Di hevoka yekem de dest pê dike-
Çi ye ew a dest pê dike?
Dikarim bêjim, nivîskêr kiryara berovajîkirina hînbûn û qebûlan normalîze kiriye. Bawer im ev hevoka karakter dibêje, vê yekê destnîşan dike: “Wexta min valahî dida ber pehînan” (r.4) Bi vê gotinê, karakter, li dijî gotinên teqez ên derbarê jidayikbûnê sekneke berovajî nîşan dide. “Serê min li jêr û qûna min li jor”(r.4) Yanê xuya dibe, ji roja ew serberjêrkî ji dêya xwe bûye vir ve qet aram nebûye.
Karakterê “Perestgeh”ê yê sereke Do ye, Do qorrimekî xurrifî ye. Helbet ev karakter karakterên Samuel Beckett tîne bîra mirov. Xurrifîyekî serpîştkî dirêjkirî ye; ne pîyên wî hene, ne destên wî û ne jî devekî wî yê karibe biaxive. Ew serpiştkî li ser kevirekî an cismekî ‘hişk dirêjkirî ye! Qarçik lê qerrimîye. Ne dikare bimire, ne jî dikare bijî. Gava mirov bala xwe dide tevgerên karakter, mirov fam nake bê ka kîjan rastî ye û kîjan xeyalî. Ne dereweke teqez heye, ne jî rastîyek. Bes dîsa jî çîrok di xumamîya xwe de çîrokeke bêdawî ye. Bi hebûnekê dest pê dike, diçe nebûnekê: “Zarokê pîrtîya min digirî, ez fêrî guhdarkirinê dibim.”(r.14) Karakter tu têgihekê rasterast ji xwendevanan re nabêje û naxwaze ferz bike ku xwendevan wê wekî rastîyeke teqez qebûl bike. Her dem berovajîkirin û serobinkirin didome di metnê de.
Jana qarçika Enkîdo
Nivîskar te di bêzemanîyê de dibe-tîne û li hemberî Enkîdoyekî xurrifî, serpiştkî li ser kevirekî hişk datîne. Heyanî tu bêjî wê jana qarçika Enkîdo jî bi te dide hîskirin. Karektera ku Do di hişê xwe de wê disêwirîne jî Derseta ye. Derseta carna dibe Dersetamîs, carna dibe Seta; her du karakter tim di nav deng û behsa dîrok û mîtolojîyê de diçin û tên! Îro û do û siberojên hîn neqewimîne jî cih bi hev diguherînin. Karakter, bi sêwirandina xwe xwîner li ser rêyeke dûr û kûr dike rêwî lê mirov dizane ku her tişt di sêrê karakter de ye! “Çima deh destê te tune ne, Derseta?” Karakter di bedenekê de dicoşe, bê temas, zewqê bi bedeneke din dide hîskirin. Gelo ev yek ji ber zîrektîya xwebûna nivîskar pêk tê? “Heke rast nabêjim ez karakterek bim di romanake populîst de!” (r.26) Mirov dikare bibêje xwedayî ye edebiyat!
Heke em mijara vê berhemê şîrove bikin, em ê bibînin ku nivîskar karakterê xwe di zemanekî bêzeman de heta bi kitekitan perçe perçe dike. Çawa dibe zarokekî berşîr û kîjan demê vedigere pîrtîya xwe? Heke mirov bi vê şêweyê nizanibe, bawer im xwendina vê berhemê wê pirr zehmet be. Heke em hinekî bi hurgilî bibin, em ê bibinîn nivîskar daye dû wan kesan ku edebîyat di çerxa zemên de ji hev xistiye, hemû cihokên li rûbarê dinê xera kirine û bi ava çemê edebiyatê ji çar alîyan ve ax av dane!
Têkildarî karakter
Karakter qerepereyan dibîne-dibihîze lê sewsî ye û hay ji sewsîbûna xwe jî nîn e. Her çiqas mirov dibêje qey karakter tim çîroka xwe dubare dike jî em nikarin bi dilekî rehet bêjin di çîroka-çîrokên sewirandî de dubarekirin heye – lewra dubarekirin bixwe jî tevî çîrokê tim tê perçekirin. Mijareke dîyar jî tune. Tu nizanî ev metin wê berê te bide ku. Carna tu xwe wekî perperîkekê dibînî; tu difirî û li ser hemî kûlîlkan digerî lê armanca te ne komkirina çengek toz e! Karakter carna dibe zarokekî hê nehatîye terbiyekirin û bi gemara exlaq nehatîye herrimandin. Masûmtîya zarokatîyê derdixe pêş lê belê metin bi zimanê mezinekî hatîye honandin. Zarokatîya masûmane, bi zimanê hişmendîya mezinekî hatîye sazkirin – ev yek di gelek cihan de xwe dide hîskirin.
Karakter tu tiştî ji xwe re nake xem. Qet bi awayekî biaqilî tevnagere, jixwe hewce jî nabîne. Hemî rê li ber wî vekirî ne, di bêderîtîya xwe de hemû derîyan li ber xwe vedike. Mirov nizane wê xwe li kîjan xaçerêkê bigire û biçe ku! Tiştê ji ber wenda bibe jî, bi tevî gêjbûna xwe, piştî demekê dîsa peyda dike.
Hevsar qetandiye û orxe ye
Karakter zindî ye. Ewqas zindî ye, di berhemê de, berî bûyîna wî jî tu hîs dikî, tunebûna wî jî. Çûna wî jî tu hîs dikî, neçûna wî jî –hem li her derê ye, hem ne li tu derê ye. Mijara ew tê de diçe û tê, digirî û dikene, birçî û tî dibe, radikeve û dimîze, şa dibe û vala dibe, hemûyan bi te dide hîskirin! Hespê karakter hevsar qetandiyê, delodîn e, her gav orxe ye, dibeze, dibeze û çi bê ber an çi derkeve pêş jî ne xem e jê re! Ew bê sînor e.
Metin her tiştî dibêje
Metin, ne çîrokeke çêkirî ye û ne dîyarekî tunebûyî ye, ku mirov karibe destê xwe bigihînê. “Serê te niha tiştin ji deng û peyvan wêdetir dihisîne” (r.59) Carna tu dibêjî qey karakter ez im, an tu yî. Mirov nikare bêje ev metneke bi rê û rêbaz e. Jixwe tevlihevî û serobinbûna metnê, rewş û jîyan bixwe ye. Jixwe metin her tiştî ji me re dibêje, an qet tiştekî nabêje. Karakter tim disêwirîne; çîrok ji çîrokê dizê, an jî çîrok ji hev diqete, perçe dibe. Karakter te dibe dîyar dîyar digerîne; carna noqî nav deryayekê dike, carna hildikişînî asîmanekî, ku ew bixwe jî nizane heye an tune ye! Li gorî vê jihevqetandinê jî, dîsa te tîne li destpêkê asê dike.
“Xurrifîyekî derzemanî, di tarîya tîr de tîbabek tişt dibînî; lê ne zanî li ku yî, ne zanî kî yî!” (r.13) Hevokên bi vî rengî ji kana kurd û kurmancî tên, bi dîrok û mîtolojîyê xemîlî ne. “Tiştê ez zanim dîmen bi jêbirinê û belavkirinê wenda nabin!”(r.80) Ez bi gorî xwe pêwîstîyeke wiha dibînim; ji bo xwîner karibin baş ji vê metnê fam bikin, divê ji kanîya edebîyatê têr û tijî vexwaribin!
Mijar pirr zindî û tu tiştek ne wekî berê ye. Herikîn ji herîkînê dest pê dike; diherike û li herikîna berê vedigere. Pêvajoya bûyerên romanê, di nav zemanê bêzeman de tim diguherin. Lewma mirov nikare bi awayekî teqez bêje, “karakter derwêşekî bêcih û war e, nîştecîhekî kevnar e.” Tu bixwe jî dibî karakterekî ji vê metnê! Metin te dibe digerîne kavil bi kavil… Li ku derê dawîyek hebe, tu dibînî ew der despêk bixwe ye. Zanîn an nezanîna karakter bixwe ev e: Çi tiştê dizane ji bîr dike û her jibîrkirinek jî derîyê bîranîneke din vedike.
Di Perestgehê de çi heye?
Heqîqet di kitekitan de veşarî ye. Ji hejmaran (21,7,11,25) bigire heyanî emojî(), Kandalanû, Semîramîs, Kabîlê ensest, Hz. Silêman û gelek tişt û kes bûne niştecihên vê metnê. Carna rexneya şaristanîyê, carna çîroka Kela Dimdimê, carna destan û mîtosên dîtir zindî dibin di nav Kavilan û zemên de! Geh Şengal e, geh Kobanî ye ku hê jî ew zindî ne di dilan de! Her tiştek, her kesek, an her çîrokek jiyayî bûye perçeyek ji gerdûna metnê; Şamaş, Ereşkîgal û lehengên dîrokî an mîtolojîk gişk hê zindî ne – çi motîfên êzdatîyê, Lalîşa Nûranî û çi motîfên dîtir… Carna mirov dibêje qey karakter ne’hletê li çavên şeytên tîne lê na. Ji ber ku her tişt ne’hletî ne, hewceyî ne’hletkirinê nake. Lewra mirov nizane kî sûcdar e û kî dijberê sûc e. Kesek li xwe mikur tê ku bixwe sûcdar e, yê din li sûcdarekî digere – bes gava tên ba hev, êdî nema karin sûc û nesûc ji hev kifş bikin!
“Li ber sîya bêdengîyê ez ê gotinê li gotinê zêde bikim û zêdekirina gotinê nizim bikim û nizimkirinê ewk bikim” (r.56) Mirov bi karakteran re çerx dibe! Wî tîbabek gotin kir, serê min ewk bû, ji ewkbûna xwe jî dewx bû. Heke em li van hevokan bifikirin, em ê fêm bikin ku ne dîyar e bê ka kîjan gotin ên nivîskêr in û kîjan ên xwendevan in, gava piştî xwendina vê metnê di hişê xwendevan de tên sêwirîn. Hemî hevok di hişê min de tevlihîyê çêdikin.
Dikarim bêjim nivîskar di vê berhema xwe de jî (min hemû berhemên H.Kovan Baqî xwendine), edebiyat veçirrî ye, li nav porê Dersetayê belav kiriye û porê Dersetayê daye ber bê!
Serdestîyek an jî bindestîyek di navbera zayenda karakteran de tune ye. Tenê têkçûneke pirhêl heye di metnê de. A rast metin metna têkçûnê ye. Belkî jî ji bo metneke serkeftî biafire, gerdûna metnê gerdûneke têkçûyî ye – wekî jîyana cîhana derve.
Bi hevokên Kovankî
Romanê hişmendîya nêrînî jî têk biriye. “Çîrokeke negotî û bênavend heye “(r.66) “Avakar û berpirsîyarên hemû dîktatorîyan mêr in. Madem mêr dîreg in çima jin nabin al?” (r. 65) Nivîskêr tu mijarek di hinavê xwe de nehîştîye. Çi di dengê dilê wî de olan daye, wî bi hevokên Kovankî bi karakterê xwe daye gotin! Çi dengê ji bedena cîhanê herikîye, wî pelikandîye guhê karakterê xwe lê gelo zeftkirina hemû dengan çiqas mimkûn e? Gelo ev gotin li vî nivîskarî tê? Nizanim lê dîsa jî ez dikarim nêrîna xwe bêjim: “H.Kovan Baqî, ew kes e; çi deng ji hinavê xwezayê derhatibe, wî xwestîye zeft bike û di xewn û xeyalên xwe de ji nû ve bisêwirîne!” Bawer im wî bi xwe jî wisa jî kirîye. “Çîrokbêj û kesê çîroka wî tê gotin miqim veduguhêzin hevdu, cî pev diguherin” (r.67)
“Ji roja dînazor qeli’hîn û vir ve ne deng jê çêbûye ne his!” Ji vê gotinê dîyar dibe hebûn û nebûn di nav hev de ne! Mirov nikare bêje metin monoton e lê belê carna tê li cihekî wilo asê dibe, tu dibêjî min ev der xwendibû. Welhasil dubaretîya peyvan jî heye! Carna jî mirov dibêje qey nivîskar ji bo karakterê xwe bide peyîvîn nivîsandîye: “Bise pirr meşxûl im. Bibore min nizanibû tu gunnê xwe dixwirînî! Meşxûl im nikarim biborim!”
Em bêne ser mijara; “Tip, çipp, tipçippt û hwd.” Min tu kêfek ji wan dengan hilneda. Min qet xwe di nav monotonîyekê de hîs nekir ku ev peyv an deng şîyarîyekê bi min re çêbike û min li xwe bide varqilîn! Nivîskar çima hewcedarî bi wan peyvan ditîye, nizanim!
Belê, nivîskar bi lîstina deng û peyvan xwîner ji jiberkirinê parastîye helbet! Qet xwendevan neqe’hirandîye.
Dema mirov qala metnên H.Kovan Baqî dike ev tê bîra min: Katibekî daktiloya xwe danîye ber xwe, qûna xwe qiyame kiriye û danîye ser dinyaya giloverik, bi wî awayî çarmêrkî rûnîştîye û hemû dengên valahîyê, fezayê, dinyayê, bêdengîyê û hwd. bi nivîsê ji nû ve diresimîne…