 10 hezar mirov birîndar bûn. Berdêla şerê 8 salan ji bo Tirkiyeyê pir giran e. Tirkiye niha di qeyrana aborî ya giran de ye. Enflasyon pir zêde ye, bêkarî heye. Ji ber ku hikûmet hemû derfetên aborî ji bo şer xerc kiriye, Tirkiye aniye vê astê. Aştiya civakî xera bûye. Di sala 2015’an de, aştiya civakî dikaribû bêdawî bidomiya. Lê ev yek nehate kirin. Berdewamkirina tecrîdê berdewamkirina şer e.”
Turkdogan herî dawî destnîşan kir ku wan weke parêzvanên mafê mirovan her tim tecrîd tehşîr kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke parêzvanê mafên mirovan, me diyar kir ku tecrîd hem li dijî hiqûqê, hem jî li dijî pergala navneteweyî, hem jî li dijî exlaq û wijdanê ye. Me li Tirkiyeyê û li qada navneteweyî ev kir rapor. Em ê her tim rastiyê bêjin. Lê ji bo rakirina tecrîdê tenê parêzvanên mafên mirovan têr nakin. Em hewl didin ku muxalefeta siyasî ya Tirkiyeyê li ser vê mijarê biaxive. Siyaseta muxalif dê bi têkoşîna aştiyê karibe dawî li tecrîdê bîne. Tecrîd her tim di rojeva me de ye. Em tecrîdê di çerçoveya îşkence û mûameleya xerab a qedexe de dinirxînin.”