Polîsan îro hunermenda kurd Emel Çîftçî binçav kir û sewqî edliyeya Amedê kir. Heyeta Dadgehê jî piştî îfadeya Emel Çîftçî girt, biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.
Hunermenda kurd Emel Çîftçî ku polîsan îro ew binçav kir, sewqî dozgeriya Amedê kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadeyê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” biryara girtina Çiftçî da û ew şandin girtîgehê.
Dozgeriya Enqereyê li dijî gelek siyasetmedar, hunermend, nivîskar û rojnamegerên kurd, lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê li ser îfadeya şahidê nepen Ulaş, piştî îfadeya Emel Çiftçî girt, bi rêya SEGBÎS’ê ew sewqî Dadgeha Nobedar a Cezayê Sulhê ya Enqereyê kir. Dadgehê piştî li îfadeya Çiftçî guhdar kir, der barê Çîftçî de biryara girtinê da û ew şand Girtîgeha Jinan a Amedê.
Parêzeran rapora tenduristiya Çîftî ya pençeşêrê jî pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Lê heyeta dadgehê dîsa biryara girtinê da.