12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dewletê xera kir û em bêsitar hiştin’

Mexdûra erdhejê Leyla Taş ku niha li bin daran dimîne wiha got: “Cihê ku ez û zarokên xwe bi hevre lê bimînin tune ye. Ji ber vê yekê niha li bin daran dimînin. Kurê min Zana 10 rojî ye. Ji ber ku derva germ e digirî."

Di 6’ê Sibatê de li bajarên Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê bi pîleyên 7.7 û 7.6 erdhej pêk hatin. Li gor daneyên fermî di erdhejê de herî kêm 50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi sed hezaran avahî hilweşiyan û xisar dîtin. Li gor biryarên ku hatibûn girtin dê AFAD’ê avahiyên ku li bajar, navçe û gundan xisar dîtibûn hilweşîne. Her wiha dê ji bo avakirina avahiyan alîkarî bidaya. AFAD a ku di dema erdhejê de alîkarî nedigihand erdhejzedeyan, tevî ku di ser erdhejê re 7 meh borîn jî avahiyên ku xisar dîtine hilneweşandiye. Avahiyên ku hatine hilweşandin jî bermahiyên wan ji nav kolanan nehatine avêtin. Li gundê Reşikê ya girêdayê navçeya Farqînê ya Amedê jî kavilên xaniyên ku hatine xirakirin di nav gund de hatine hiştin. Em li gundê ku xaniyên wan hatine xirakirin bi mexdûran ku li bin daran dimînin re axivîn.

Tevî 7 zarokên xwe bêwar in

Leyla Taş a ku tevî 7 zarokên xwe li bin darên mala xwe dimîne da zanîn ku dewletê piştî erdhejê hatiye mala wan mohr kiriye û wiha got: “Ji me re gotin nekevin mala xwe. Lê ji bo cihê em lê bisitirin tiştek nedan me. Nêzî du meh in xaniyê me xera kirine. Cihekî ku ez û zarokên xwe bi hevre lê bimînin tune ye. Ji ber vê yekê niha li bin daran dimînin. Kurê min Zana 10 rojî ye. Ji ber germahiya havînê nasekine û digirî. Îro em li derve ne, lê zivistanê em ê biçin ku? Divê rayedarên dewletê xaniyekî ji mere çêkin. Karê dewletê ewe ku xizmetê bide welatiyên xwe. Madem ku dewlet e, divê erka xwe pêk bîne. Piştî ku xanî hatin xirakirin, mar û dubişk zêde bûn. Ez ditirsim ku bi zarokên min vedin. Çima xaniyê me xera kir. Eger xera kir, divê yekî nû ji mere ava bike. Ji ber ku em li dervane hevjînê min jî nikare here derekî dûr bixebite. Dewlet jî tu alîkariyekê nade me. Ez ducanî nexweş bûm ji neçarî li çol û pesala bûm. Em bi zorê îdare dikin. Bila êdî çareyekê bibînin. Çar meh piştî erdhejê hatin xaniyê me xera kirin. Lê kengî çêkin xwedê zane.”

‘Em êdî nikarin sebir bikin’

Hevjînê Leyla Taş, Ahmet Taş jî da zanîn ku ji xeynî wî kesekî ku li mal bixebite tune ye û wiha axivî: “Ji ber ku mala min dûrî gund e û zarokên min biçûk in nikarim dev ji wan berdim û herim xerîbiyê bixebitim. Ji ber ku ez naxebitim pereyê ku ez solekê jî ji zarokê xwe re bistînim tune ye. Zarok di nav vê toz û gemarê de dimînin. Nexweş dikevin. Pereyê ez wan bibim nexweşxaneyê jî tune ye. Li peşiya me zivistan e. Eger baran were em ê li derve van zarokan çawa biparêzin. Di bin navê pereyê kirê de mehê 3 hezaran didin me. Di nav vê buhabûnê de 3 hezar têra potê zarokan jî nake. Îja hekê nan û xwarinê em ê ji ku bînin. Em diçin dibêjin an pere bidin em xanî çêbikin an jî hûn çêbikin. Ji me re dibêjin sebir bikin. Dibêjin biryar çiye, çewaye em jî nizanin. Êdî em ê heta ku sebir bikin. Ew nikarin rojekî wisa sebir bikin. Ji xwe me têra xwe sebir kir. Divê demildest mal ji me re were çêkirin ku hevjîn û zarokê min têkevinê da ku karibim herim bixebitim. Xanî star e. Ger star çêbibe mirov dikare bijî.”

Çadiran nedan me

Xêlya Onler a 85 salî ku yek ji şêniyên gund e û mala wê hatiye xerakirin jî giliyê xwe anî ziman û wiha peyivî: “Dema erdhej çêbû hatin gotin nekevin mala xwe. Lê ne çadir ne jî konteynir nedane me. Em çûn AFAD’ê gotin herin waye pere ketiye hesabê we. Biçin Farqînê bistînin. Em çûn Farqînê pere neketibû hesabê me. Ne 15 hezarên ku dan erdhejzedeyan, ne jî pereyê kirê dan me. Li gund çend xanî xerebûne hîn jî yên tu kesî çênekirine. Li şûna ava bikin xera kirin. Kavilê xaniyan jî li şûna wan hiştin. Heta niha tenê carekî 10 hezar û carekî jî 6 hezar dane min.”

‘Ne erdnejê, dewletê xaniyê min xera kir’

Hediya Elbat ku mala wê hatiye xerakirin jî diyar kir ku dewletê wan mexdûr kiriye û ev tişt anî ziman: “Xwezî mala min bi ser min de biketa û ez wisa rezîl nebûma. Dewletê hat xaniyê min xera kir û wisa hişt. Jixwe nexweşim. Dema têm li şûnwarê xaniyê xwe dinêrim bêhtir nexweş dikevim. Nexweşiyên min girantir bûn. Êdî nikarim nimêjê jî bikim. Dewletê tenê 15 hezar alîkarî da. Heqê kirê jî neda min. Nexweşiya dil, tansiyon şekir bi min re heye. Xaniyê ez lê bimînim tune ye. Hêza min a avakirina xaniyekî tune ye. Hêza min hebûya, min xwe mohtacê dewletê nedikir.”

Zarok bi talûkeyê re rû bi rû ne

Abdulkarîm Elbat jî, da zanîn ku xanî ji wan re ava bikin an nekin nediyar e wiha got: “Bila werin ewil van kavilan ji nav gund paqij bikin. Em di nava toz û dûmanê de dijîn. Em newêrin ji dupişkên nava kavilan razên. Zarok bi talûkeyan re rû bi rû ne. Zarokek agir bavêje nav van qirş û qalan wê agir bi xaniyên mane jî bikeve. Xaniyê min ne yê xerakirinê bû. Lê hatin xera kirin. Bila werin van kirş û qalan rakin.”