Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê aşkera kir û serdema nû da destpêkirin. Li gorî bernameyê meha îlonê dê 5 lîstikên mêvan, stend-up, lîstikeke Şanoya Bajêr a Amedê û Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê nîşandan. Di nava lîstikên mêvan de 2 lîstikên Şanoya Dihokê yên bi navên “Derwêş an Gudû” û “Kulav û Peyk” jî dê bên lîstin.
Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê wiha ye:
5’ê îlonê saet 19.30’an: Derwêş yan Gudû – Şanoya Dihokê (Lîstika Mêvan)
6’ê îlonê saet 19.30’an: Kulav û Peyk – Şanoya Dihokê (Lîstika Mêvan)
8/9’ê îlonê saet 19.30’an: Dek û Dolabên Scapen – Şanoya Bajêr a Amedê
15/16’ê îlonê saet 19.30’an: Dek û Dolabên Scapen – Şanoya Bajêr a Amedê
20’ê îlonê saet 19.30’an: Kêm – Şemola Performans
21’ê îlonê saet 19.30’an: Bûka Lekî – Şemola Performans
22’yê îlonê saet 19.30’an: Mem û Zîn – Şemola Performans
23/24’ê îlonê saet 20.00’ê: Vik û Vala – Erdal Kaya, Stand-Ûp
27’ê îlonê /1 cotmehê saet 19.30’an: 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê