Artêşa tirk û çeteyên wê duh bi çekên giran erîşî hin gundên Minbicê kirin. Di encamê de hinek gundî şehîd bûn, mal hatin wêrankirin û xelk koçber bûn. Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva tevahî êrîşan da û hewldana çeteyan a dagirkirina gundan têk birin.
Li ser mijarê hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Elî El Ebo got: “Em li ser êrîşên nû yên çeteyên dewleta tirk yên li seranserî eniyên şerên rojava, rojavayê bakur û bakur, şiyar bûn. Armanca çeteyan ji êrîşan ew e ku gundan kontrol bikin.”
El Ebo diyar kir ku çeteyan tu gav neavêtin, lê li gundê Muhsenlî tenê hinekî pêş ketin. Her wiha diyar kir ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva tevahî êrişan da û rewşa mîna berê asayî ye.
El Ebo destnîşan kir k ku ev êriş li ser navê piştgiriya eşîrên li Dêrazorê hatin kirin ku berê hatibû plankirin û wiha dom da axaftina xwe: ” Yên ku ev êriş plan kirine dixwazin bi hestên eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilîzin da ku planên aliyên derve pêk bînin û ewlehiya herêmê xirab bikin.”
El Ebo da zanîn ku eşîran aqilmend hene ku berjewendiya welat û şêniyan di ser her tiştî re digirin û got: “Divê em ji kesên hewl didin ewlehî û îstiqrarê xirab bikin, dûr bikevin.′′
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El Ebo di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku eşîr ji bo parastina ewlehî û istiqrara herêmê her tim mertal bûn û dê wisa bimînin.