12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tavehîv

Selahattîn Çam

Çend roj e dilê Dilteng dixwaze here ber behrê û li ser zinarekî rûne, li behra ku aramî dida mirovan temaşe bike. Bi ava zeryayê re silav û hezkirinên xwe bigihîne Dîcleya nazenîn. Xwestibû ku hinek bêhna xwe berde. Lewra nêzî salekê ye ku pandemiyê ew kiriye hundir û nefes lê çikandiye. Rabû cilên xwe li xwe kirin, xwe girêda û bi hêz ji deriyê apartmanê derket.

Di nav parkên zarokan re derbas bû. Zarok bi kêf û şadimanî dilîstin. Zarokiya xwe bi bîr anî. Zarokiya wî ne li parkên zarokan derbas bûbû; li kuçeyên teng û li ser xaniyan derbas bûbû. Axîneke kûr kişand û xweziya xwe bi wan zarokên bextewar anî. Xwe li ba kir bi lez û bez bi riya xwe de meşiya. Îro hewa pir xweş bû. Xwe bi xwe fikirî û di ber xwe de got: “Her der berf û zivistana sar û serma û tengasî ye. Li vir wek bihara rengîn e.” Bavê wî ji bo rojên wiha re digot: “Çileyê erebî rojek ji gulanê deyn kiriye.’’ Li ber behrê, keç û xortan kursî û maseyên xwe yên portatîf bi saz kirine û cihê xwe xweş kirine. Çay, qehwe û meya wan li ber wan e, dem û dewrana xwe bi sohbet û yariyan derbas dikirin. Hinekan çay û qehwe vedixwarin. Hinekan cixare dikişandin. Hinek jî bi hev şa dibûn. Xortekî serê xwe dabû ser çoka yara xwe û jêr de li çavê wê bi hesret mêze dikir. Û dixwest xwe di dilê wê de bihewîne.

Çil û pênc sal berê bi bîr anî. Ew yara xwe jî li vir, li bin dara palmîyê rûniştibûn û wî jî mîna vî xortî serê xwe dabû ser çoka yara xwe. Çavên wê yên şîn ên wek Behra Spî aramî û hizûr dabûnê. Fikirî ku ew dara palmiyê kîjan bû. Piştî lêgerîneke dirêj ew dar bi cih kir û li ber rawestiya. Tevahiya daran evîndar li binê wan ketibûn nav hezkirinê, ew dar tenê bêxwedî wek sêwiyan bû. Xwe bi xwe got: “Ew dar a me ye. Lewma kes nehatiye binê wê.” Çavên xwe girt û ket nav xewn û xeyalên demên borî. Serê xwe dabû ser çoka yara xwe destê wê diguvaşt û xwe dispart bêndera çavên wê yên şîn.

Ji nav xewn û xeyalên bihuştî derket û li jor nêrî. Refek çûkên xweşik li semayê direqisiyan. Li hewa carnan nêzî hev dibûn û li hev kom dibûn. Carnan jî ji hev dûr diketin, bi lez û bez dîsa kom dibûn. Demek berê xwe qiyame kir û bi kêf û zewq çûkên xweşik temaşe kir. Çûkan ew biribû gund û zarokiya wî. Li gund çûkên navgundî wiha ref girê dabûn û bi ser darên goristanan ve direqisiyan. Ew û hevalê xwe Şêrgo ketibûn dû çûkên xweşik. Wan ew li pey xwe biribûn, li Newala Mazwêran qelibandibûn. Tarîtiya şevê xof kiribû dilê wan û mîna tûra nava avê ricifiyabûn. Bi vê bîranînê dîsa ew tirs hîs kir û wek wê şevê laşê wî lerizî. Bi van bîranên û serboriyên xwe ber û berê behrê meşiya. Aramiya behrê hizûr û kêfxweşiyeke bêhempa didanê. Bi dilxweşî û kêfxweşiyê xwe gihand ber sînemayê. Lê sînema niha betal bûbû û li ber hilweşandinê bû. Dilê wî bi vê rewşa sînemayê xirabû. Hizirî ku êdî mîna berê sînema nemane. Dîlan bi bîr anî, li Amedê ev sînema bi nav û deng bû. Gundî bo xatirê vê sînemayê dihatin bajêr û bikêf û coş fîlm temaşe dikirin. Lê niha qet sînema nemane. Ên ku mabûn jî di vê pandemiyê de hatin girtin. Fîlmê Dema Hespên Sermest li vê sînemayê seyr kiribû. Tevî zarok û hevsera xwe. Bîranînê wî yên wê rojê mîna fîlmê Sînema Dîlanê bi lez û bez di ber çavên wî re derbas bûn. Dilê wî bi halê wî şewitî û rondik ji çavên wî herikîn xwarê. Îro ew tenê bû, ne zarok û ne jî hevsera wî li bal wî hebûn. Ew bi tena serê xwe bû. Birîn û bîranên xwe li ber deriyê sinemaya ku li ber hilweşandinê bû hişt û lezand.

Nivîseke ku li ser dîwar hatibû nivîsîn bala wî kişand; “Em nebûn mirovên hêja û maqûl. Me dev ji xewn û xeyalên xwe berda û firotin qey!’’ Car din nivîs xwend û axînek ji kûr de kişand. Xwe bi xwe bi dengekî nizim: “Me xewn û xeyalên xwe nefirotin lê ez ditirsim ku xewn û xeyalên me, me bifiroşin.’’ Serê wî di ber wî de dîsa bi ber û berê behrê de meşiya.

Hêj çend gav meşiya nemeşiya, rastî xortekî rih û simbêlên wî sor, por dirêj, bejn kin û lawaz, çavên wî di nav rih û simbêlên wî de wek du xarên şûşan diçirisiyan hat. Di destê wî de kemanek û li ber dîwarê beton ê nizim rûniştibû. Li kemanê dixist û hêdî hêdî stran digotin. Stranan bala Dilteng kişand, dişibiyan stranên gundê wî. Di demek kin de bi deng û awaza wî xortî çû Newala Mazwêran, Diyarê Malan, Diyarê Sîpanan, Newala Guran, Binê Dara Qijkê, Baniya Pehnik û Serêkaniyan. Çû bi ser wî ve sekinî û bala xwe dayê. Xort jî navber da strana xwe û ma li benda wî. Silav da xort û jê pirsî:

“Bira tu ji ku derê yî ?’’ Xort di serî de fam nekir lê paşê texmîn kir ku welatê wî dipirse. Serê xwe bir û anî û bi zimanekî ku bi Dilteng xerîb hat got: “Mîlano, Mîlanoo!”

“Min got qey tu ji Deşta Amedê yan jî ji Zozanê Şerevdînê yî.” Got û bi riya xwe de çû.

Dilteng di nav hest û ramanên mij û dûmanê de li ber deriyê qafeke rawestiya. Xortek nêzî wî bû û dawetî qafê kir. Fikirî rûne an na, ket nava dudiliyê. Li aliyek dilê wî dixwest li vî cihê bilind û bi ser behrê ve ye rûne û meyeke bide ber xwe. Û li dîmenên zeryayê temaşe bike, demeke xweş derbas bike. Li alî dinê jî tirsa coronayê ketibû zikê wî. Digot, ji qafê vîrûs ê êrîşî min bikin. Tirsê nehişt ku bi kêfa dilê xwe rûne li dîmenên behrê seyr bike û bikeve nava xewn û xeyalên bihuşti. Dîsa ramiya û xwe bi xwe got: “Gelo ê dîsa mîna berê bê tirs û bi serbestî karibe jiyana xwe bidomîne û bi kêfa dilê xwe bajar bi bajar bigere.

Bi vî mejiyê tevlîhev serê xwe tîk kir û bi awayekî ji xwe bawer, hat ber dîwarê behrê. Di navbera zerya û dîwar de zinarên tûj wek kêran serê xwe bi hewa de rakiribûn. ji behrê re nobedarî dikirin. Tabeleyeke li ser ‘’Daketina ser zinaran xetere û qedexe ye!’’nivîsîbû bala wî kişand. Di ber xwe de bi piste pist got: “Ger ku xeter e, çima qedexe ye. Ê ku xeterê bide ber çavê xwe ne bes e. Ê ji xwe rastî belaya xwe bê.” Di pey gotina xwe re çind da ser dîwarê nizm. Di dilê xwe de ramiya ku yê çi xeterî di vî dîwarê bi erdê ve ye, hebe. Çinddaniya wî ya ser dîwar û ketina wî ya erdê bi hev re pêk hat. Dewxa wî çû û çavên wî bi reş ve hat û mîna dolapa avê ket xwarê. Siûda wî hebû ku bi ser serê xwe de neketibû, bi ser dest û piyên xwe de ketibû. Dest û piyên wî ew parastibûn. Keç û xort bazdan hatin bi destê wî girtin û ji erdê rakirin. Jê pirsîn:

“Keko tiştek bi te bû, di laşê te de birîn hene, ciheke te diêşe? Ereba me li vir e, em te bigihînin textor.’’

“Na, na! Tiştek bi min nebû, ez baş im.’’ Xortekî qemer:

“Kekê ereba me hazir e. Em herin nexweşxanê. Dibe ku birîn hêj germ be; tu di xwe dernexî.’’

“Na, na! Tenê dest û piyê min li erdê ketin. Hinek terişîne. Xort û keçên delal! Bo pêwendî û eleqa we pir spas dikim, hûn her hebin! Li kêfa xwe binêrin. Vê roja we ya xweş bila berhewa neçe.’’

“Madem tu baş î. Em jî bi riya xwe de diçin. Bimîne di nav xêr û xweşiyê de.’’ Ciwanan ew hiştin û bi riya xwe de çûn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê