Tirsa dewlet û hikûmetê ji neheqî û bêedaletiya wê ye. Ji bo rastiya wê ronî nebe êrîşî Dayikên Şemiyê dike. Dayikên şemiyê jî hêza xwe ji mafdarî û heqîqetê digirin. Ji ber vê yekê bi biryar û israr têdikoşin
Çalakî û berxwedana Dayikên Şemiyê di adara 1995’an de li Qada Galatasarayê dest pê kir û heta îro berdewam dike. Dayik ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, bi biryar û israr, 28 sal in her hefte roja şemiyê dadikevin qadan û daxwazên xwe yên edaletê tînin ziman. Dayik her hefte bi wêneyên xizmên xwe bi dehan kîlometre dikevin rê û diçin Qada Galatasarayê. Germa havînê û sermaya dijwar a zivistanê ji bo xwe nakin astengî. Zext û neheqiya polîsan ji bo xwe nakin astengî. Çalakiya dayikan ku li Galatasarayê dest pê kir, piştre li gelek bajaran belav bû. Îro ev çalakî li Îzmir, Amed, Edene, Wan û gelek bajarên din bi girseyî didome. Dayikên ku zarok û xizmên wan ji aliyê hêzên di nava dewletê de hatin windakirin û kuştin, bênavber ji bo edalet cihê xwe bibîne têdikoşin. Gelek dayikên ku di van çalakiyan de cihê xwe digirtin, bêyî ku daxwaza wan pêk bê jiyana xwe ji dest dan. Dayik Berfo Kirbayir a ku kurê wê Cemîl Kirbayir di bin çavan de hat windakirin, bi salan li Qada Galatasarayê li ber xwe da. Bi serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin kir. Erdogan soz da Dayika Berfo ku kujer bên dîtin û darizandin. Îro Erdogan bûye serokomar û hemû hêz xistiye destê xwe. Lê heta niha soza ku Erdogan, rayedarên îktîdar û hikûmetê dan yek jî pêk neanîn. Heta niha kujerek jî nehat dîtin û nehat darizandin. Li şûna kujer bên darizandin, ser dosyayan hatin girtin û kujer hatin xelatkirin. Her çend ku 28 sal in rayedarên dewletê ji bo edalet pêk bê tu gavan navêje jî, dayik bi biryar in ku heta edalet pêk bê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Berxwedan û têkoşîna Dayikên Şemiyê, biryar û israra wan a edaletê nîşan dide. Helwest û sekna wan a bigihêjin armanca xwe nîşan dide. Hevî, bawerî û lêgerîna wan a azadiyê nîşan dide. Ev sekn, bawerî, biryar û israra dayikan li aliyekî hemû polîtîkayên hikûmetê pûç dike, li aliyê din qirêjî, kemêl û fiêlên rayedaran radixe ber çavan. Ji ber vê yekê di hefteyên dawî de rayedarên dewlet û hikûmetê bi polîsên xwe dixwaze tola xwe hilîne. Li şûna ku Erdogan soza xwe pêk bîne û edalet cihê xwe bibîne, polîs êrîşên li dijî çalakgeran û dayikan zêde dikin.
Çalakiya dayikan qedexe dikin
Di 3 hefteyên dawî de polîsan li Edene û Stenbolê zêdeyî 100 mirovên di çalakiyên şemiyê de cih girtin bi lêdan û îşkenceyê binçav kirin û piştre serbest berdan. Çalakiyên piştgiriyê yên ku Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê dixwest di 5 û 12’ê tebaxê de bi armanca protestokirina girtina Qada Galatasarayê ya li Dayikên Şemiyê pêk bînin, bi biryara walîtiyê hatin qedexekirin. Walî bi hinceta “Ji ber trafîka peya û wesayîtan qismî yan jî bitemamî asteng dike, aştî û aramiya raya giştî têxe xetereyê û maf û azadiya hin kesên din tê sînordarkirin” çalakî qedexe kir. Lê dîsa jî parêzvanên mafên mirovan di çalakiya piştgiriyê ya di 5 û 12’ê tebaxê de li Parka Înonuyê li dar xistin. Polîsan êrîşî çalakgeran kirin û 57 kes bi lêdanê binçav kirin.
Dîsa di 12’ê tebaxê de 31 kesên ku li Qada Galatasarayê beşdarî çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê bûn hatin binçavkirin. Di 5’ê tebaxê de 18 kesên ku xwestin ji bo piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, di çalakiyê de bi êrîşa polîsan re rû bi rû mabûn û hatibûn binçavkirin.
Di 29’ê tîrmehê de Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 957’emîn de xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Polîsan tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî Dayikên/Mirovên Şemiyê asteng kirin û xistin dorpêçê. Polîsan bi hinceta biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamiya Beygolûyê çalakî asteng kir. Di 22’ê tîrmehê 24 kes di çalakiya Dayikên Şemiyê de bi lêdanê hatin binçavkirin.
Polîs rûyê hikûmet û dewletê ne
Em di nûçe û dîmenan de jî dibînin ku hêrs, aciziya polîsên dewletê pir zêde ye. Polîs, nûnertiya hikûmet û dewletê dikin. Di şexsê polîsan de sekn û feraseta dewlet û hikûmetê derdikeve holê. Dema ku em li van wêneyên êrîşa polîsan û berxwedana dayikan dinerin, li aliyekî biryar û berxwedana dayikan a ji bo edaletê xuya dibe. Li aliyê din tirs û bêçaretiya hikûmet û dewletê xuya dibe.
Dayik ji ber êşên wan zêde ne û neheqî li wan hatiye kirin û xwedî maf in, bi biryar û israr li ber xwe didin. Hêza berxwedanê ji mafdariya xwe digirin. Ji heqîqet û baweriya serkeftinê digirin. Her çend 28 sal in dewletê gav neavêtibe jî di çavê raya giştî de dewlet û hikûmet hatiye mehkûmkirin.
Li aliyê din polîs bi tundî êrîş dikin. Ji ber ku neheq in. Ji ber tirsa wan zêde ye. Ji ber ku dizanin dema edalet pêk bê, dê bên mehkûmkirin û rûyê wan ê reş derkeve holê. Ji ber ku naxwazin rûyê wan ê reş derkeve holê û rastiya wan ronî bibe êrîş dikin. Ji tirsa heqîqet derkeve holê êrîş dikin. Êrîşên wan tirs û neheqiya wan nîşan dide.
Dema mirov li dîrokê jî dinere, her dem hatiye dîtin ku yên zilm, neheqî û bêedaletî kirine yek bi yek têk çûne. Lê yên ji bo mafê xwe têkoşiyane û doza heq û edaletê kirine, her dem bi ser ketine. Îro dayik jî xwedî heq û hiqûq in. Neheqiyek mezin li wan hatiye kirin. Îro dunya alem tev dizanin ku neheqî li dayikan hatiye kirin. Alem dizane ku çalakiya dayikan çalakiyek mafdar e. Daxwazên dayikan ji bo aştî, edalet û demokrasiyê ye. Dayik ne tenê ji bo xwe edaletê dixwazin. Ji bo gelên Tirkiyeyê edaletê dixwazin. Ji ber ku dayik naxwazin êşên hatiye serê wan, zilma li wan hatiye kirin, dubare bibe. Naxwazin ev êş û zilm bê serê dayikên din. Naxwazin ku êdî mirov bên windakirin, kuştin û girtin. Dayik naxwazin xwîn birije. Dayik aştî, wekhevî, edalet, aramî û jiyanek wekhev dixwazin. Ji vê yekê bawer dikin û ji bo vê yekê bi biryar têdikoşin. Dayik dizanin ku serkeftin dê ya wan be.