Fayize Haşimî Refsencanî nameyek ji zindanê ji çalakvanê reformxwaz Huseyîn Mereşî re nivîsiye û tê de wiha dibêje: “Heke we îro hêviya xwe ji siyasetmedaran biriye û hûn tev li civînên Eniya Reformê nebûn, xelkê berê li pêşiya we xistibû û hêviya xwe ji sala 2017’an ve ji reformxwazan birîbû û dengên xwe nedan wan. Xelkê dengê xwe di sindoqan de bikar neanî da ku ji desthilatê re neyên hesibandin.”
Haşimî ku parlemantera berê bû, wiha axaftina xwe berdewam kiriye û gotiye: “Li ser wê bingehê, piştî 40 salan te dev ji wan berdaye, çawa çaverêyî dengdanê dikî.”
Feyze Haşimî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Mijarên weke desthilatdariya mutleq a rêberê Îranê, serweriya tam a Sipaha Pasdarên Îranê li hemû qadan, siyaseta derve ya êrîşkar, rewşa nebaş a aborî, bêqanûnî, derew, durûtî û xapandin, guhnedana berjewendiyên netewî, Daxwazên giştî û mafên gel, nebûna nêrîna netewî, ewlekariya serdest li ser hemû mijaran, nebûna aqil û hizir di rêvebirina welat de, gendelî berbelav, tepeserkirina tund a her rexne û xwenîşandanekê, mehkûmên dadwerî yên ne adil, bêhêvîtî û nefreta giştî û tiştên din ên nebaş, îro ji destpêka Înqilaba Îslamî ve di lûtkeya xwe de ne.”
Haşimî got: “Jidestdana derfetên reformxwazan di sîstema siyasî ya welat de bi giranî ji ber negihîştina daxwazên gel, cîbicîkirina sozên wan, rawestana li cem rejîmê û nêrîna wan ya bi guman li hember xwepêşandanên xelkê ye ji sala 2017’an ve û heta niha.”
Haşimî nivîsî di dawiya nameya xwe de wiha gotiye: “Reformxwazan dema ku ji bo parastina statû û meqamên xwe guh nedan dengê xelkê û helwesta wan li gel xelkê kêm bû, ji sîstema siyasî ya welat hatin dûrxistin û ji bilî di dema hilbijartinan de, hewl nedan ku vê valahiyê derbas bikin.”
Di heman mijarî de, Haşimî herî dawî di peyamekê de bi sernavê “Çima em beşdarî hilbijartinan nabin?” amaje bi reformxwazan kir û got: “Eger bawermend neketana xefika israra li ser parastina rejîmê, dê dîktatoran nikaribûna desthilata xwe bi hêsanî berdewam bikin.”