1- Yekê bo xwe çêlek kirî bire malê, çêlê mîst. Rabû bo xudahnî got ‘xalo ev çêlek kun e ( bi xwe de mîz dike) min nevêt.
2- Mamoste ji xwendekarên xwe re got, sibe her yek wêneyê zaroktiya xwe bi xwe re bîne. Mirîşkê roja din hêkek bi xwe re anî.
3- Pîrejinek di ber xwendingehê de derbas bû, got ‘ehhoo, ev çend zarokên vê malê hene!’
4- Mêrûyek çû serşokê da serê xwe bişo, bi sabûnê ve ma zeliqandî.
5- Carekê fîlek û du mêrû şer kirin, fîlî got yek bi yek werin!
6- Carekê fîl û mêrûyan holanê kir. Mêrû bi ser ketin, fîlan got, em qebûl nakin, we berpêk dane me (faul kir)!
7- Zarokekî ji bavê xwe re got, min di xew de dît te pere dida min. Bavê wî got, zû ji ber çavê min here, berî ku ez wî pereyî ji te bistînim!
8- Yekî mûsilî hingî tema (xesîs, çikûz) bû, zewicî, bi tenê çû meha hingivîn û bûk bi xwe re nebir, got da zêde mesrefa min nebe.
9- Keçekê gote şivanekî tu çi karî dikî? Şivanî gotê min galeriya pezî heye.
10- Mirovek carekê kete bîrê û nikaribû derkeve. Wî got ‘haho ev e çî ye, wele heta êvarê derneyêm ez ê biçim mala xwe.’